Gerîla Lavîn: Divê jin zincîrên xwe biqetînin

Gerîlaya YJA Starê Lavîn Lavîn ku sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû, hem li refên pêş cih digire hem jî karê tenduristiyê dike. Lavîn ji jinan dixwaze ku li her qadê zincîrên xwe biqetînin.

Gerîlaya YJA Starê Lavîn Lavîn diyar kir, ku piştî tevlî nava refên PKK'ê bû têgihiştina wê ya jinê afirî û got, "Berî tevlî bibim min rêxistin nas nedikir û haya min ji vê tine bû. Piştre tevlî karên ciwanan bûm û di nava vî karî de min rêxistin nas kir. Her ku min rêxistin nas kir, nakokiyên min ên bi sîstemê re zêde bûn. Ya ku herî zêde bandor li min kir, jiyan û şehadeta şehîd Zîlan û şehîd Bêrîtan bûn. Piştre pê hesiyam ku divê tevlîbûna min di kîjan astê de be, di nava kîjan nirxan de be û tevlî nava refên azadiyê bûm. Piştî ku tevlî bûm, min cihê xwe di nava perwerdeya şervanên nû de girt. Bi vê perwerdeyê re hîn bûm ku divê sîstemê çawa binirxînim. Sîstemê herî zêde zext li jinan dikir. Jinê dike kole û bi her awayî zext û îşkenceyê lê dike. Ji bilî jiyana li malê tiştekî nade jinê. Lê belê dema mirov li nava PKK'ê dinerin, dibînin ku jin li her qadê bi rola pêşengiyê radibin. Li vê derê jin bûn Xwedawend. Nêzîkatiyên bi vî rengî bandoreke mezin li mirovan dike. Jiyana me ji her alî ve hîndekar e. Em xwe digihînin her şêwe agahiyan û ji her alî ve xwe bi pêş dixin. Jiyana me timî di nava têkoşînê de ye."

Lavîn ku bi perwerdeyên li nava PKK'ê xwe bi pêş xist û hêza xwe dît, wiha dewam kir: "Bi perwerdeyên li vir re ez gelekî zana bûm. Ez li malê jî çûbûm dibistanê, lê belê perwerdeya min li vir dît gelekî cuda ye. Min ji vir perwerdeya tenduristiyê girt. Niha jî weke personeleke tenduristiyê li refên pêş cih digirim. Mirov di pratîkê de gelekî zû hînî tiştan dibin. Bi perwerdeya tenduristiyê ya li vir re min xwe zû bi pêş xist. Lê belê di nava sîstemê de ji bo mirov bibe doktor, divê bi salan bi şev û roj bixwînin û bi zorê dibin xwedî pîşeyekî.

Ez li vê derê, hem weke personeleke tenduristiyê hem jî weke şervanekê li çeperan cih digirim. Dema ku hevrêyên min birîndar dibin, yekser hewl didim wan rizgar bikim. Ji ber ku jiyana hevrêyên min ji bo min gelekî girîng e, weke personeleke tenduristiyê ez vî karî gelekî girîng dibînim."

'JIN KOLE NÎNE, BILA BIBE XWEDAWEND'

Gerîla Lavîn herî dawî vê mesajê dide: "Di çarçoveya hin armancan de me dest bi sala 2017'an kir. Ji bo azadiya Rêberê me ku li Îmraliyê di nava çar dîwaran de ye, çalakiyên me wê timî dewam bikin. Îsal wê bibe sala azadiyê ya Rêberê me û gelê me.

Bila her kes tevlî nava refên PKK'ê bibin û rastiyê bibînin. Bi taybetî bila jin zincîrên xwe yên koledariyê biqetînin û li nava refên azadiyê bibin xwedawend. Nasnameya xwe, rastiya xwe bibînin."