Forma Femînîst destpê dike

Forma Femînîst destpê dike

Forma Femînîst a Navneteweyî ku ji aliyê Kaos GL hat organîze kirin destpêkir. Ji 14 de welatan gelek femînîst tevlî Formê bûn.

Forma Femînîstan a Navneteweyî ku dê du rojan bidome li  salona Konferansa Ahmet  Taner Kişlali ya Kampusu Cebecî hat destpêkirin.

Tê payîn ku forma ku ji aliyê Kaos GL’ê ve hatî organîze kirin ji Misir û Lubnanê jî tevlî bûn çêbibe. Forma Rêhevaltiyê ku dê jin û endamên LGBT’ê tevlî bibin, dê endama Lijneya Şêwermenda Kaos GL Sîmten Coşar, ji Rêxistina Xebatkarên Femînîst Nazra ya Misirê Kholoud Bîdak, endama ji Tundî û Îstîsmarê re êdî bese ya Lubnanê Hîba Abbanî û Endama Rêxistina LGBT a Bedaya Misirê weke axaftvan tevlî bibin. Wekedin dê şaredara BDP’a Nisêbînê Ayşe Gokkan jî weke panelîsvan tevlî bibe. Di rûniştina duyem a “Forma Rêhevatî” de dê ji Beşa Zanista Bingehîn a Xebatên Jinan a Zanîngeha Enqereyê Alev Ozkazanç, ji Komeleya Jinan a Wanê VAKAD Zozan Ozgokçe û Endama Weqfa Şêwirmendiya Jinan a KADAV Gulner Elçik tevli bibin.  

Hate payîn ku, dê ji 14 welan û Tirkiyeyê femînîst tevlî bibin. Form dê ji her kesîre vekirîbe. Kesên dixwazin jî dikarin tevlî bibin. Femînîstên ji Bosna-Hersek, Hirvatîstan, Gûrcîstan, Yunanistan, Kosova, Makedonya û Filîstînê ku ji bo “Tura Herêmî ya li hemberî Homofobiye” bên Enqerê destnîşan kirin dê piştgiriyê bidin Forma Femînîst a Jinan. Cardin Rêxistina Sendîkal TIE-Netherlands a Hollanda û sendikayên Sendikaya herî mezin a rayagiştî  AbvaKabo FNV a  Hollandayê jî ragihandin ku ji bo piştgiriyê bidin  Forma Femînîst a Navneteweyî  dê li Enqerê bin.