Gerîla TV dîmenê çalakiyeke nû weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke li Girê Hakkarî weşand, ku di encamê de 4 dagirker hatin kuştin.

Di dîmen de tê dîtin, ku gerîla li nuqteyeke dagirkeran a li ser gir dixin. Piştî lêdana derbê jî dirûşma 'Bijî Serok Apo' berz dibe.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê beriya niha ev agahî parve kiribû:

"21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tîmên me yên bi tevger komek ji dagirkerên li dora çeperên şer xistin bin kontrola xwe. Saet di 08:30'î de dema ku 4 dagirker li hev kom bûn bi çekên giran lê dan. Di encama çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin."