Fakulteya Jineolojî ya Rojava roja Duşemê dest bi perwerdeyê dike

Fakulteya Jineolojiyê ya li Rojava, ku li gelemperiya cîhanê ya yekê ye, roja 16'ê Cotmehê dest bi perwerdeyê dike.

Jinên ji Rojava, li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişloyê Fakulteya Jineolojiyê ava kirin û mohra xwe avêtin binê gaveke nû. Fakulteya Jineolojiyê, ku ji bo ronîkirina dîroka veşartî ya jinê û danîna hîmê zanistiyê yê jinê hatiye avakirin, roja Duşemê dest bi sala nû ya perwerde û hîndekariyê dike.

Fakulteya Jineolojiyê, ku wê 2 salan perwerde bê dayin, ji 11 dersan pêk tê. Li Fakulteyê, zimanê perwerdeyê wê Kurdî be. Dersên "Destpêka Jineolojiyê", "Têgin û teorî", "Şaristaniya Navendî û Şaristaniya Demokratîk", "Sosyolojiya Azadiyê", "Zayendîparêzî", "Rejîma Rastiyê", "Zimanên Kurdî, Îngilîzî, Erebî, Rêyên Lêkolînê û Agahiyên Teknîkî yên Kompûterê" wê di nava 4 mehên destpêkê de bên dayin. Piştre wê dersên "Estetîk, Rewşa Demografîk, Hevserokatî, Siyaset, Aboriya Komunal" bên dayin.

Her wiha di qonaxa destpêkê de wê tenê xwendekarên jin karibin li fakulteyê bixwînin. Fakulteya Jineolojiyê piştî wextekê wê veguhere akademiyê.