Foruma ji bo piştgiriya jinên Şengal û Efgan wê li Reqayê were lidarxistin

Forûma piştgiriyê ya ji bo jinên Şengal û Efganistanê wê bi dirûşmeya “Em li dijî qirkirina li ser jinan jiyana azad diafirînin” di 7’ê Tebaxê de li Reqayê were lidarxistin.

Koordînasyona KJK'ê di 9’ê Tîrmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û diyar kiribû bi wesîleya 3’ê Tebaxê Qetlîama Şengalê û 15’ê Tebaxê roja ku Talîbanê li Efganistanê dest danîbû ser desthilatdariyê, di navbera 3-15’ê Tebaxê de wê bi şîara ‘Li dijî êrîşên mêran em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ wê kampanyayê bide meşandin. Piştre jî di 31’ê Tîrmehê de tevger û rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî ragihandin ji bo deng bibin jinên Şengal û Efganistanê wê tevlî kampanyayê bibin.

Ligel gelek çalakiyên di bernameyê de wê di 7'ê Tebaxê de li Reqayê forûmek were lidarxistin. Di 8’ê Adara 1857’an de li New Yorkê 129 xebatkarên jin hatibûn şewitandin ji bo ku balê bikişînin ser vî tiştî wê 129 jin tevlî forûmê bibin. Kongra Star, Civaka Jinan Zenobiya, Meclîsa Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Akademiya Jineolojiyê, Meclîsa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Jinên Êzidî, Yekîtiya Jinên Ermenî û rêxistinên ji welatên Rojhilata Navîn wê tevlî forûmê bibin.

Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Civaka Jin a Zenobiya Nesrîn Hesen û Endama Komîteya Siyaseta Demokratîk û Têkiliyên Kongra Star Pencewîn Elî, hin nirxandin kirin.

PIŞTGIRIYA JI BO PÊNGAVA KJK’Ê

Pencewîn Elî diyar kir ku ew piştgiriyê didin pêngava ku KJK’ê daye destpêkirin û got, “Tevgera piştevaniya jinan a li Şengal û Efganistanê ku bi pêşengiya KJK’ê hat destpêkirin, rastî serdemeke girîng hat. Li Şengalê bi hezaran jin hatin qetilkirin, li Efganistan û cîhanê hêj jî qetilkirina jinan didome. Komkujî û destavêtin êdî bûye tiştekî sîstematîk. Di qetlîama Şengalê de herî zêde zarok û jinan xisar dîtin. Heta niha jî aqûbeta gelek jinan ne diyar e. Li Efganistanê jî heman tişt heye. Di sala 2021’an de dema ku Talîbanê Efganistan desteser kir jî şîddeta li ser jinan zêde bû, jin tên qetilkirin, mafê wan ji destê wan tê stendin. KJK’ê li ser vî esasî pêngavek da destpêkirin, me jî di 31’ê Tîrmehê de piştgiriya xwe eşkere kir.

Rastiya ku forum li Reqayê wê pêk bê, xwedî wateyeke cuda ye. Reqa ku paytexta DAIŞ’ê bû, bi vîn, têkoşîn û berxwedana jinan hate rizgarkirin. Li bajarê ku berê navenda êşkence, talan, destavêtin û qetlîamên DAIŞ'ê bû, îro jin tên cem hev, balê dikişîne ser rola jinê ya di avakirina jiyana azad de. Di dîroka jinê de him berxwedan û him jî qetlîam heye. Ji bo komkujî û hedefgirtina jinan dubare nebe, wê bi beşdariya 129 jinan nîqaş werin kirin û êrîşên feraseta baviksalarî werin pûçkirin.”

DIVÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR WERE GEŞKIRIN

Nesrîn Hesen bal kişand ser erk û berpirsyariyên rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, “Tiştekî din ku em weke erka xwe dizanin, bîranîna jinên hatine qetilkirin û zindîkirina wan e. Bi taybet bîranîna jinên di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de hatin qetilkirin û lêkolînên li ser jinên ku aqûbeta wan nayê zanîn, em wekî berpirsyariya xwe ya sereke dibînin. Her wiha ji ber rewşa jinên li Efganistanê jî li ber çavan e, hemû metodên şîddetê li dijî jinan tê kirin. Berpirsyariya me ev e ku em balê bikişînin ser şîddeta li ser jinan û pêşiya şîddetê bigirin. Heke îro jî şîdet di vê astê de berbelav be, em hîna negihiştibin hemû civakan û li dijî zîhniyeta baviksalarî jî aliyên me yên qels ên ji bo têkoşîna hevpar hebe, ev cihê rexneyê ye.

Em dixwazin ji cîhanê re ragihînin ku em li dijî hêzên dagirker û şaneyên veşartî yên li herêma me li dijî jinan in. Em dixwazin bidin diyarkirin ku jin li van herêman rêxistinkirî ne. Bi şoreşa li herêmê re jinan îspat kir ku di her qadê de pêşeng in. Hemû cîhanê dît ku jinan di rizgarkirina van herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de roleke mezin lîstin. Ji ber vê yekê em dixwazin jinên cîhanê zincîra koletiyê bişkînin û rêya diçe azadiyê bidin destpêkirin."