Fermandariya YJŞ’ê ji bo 25’ê Mijdarê daxuyanî da

Fermandariya YJŞ’ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê diyar kir ku qîrîna sê xwişkan a berî niha bi salan li Domînîkê bilind bû, îro li tevahiya cîhanê bûye qîrîn û meşaleya têkoşînê ya jin û gelên bindest.

Fermandariya YJŞ’ê bi wesîleya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê ya Cîhanê li ser malpera xwe ya fermî ya YJŞ’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hat gotin: “Em di serî de Xwişkên Mîrabel ên 25’ê Mijdarê ji aliyê dîktatoriya faşîst a Domînîk ve hatin qetilkirin, tevayî jinên ji ber hovîtiya bi serweriya zilam û zîhniyeta paşverû ya faşîst, bûne qûrbanî bi rêz û hurmet bi bîr tînin, tevayî şehîdên têkoşîna azadiyê ya jin ên jiyana xwe fedayî azadiya jinê kirin û rotaya me ya qewîn a rêûresma berxwedan û pêşeroja me ne bi minnet yad dikin. Qîrîna sê xwişkan a berî niha bi salan li Domînîkê bilind bû, îro li tevahiya cîhanê bûye qîrîn û meşaleya têkoşînê ya jin û gelên bindest.”

Fermandariya YJŞ’ê da xuyakirin ku erdnîgariya Rojhilata Navîn ku tevahiya dîroka şaristaniyê bi destê jinê, navenda civakîbûn û serwextbûnê bû; îro kirine rewşeke ku bedena jin û çanda wê ya jiyanê hatiye mêtin û bûye dergûşa talan, komkujî û şeran û wiha dewam kir, “Qirkirina jinê bi qirkirina cins a biyolojîk ve bi sînor nemaye, dibe îfadeya rêveçûna dîrokî ya tevayî civak û qadên jiyanê rastî qirkirinê hatiye, tê mêtin û kirine pêvajoyeke kûr a esaret û koletiyê. Ya di şexsê jinê de hatiye xistin, bi qirkirin û koletiyê re rûbirû hatiye hiştin hemû nirxên demokratîk û pêşeroja azad a mirovatiyê ye. Encamên herî girîng ên komkujiya bi serweriya zilam û çanda tecawizê, jinên Êzîdî yên bûne hedefa zext û êrîşên her cure neteweyî, bawerî û cinsî dijîn. Paşverûtiya bi serweriya zilam, di tevahiya dîroka şaristaniyê de bi rengên cuda û maskeyên îdeolojîk be jî komkujî û mêtina jinan wek qanûna xwe ya tevgerê ya esasî dîtiye, jinên me yên Êzîdî di her demê de kirine objeyeke fermanên mezin, kolekirin, esaret, bazarên jinan û tecawizan. Her cure êrîş û pêkanînên cinsiyetperest û serwer a nêrza ku wek qederê dane nîşandan, xwestine bi vê nasnameya jinê terîf û meşrû bikin.

Fermandariyê destnîşan kir ku bi fermana herî dawî re, li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve jinên Êzîdî rastî qirkirineke mezin hatine û got: “Bi hezaran jin hatine qetilkirin, bi hezarê ji wan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê yên avakarên zîhniyeta tacîzkar û tecawizkar in, dîl hatin girtin li bazarên koleyan hatin firotin. Dîsa fermana 3’yê Tebaxê, bi tiştên dan jiyîn bûye îfadeya herî berçav a rastiya ku jinê êşa herî dijwar jiyaye. Piştî êşên bi çanda tacîz û tecawizê bi jinên me yên Êzîdî dan kişandin, me bi navê YJŞ’ê xwe rêxistin kir û bi berxwedana li Şengalê hat pêşxistin zîhniyeta wek qeder dihat nîşandan û ferzkirin hat parçeparçekirin. Têkoşîn û îradeya jinan a dihat xwestin bi fermanan were tunekirin, di şexsê şehîd Bêrîvanan de, jina azad a nû û jina berxwedêr a têk naçe hatiye afirandin. Weke li Rojava û li her cihê Kurdistanê di şoreşa Şengalê de jî rola jinê û rengê wê yê hakim ê di jiyanê de bi şoreşa hatin jiyîn, hilweşîn û tunekirina zîhniyeta tacîzkar û tecawizkar jî bi xwe re aniye.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li ser vê bingehê di serî de jinên me yên Êzîdî em bang li tevayî jinên cîhanê dikin ku, bi serwextbûna ku xweparastin li hember şîdeta li dijî jinê bersiva yekane ye, tevlî têkoşîna ku ne tenê rojekê her rojê li hember şîdeta li dijî jinê berxwedan û rêxistinbûna jinê tê mezinkirin bibin. Bi dewrgirtina ala têkoşînê ya Sarayan, Bêrîvanan, Delalan û bi bîranîna wan a ji rengê jinê, mirovatiya azad a ber bi serketinê ve dimeşe û bi cîhaneke azad wê bigihêje serfiraziyê. Jiyaneke adil û azad a her cure şîdet û mêtinkarî wê têde bi dawî bibe, tenê bi têkoşîn û azadiya jinê mimkun e. Jina Êzîdî ya Azad wê bibe afirînera Şengala azad û xweser.