Gerîlayên HPG û YJA-STAR: 4’ê Nîsanê roja vejîna gelê Kurd e
Gerîlayên HPG û YJA-STAR: 4’ê Nîsanê roja vejîna gelê Kurd e
Gerîlayên HPG û YJA-STAR: 4’ê Nîsanê roja vejîna gelê Kurd e
Li Kurdistanê hîn jî coş û heyecana Newrozê berdewam dike. Vê coşê xwe gihand 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û coş û kelecana gelê kurd û gerîla bilind dibe. Li gel vê jî her diçe xwedî li rêberê gelê kurd Abdulah Ocalan û peyama wî ya dîrokî derketin jî mezintir bibe. Vê yekê hîştiye ku bi demsala biharê re kelecana gelê kurd bighîne lutkeyan.
Gerîlayên jin di rojbûna Rêberê Gelê Kurd de nêrîn, hest, peyam û girêdana xwe anîn ziman û gotin; “ Rojbûna Rêberê me rojbûna me û gelê kurd e. Her wiha em bejna xwe li ber dayîka Uwêş ditewînin, ji ber rêberekî weke rêber APO diyarî me jinên kurd, gelê kurd û mirovahiyê kiriye.”
4’NÎSANÊ ROJA VEJÎNA GELÊ KURD E
Gerîlaya bi navê Şîlan Denîz bi heyecaneke mezin nêrînên xwe der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan de anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir; “Di serî de em vê rojê li hemû jinan pîroz dikin. Bi taybet jî em 4’Nîsanê li dayîkên şehîdan pîroz dikin. Li gorî me 4’Nîsanê aliyê wê ya jiyanî li peşe, belkî ev rojeke sembol be, lê ji bo me ev roj ji nû ve dayîk bûne. 4’ê nîsanê tê wateya roja dayîkbûna me ya duyemîn, dayîkbûna me ya yekem roja ku em ji dayîka xwe bûne, lê ya duyem zayîna me ya di warê felsefe, çand û bîrdoziya Rêber Apo de ye. Her wiha wateya 4’Nîsanê ji bo me em çiqas dikarin bi nirxên xwe re bibin yek û em wan weke diyariyekê ji pêşeroja xwe re bihêlin. Di rojeke wiha de bi giranî em dar û gulan diçînin, ev jî tê wateya ji nû de ji yankirinê. Rêbertî gelekî ji tunebûnê ber bi hebûnê ve bir, dema em jî di vê rojê de darekê diçînin û ew dar gulan vedike û fêkî tê de şîn dibin, em jî têkoşîna ku rêbertî ji bo gelê kurd daye dişibînin vê yekê û em di vê astê de wate didin roja dayîk bûna rêberê xwe”
EM HER DAREKÊ BI HÊVIYA AZADIYA RÊBERÊ XWE DIÇÎNIN
Şîlan Denîz der barê vê pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd ve hatiye dest pêkirin de jî nêrînên xwe anî ziman û wiha berdewam kir; “Di pêvajoyeke bi vê rengî de pêşwezî kirina 4’Nîsanê bi taybet rexmî hemû şert û mercên ku rêberê me tê de dijî, lê careke din pêvajoyeke wiha pêşxistin, ew keda ku bo azadiya gelê kurd hatiye dayîn, ji 7 saliya xwe û heyanî niha têkoşîna ku tê dayîn asta hêza rêbertî dide diyarkirin. Hêviya me ya herî mezin têkoşîn kirine, asta wê ya herî mezin jî azadiya Rêber Apo ye. Ger ev pêvajo bi azadiya rêbertî berdewam bike, ev ji bo me diyariya herî mazine û em di wê hêviyê de ne. Di 4’Nîsanê de her dar û gula em biçînin emê bi hêviya azadiya rêbertî biçînin. Demekê beriya demekê mîna beriya niha bi 14 salan çawa em fîzîkî bi rêberê xwe re bûn, em di wê hêviyê de ne ku em careke din bi rêberê xwe re di erdnîgariyeke azad de hemû fikir û ramanên xwe bi hev re par bikin. Ji ber ewqas şert û mercên giran yê ku rêberê me tê de, lê careke din rêbertî her dem li gel me bû û em bi tenê nehîştin. Lê dil dixweze ku em di warê fîzîkî de jî bi hev re bin û hemû demsalan bi hev re pêşwazî bikin”
