BI DÎMEN

Garzan: Sêvê, Pakîze, Fatma pêşengên me ne

Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Garzan di salvegera kuştina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de ku roja 5'ê Çileya 2015'an li Silopiyaye ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn kuştin, ji ajansa me re axivî.

Endama Koordînasyona KJK’ê Jiyan Garzan di salvegera kuştina siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar de ku roja 5'ê Çileya 2015'an li Silopiyaye ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn kuştin, ji ajansa me re axivî.

Garzan di destpêka axaftinên xwe de her sê jin bi bîr anîn û ragihand ku kuştina wan bi plan û bi proje hatiye çêkirin. 

Garzan got, "Du cureyên mirin hene; Mirinek heye;  tu ji mirinê jiyaneke nû, civakeke nû ava dikî, azadiyê ava dikî. Mirineke din jî heye ku tu xizmetê ji desthilatdariyê re dikî, tu xizmetê ji kedxwariyê re dikî. Ev cure mirin mirinan zêde dike. Ji ber wê yêkê jî jiyana van hevalan bêmirin bû. Kesayetiya wan bêmirin bûn."

Jiyan Garzan got, helwesteke rast dibe hêviya jiyaneke nû û wiha pê de çû: "Hin dem hene ku di dîroka mirovahiyê de, di dîroka civakan de xwedî wateyeke dîrokî û jiyanî ne. Di demên wiha de sekneke rast, helwestek û berxwedaniyeke rast bi xwe re jiyanekê ava dike, hem bi xwe re destpêkeke nû, dîrokekê dide destpêkirin. Sekna van hevalan; hem sekna Sara hem sekna Sêvê û hem sekna Pakîzeyan sekneke wiha ye, di demeke wiha de ye. Sekneke rast nemirbûnê bi xwe re tîne. Helwesteke ast hêviya jiyaneke nû tîne lê helwesteke şaş jî dide windakirin.

XWESTIN HÊVIYÊ DI KESAYATIYA WAN DE BITEFÎNIN

Di dema şehîdbûna hevala Sara wan de jî di Rojhilata Navîn de Serok Apo bi sekna xwe, bi felsefeya xwe, bi nexşerêya xwe, ji bo çareserkirina pirgirêkên gelan ên nasname, çand, ol hêviyeke nû bi xwe re anî, nexşerêyeke nû nîşan da. Di şexsê dewleta Tirk de çareserkirina pirsgirêka Kurd di heman demê de çareserkirina pirsgirêka Rojhilata Navîn bû, çareserkirina pirsgirêka mirovahiyê bû. Ji bo vê jî helwesta Serokatî di Rojhilata Navîn de û di nav civaka Tirk de hêviyeke nû çêkir. Ji ber vê jî hêzên desthilatdar, hêzên ku ji bo desthilatdariya xwe dikarin cîhanê tarî bikin, darbeyek sazkar kirin. Bi vê hêviyê xwestin ku hêviyan bikujin. Ji ber vê jî êrîşeke bingîn li dijî hevala Sara dane destpêkirin. Xwestin wê hêviyê di kesayatiya Serok Apo de bikujin. Ji ber ku ew kesayatî hêviyan ava dikin. Wê demê felsefe û projeya Serok Apo di kesayatiya van hevalan de, jîndar dibû, civakî dibû, siyasî dibû. Ji bo vê sedemê li dijî wan ev êrîş pêk hat.

Di heman demê de di berxwedana xwerêveberiya xweser de jî careke dî êrîş birin her sê jinan, ev jî ne bi tesadufî bû. Di heman demê de bi plan, proje û zanebûn ev êrîş birin ser wan. Êrîşên li ser rêveberiya xweser jî bi vî rengî bû. Çi ye rêveberiya xweser ? Ez ê xwe me, êdî kes nikare min bike kole. Ez ê êdî bi aqile hinê dî kar nekim û nemeşim. Ez ê êdî bi çand, nasname û zimanê xwe bimeşim. Wateya Rêveberiya Xweser ev bû. Ev taybetî jî bi gewherê jinê ve girêdayiye, bi çanda nasnameya jinê ve girêdayiye. Careke dî ew çanda azadiyê, wekheviya gelan di şexsê jinê de, piştî 5 hezar sal zindî bûbû, civakî bûbû. Di demeke wiha de, berxwedaniya ku van hevalan jê re pêşengî kirî, helwesta ku nîşan dan, têkoşîna wan, di heman demê de şaşîtiya her kesî derxiste holê. Helwesta wan a rast di heman demê de kêmasiyên me jî, ê civakê jî û sekna dewletê ya li dijî gelan jî ya li dijî siyaseta demokratîk derxiste holê. Ji bo vê jî, ew ji bo me pêşeng in.

XWENASKIRIN FELSEFEYA SEDSALA 21’AN E

Bêyî berxwedanê, bêyî têkoşîna jiyaneke azad, wekhev, biratiya gelan, bi hev re jiyana di nava sîstemeke demokratîk de ne pêkan e. Rêveberiya Xweser bi pêşengiya jinê û bi avakirinê encex dikare pêk were. Şoreşa sedsala 21’yan, felsefeya wê, xwenasîn û xwezanîn e. Xwezanîn, xwenasîn felsefeya sedsala 21’an e. Van hevalan di berxwedaniya Rêveberiya Xweser de ev nîşan dan û ji bo demên pêş, ev ji bo me bû perspektîf. Di salvegera şehîdbûna wan û bîranîn wan de, em careke din dibêjin kul i dijî darbe, kedxwariyê, li dijî desthilatdariyê ev rê nîşan îma da û hêviyeke nû avakirin. Di berxwedaniya wan de, di sekna wan de, çi dibe bila bibe, şert û merc çi dibin bila bibin, li dijî desthilatdarî, tinebûnê, li dijî nasnekirinê, em ê xwe nas bikin, em ê têbikoşin û li ber xwe bidin."

Endama koordînasyona KJK’ê di dawiya axaftina xwe de ev bangawazî kir;
"Avakarî beriya her tiştî bi êrîşa li ser ya di mêjî de, di rih de, di çandê de danîne çêdibe. Em ê ji nû ve di hermû qadan de, di hemû malan de xwe ava bikin. Em ê helwesta xwe li deverê nîşan bidin. Ev hemû temsîla Serokatiyê ye. Azadiya Serokatî  azadiya me ye, azadiya gelan e, azadiya mirovahiyê ye, ronakkirina dîrokê ye. Her kesek bi vê helwestê çi ji destê wan tê dive bike. Kesê li kolanana, ên li zarokên xwe meyze dikin, ji 7 salî heta bi 70 salî, her kesek dikare ji bo azadiya xwe tiştekî bike. Tiştekî ku em ji dest bidin nîn e. Tiştê ku em bi dest ve bînin azadiya me ye, azadiya civakê û dîroka me ye."