Gerîlayên jin: Jin navê jiyanê ye
Gerîlayên YJA Starê: Ji Klarayan heta Sara û Sêvêyan, qîrîna berxwedanê qet neqediya û wê neqede."
Gerîlayên YJA Starê: Ji Klarayan heta Sara û Sêvêyan, qîrîna berxwedanê qet neqediya û wê neqede."
Gerîlayên YJA Starê, ku ev 40 sal in li çiyayên Kurdistanê ji bo azadiyê têdikoşin, destnîşan dikin ku ew bi mîrateya jinên berxwedêr tevdigerin û ala berxwedanê ya ji destê wan girtî, ew ê heta dawiyê bilind bikin. Gerîlayên jin ji ANF'ê re qala wate û girîngiya rojê kirin.
Jin Çiya di destpêkê de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li jinan pîroz kir û got, "Îro roja naskirina vîna jinê û meşandina şerê vê yekê ye. Jİ bo me rojeke girîng, watedar û dîrokî ye. Ya rast, beriya serdestiya zîhniyeta mêr, hemû roj rojên jinê bûn. Di tevahiya dîrokê de jinan li dijî zîhniyeta serdest a mêr li ber xwe dan. Ev têkoşîn car carna qels jî bû û hat tepisandin jî, gihîşt roja îro."
Jin Çiya da xuyakirin, ku dirûşma "Jin, jiyan, azadî" ya ku îro li qadan tên qîrîn, belasebep nîne û got, "Ji ber ku jiyan bi jinê watedar dibe. Jin navê jiyanê ye. Kengî jin hat kolekirin, hingî jiyan dîl hat girtin. Li dijî vê koledariyê jin her tim bû qîrîna azadiyê. Ji Klarayan heta Sara û Sêvêyan ev qîrîn qet neqediya. Û wê neqede. Weke hêzên YJA Starê em şopdarên sembola me ya azadiyê Sara û hevrêyên xwe yên leheng ên şehîd bûne. Em li çiyayên Kurdistanê ji bonasname û vîna azad şer dikin. Ne tenê ji bo jinên Kurd, ji bo hemû jinên cîhanê vî şerî dimeşînin. Lewma ev têkoşîn têkoşîna hemû jinan e. Li ku di bin bila bibin, divê jin li gundan, taxan, bajar û zîndanan, her derê bikin qada berxwedan û azadiyê."
Zelal Mêrdîn bibîr xist, ku di sala 1993'an de Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li dijî teslîmiyet û xiyanetê xwe ji zinar re wer kir û got, "Rêber Apo piştî vê berxwedana hevala Bêrîtan destnîşan kir, ku pêwîstî bi avakirina Tevgera Azadiyê ya Jinê (YAJK) heye. Ev Tevgera Azadiya Jinê bi pêşengiya Sarayan ava bû. Di nava dehan salan de bi can û xwîna bi hezaran dildarên azadiyê ev tevger roj bi roj mezin bû. Doza azadiyê, mîrateya Sara, Bêrîtan, Zîlan, Viyan, Sema û bi hezaran berxwedêrên leheng e ku ji me re hatiye hiştin. Îro jinên ji her netewe, nîjad û olî xwedî li vê mîrateyê derdikevin. Em ê li dijî zîhniyeta zordar û paşverû ya faşîst a li pêşiya azadiya me asteng e, bisekinin û bênavbera ji bo azadiya xwe şer bikin."
Ronahî Dilxwîn diyar kir, ji bo wê gelekî bi wate ye ku cara yekê ye 8'ê Adarê li nava refên gerîla pîroz dike û got, "Di nava refên berxwedanê de min vîna jinê, rastiya jinê dît. Wekî din min baweriya bi xwe ya jinê li çiyayên Kurdistanê, di nava Tevgera Azadiyê ya Jinê de nas kir. Ji ber ku jin im, îro careke din bi xwe serbilind im. Ji ber ku jin nav, reng û zimanê jiyanê ye. Min ev rastî li nava refên têkoşînê dît. Yê ku hêzê dide me, têkoşîna jinê afirandiye Rêberê me ye. Lewma ez spasiya Rêber Apo û şehîdên me yên leheng dikim. Rojeke bi vî rengî ya watedar li Rêberê me, şehîdên leheng û hemû jinan pîroz dikim."
Ronahî Dilxwîn destnîşan kir, ku di rojeke bi vî rengî ya watedar de wê Tevgera Azadiyê ya Jinê ji her demê bêhtir xurtir bibe û got, "Agirê şoreşa jinê wê her şêwe zîhniyeta serdest, dîktator û faşîst bişewitîne. Jiyan wê bi têkoşîna me ya azadiyê re watedar bibe."