Gerîlayên YJA-Star: Her 8’ê Adarê ji bo azadiyê pêngavek nû ye

Gerîlayên YJA-Star ên ku tevlî  pîrozbahiya 8’ê Adar Roja Jinên Kedkar ên Cihanê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûyîn diyar kirn ku pîrozbahiyên îsal diyarî berxwedêrên Efrînê dikin û gotin: “Her 8’ê Adarê ji bo têkoşîna azadiya me pêngaveke nû ye”.

Gerîlayên YJA-Star yên beşdarî pîrozbahiya 8’ê Adarê ya li Zagrosan a Herêmên Parastinê yên Medyayê têkildarî 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivîn.

‘8’Ê ADARÊ EM DIYARÎ BERXWEDÊRÊN EFRÎNÊ DIKIN’

Gerîlaya YJA-Star Avrîn Garzan diyarkir ku 8’ê Adarê ji bo gerîlayên li çiya çavkaniyek mezin a moralê ye, 8’ê Adarê ji bo gerîlayên jin ên ku têkoşîna azadiyê didin gelek girînge. Gerîla Avrîn Garzan got ku divê her 8’ê Adarê  i bo têkşîna jin bie pêngavek nû û wiha got; “Keda Rêbertiya me ya ji bo azadiya jinê dayî û îro gihiştina jinê ya artêşbûyînê de hêvî û keyfxweşiyê dide me. Weke şervanên YJA-Star ev keda  mezin ya Rêbertiya me ji bo gihiştina hedefê em ê têbikoşîn. Em ne tenê hêza parastina jinên Kurd in, em hêza parastina hemû jin ên cîhanê ne. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku îsal giran tir bûn, bi beşdarbûnekî bi hêz pîrozkirina 8’ê Adarê û geşkirina têkoşînê ji aliyê jinan ve gelek girîng e. Dîsa di sala 2018’an de em ê pêngavên serketinê bidin domandin.”

‘GEŞKIRINA TÊKOŞÎNÊ ERKA ME YE’

Gerîlaya YJA-Star Zelal Agirî jî di serî de 8’ê Adarê li jin ên berxwedêr yên li Efrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe didin û hemû jin ên cîhanê pîroz kir. Agirî wiha domand; “Li Zagrosan hatina gel hev ya gelek gerîlayê jin û pîrozkirina 8’ê Adarê ji bo min wateyek mezin e. Em bi saya keda Rêber  Apo û şehîdan gihiştine van rojan û ji bo em bibin layîqê wan geşkirina têkoşînê erka me ye. Ji ber vê sedemê îro ji bo me jinan wateyeke cuda heye. Em li Efrînê berxwedana jin an û bi taybet berxwedana dayikan ya ku şev û roj li dijî êrîşên dagirkeriyê dibînin. 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di serî de li dayikên li eniyan, şervan û hemû jinên cîhanê pîroz dikin.”