Fîdan Dogan hate bîranîn: Em ê ji qatilan hesap bixwazin

Fîdan Dogan a ku di komkujiya Parîsê de hatibû qetilkirin li ser gora xwe hate bîranîn. Berdevka Partiyê ya HDP’ê Ebrû Gunay di bîranînê de axivî û got “Em ê ji qatilan hesap bixwazin.”

Yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya sala 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin. Ji têkoşerên jinên Kurd Fîdan Dogan li ser gora xwe ya li Taxa Xopon a Elbistan a Mereşê hate bibîranîn. 

Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê, parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) tev li merasîma bîranînê bûn. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. 

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di merasîmê de axivî û wiha got: “Em hevrêyên Fîdan, Sakîne û Leylayê, em wan li quntarê Nûrheqê bi bîr tînin. Komkujiya ku 10 sal berê hatibû kirin hê nehatiye ronîkirin. Tu gotin û sal bi têrî qalkirina hevalên me nakin. Me dizanî ku desthilatdarî ji têkoşîna jinên Kurd gelekî ditirse lê ev tirs veguherî qetilkirina jinên Kurd a bi hovane. Ev 10 sal in em dizanin bê ka kîjan hêz li pişt tetîkkêş in. Jinên Kurd û rêhevalên wan pir baş dizanin. Dewletan bi girtina tetîkkêşan re gotin ku cînayet ronî kirine lê em dizanin ku faîlên rast hê hesab nedane. Heke em bixwazin pêşî li ber komkujiyên nû bigirin, divê em hêzên li pişt tetîkkêş derxînin holê û hesab jê bipirsin. Di qeydên ku li ser çapemeniyê hatine parvekirin de faîlên rasteqîn ji xwe xuya dibin lê hêj nehatine dîtin. Kujerên rast hatin veşartin. Em jin bi rastiyan dizanin û em ê hesab bipirsin.” 

‘HEKE CÎNAYET BIHATA RONÎKIRIN WÊ KOMKUJIYA DUYEMÎN PÊK NEHATA’

Di berdewamê de Gunay got ku bîranîna 9’ê Çileyê girîng e û wiha pê de çû: “Heke ev cînayet 10 sal berê bihata ronîkirin, wê Komkujiya 2’yemîn a Parîsê pêk nehata. Heke ji kujerên Sakîne, Leyla û Fîdanê û ji hêzên pişt tetîkkêşan hesab bihata pirsîn wê ev cînayetên din nehatina kirin. Lê dost û dijmin her kes pê dizane ku jinên Kurd ji tu zext û komkujiyan netirsiyan û wê netirsin. Jinên Kurd di têkoşîna xwe de tu carî paşvegav neavêtin. Sekna Sakîne Cansiz a li Zindana Amedê mînaka vê ya herî şênber e. Em vê rastiyê ji Fîdanê dizanin ku tevî hemû polîtîkayên pişaftinê jî li derveyî welat dijiya, em ji Leylayê dizanin ku têkoşîna ciwanan dimeşand. Hemû cîhan îro bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ ku sembola têkoşîna jinên Kurd e li ber xwe didin. Dewlet çiqas qirêjî dibin bila bibin lê nikarin xwe li pêşiya jinên ku biryara berxwedanê dane bigirin. Zû yan jî dereng ev heqîqet teqez dê derkeve holê û faîlên wan her sê jinên kurd hesabê bidin.”

‘WÊ JINÊN KURD CIVAKA DEMOKRATÎK AVA BIKE’

Bi domdarî Gunay wiha got “Wê kujerên Sevê, Fatma, Pakîze û Evîn Goyî hesabê bidin. Me soz daye hevalên xwe ku wê heqîqetê derxînin holê. Wê hesabê her hevaleka me ya hatiye qetilkirin bipirsin. Ev yek jî wê bi saya têkoşîna jinan û bi felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ bibe. Em bi saya biryardarî, birêxistinî û têkoşîna xwe van cînayetan ronî bikin. Di serî de bo Fîdanê, ez bo kesên li Parîs û Silopiyayê hatine qetilkirin soz didim ku em ê xeyala wan pêk bînin. Wê jinên Kurd ên azad li ser vê xakê azad bijî û civaka demokratîk ava bike. Em ji we hînî avakirinê bûn. Wê dilsoziya me ya bi we re bibe parastina dirûşma ‘jin, jiyan, azadî.’ Di şexsê Sakîne, Leyla û Fîdanê de ez hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînim. Bila ruhê we şad be ji ber ku wê berxwedana ‘jin, jiyan, azadî’ bijî.” 

Piştî axaftinan jî girseyê dirûşmên “Şehîd namirin” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Piştre jî beşdaran şalên mor û qurnefîl danîn ser gora Dogan û bîranîn bi dawî bû.