Gêrilayên YJA-STAR û welatiyê Mexmûrê 8'ê Adarê pîroz kirin
Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çoşekî mezin hate pîrozkirin.
Li wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi çoşekî mezin hate pîrozkirin.
Aktivîteya ku ji aliyê gêrîlayên YJA-STAR'ê ve hate organîzekirin bi meşekî dirêj destpêkir û piştî meşê merasîmekî leşkerî ji aliyê gêrîlayan ve hate lidarxistin.
Bi hezaran jin bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Tirkiyê, Kurdistan û Ewropa daketin qadan. Li Mexmûrê jî gel û gêrîla 8'ê Adarê pîroz kirin.
Aktivîteya ku ji aliyê gêrîlayên YJA-STAR'ê ve hate organîzekirin bi hezaran welatiyên Wargeha Mexmûrê tevlî bûn. Di aktivîteyê de Fermandara YJA-STAR a Mexmûr-Kerkûkê Raperin Gabar axivî û 8'ê Adarê li gêrîla û gel pîroz kir.
'LI PÊŞBERÎ RONAHIYA FELSEFEYA RÊBER APO'
Fermandar Raperîn Gabar wiha axivî:
"Pêwîste li hemberî desthilatiya hişmendiya 5 hezar salan a zilam jin tekoşînê bikin.
Ji bo mêtîngeriya li ser jinê bi dawî bikin, divê li ber şewqa ronahiya felsefeya Rêber Apo tekoşîna azadiyê were kirin. Li Rojava, Şengal, Bakur û gelek qadên Kurdistanê li eniyên peş jinên Kurdan dijî faşîzmê, hovitiyê tekoşîna azadiyê didin. Dayikên me rolê pêşeng ên şoreşa me girtine ser milê xwe û li Şengal û Rojava dijî DAIŞ'ê xwe bi rêxitin dikin û dest avêtine çekan dijî îxanetê tekoşînê dikin.
Bi vê boneyê ti hêz kes nikare îradeya jinên Kurd bişkêne."
Koma Mûzikê ya ji gêrîlayan pêktê derket ser dikê û gel bi çoş, 8'ê Adarê pîroz kirin. Herî dawî li pêşberî stranan govend hat gerandin.