‘DIVÊ JIN WEK 4’Ê NÎSANÊ PÊŞWAZIYA TÊKOŞÎNÊ BIKE’
Şîlan Denîz di dawiya gotinê xwe de bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd peyama xwe wiha anî ziman û dawî li gotina xwe anî; “ Di rojeke wiha de di serî de cinsê ku herî zêde di nava civakê de tê perçiqandin bêguman jin e. Ji ber vê pêwîste beriya her tiştî jin xwedî li rumeta û dîroka xwe derkev. Her wiha divê jin xwe di xet, çand, felsefe û ramanê rêbertî de bibîne, ji ber xilasiya jinê di modernîteya demokratîk, xweserihya demokratîk û di konfedralîzmê d eye. Ger jin dixwaze xwe azad bike di sedsala 21’an de dikare li dora çanda xwe ya dayîkselar de ya ku bi qasî 5 hezar sale di destê pergala bavikselar de poç bûye wê çandê careke din zindî bike û xwedî li dîroka xwe ya nû derkeve. Ji ber ev dîrok bi bedelên mezin ya ku ji Afrîka heyanî Rojhilata Navîn û hemû cîhanê hatine dayîn heye. Divê jin hemû rojên xwe weke roja 4’Nîsanê pêşwazî bikin û xwe bi rêxistin bikin. Tenê wê demê em dikarin xwedî li rêberê xwe derkevin û em bi têkoşîna xwe li dora rêbertî çemberek ji pola bidin avakirin. Tenê wê demê ne pergala kapîtalîzin û ne jî pergalên din çiqasî bixwezin nikarin ne rêbertiya me ne jî xeta rêrbertiya me tune bikin. Bi vê wesîlê em careke din şehîden Amarayê bi bîr tînin û heyanî azadiyê em şopdarê riya şehîdên xwe bin. Careke din em roja 4’Nîsanê li hemû gelê xwe pîroz dikin û ji vir heyanî îmraliyê roja dayîkbûna rêberê xwe pîroz dikin û silav dikin.”
EM BEJNA XWE LI BER DAYÎKA UWÊŞ DITEWÎNIN
Her wiha gerîlaya bi navê Rojda Bagok jî der barê rojbûna Rêberê Gelê Kurd de nêrînên xwe bi me re par kir û peyama xwe wiha anî ziman; “Di serî de em weke gerîlayên jin ji bo salvegera 4’Nîsanê rojbûna Rêber Apo li afrînerê azadiyê roja pîroz rêber Apo û li dayîka Uwêş pîroz dikin. Ji ber ger dayîka Uwêş tuneba wê Rêber Apo jî ne ba. Her wiha em bejina xwe li ber dayîka Uwêş ditewînin ji ber rêberekî weke Rêber Apo diyarî me jinên kurd, gelê kurd û mirovahiyê kiriye. Hebûna Rêber Apo hebûna me ye, hebûna hemû gerdûnê û hebûna hemû jinan e û hebûna gihandina azadiya jine. Her wiha di vê salê de çawa ku di asta zîrveyê de Newroz hate pîroz kirin, li hemû qadên kurdistanê bi coşeke mezin hate pêşwazî kirin, hêviya me heye ku wê her kes xwedî li roja dayîkbûna rêbertî jî derkevin. Ji ber di her demê de duruşmeya me ev e: ‘Ger Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin.’ Careke din bi hêviyeke mezin bi baweriya serkeftina ku nêz dibe, weke pêvajoyeke ku rêberê me dest pêkiriye di me de jî beweriyeke mezin daye avakirin, li ser wê baweriyê em dibêjin em hemû rojên xwe weke roja 4’ê nîsanê pêşwazî bikin û li çiyayên kurdistanê bi Rêber Apore di nava gerîla de em rojbûna rêbertî pîroz bikin. Careke din em vê rojê li hemû jinên kurd, jinên cîhanê, gelê kurd, gelê cîhanê û hemû hevalan pîroz dikin.”