‘Ez ji Barînê hînî ken bûm, berxwedanê jî ji Avestayê hîn bûm’

‘Ez demeke kurt bi heval Avesta re mam lê ez ji wê hîn bûm ku mirov dive çawa bi vîn be û berxwedan çiye. Vîna wê pir xurt bû. Çi kesê ku pê re dijiya dizanîbû ku wê bibe xwedî çalakî û jiyaneke mezin.’’

Li Efrînê ku berxwedana li dijî dagirkeran didiome dema ku em ji bo ku biçûna çalakiyekê me hazirî dikir em li rasta Amara Botan tên. Bi rûyê xwe yê biken weke ku biçe govendê xwe hazir dikir. Çeka xwe, muhîmmmatê xwe hazir dike li pey hev. Wiha bi sivîkî tevdigeriya,, dema ku hîn dibe ku em nûçegihan in bi germî nêz dibe û dibêje, ‘’Herî dawî min hevpeyvîn dabû Heval Arvîn. Avrîn ku ji me weye şehîd bûye, piştî bi 26 rojan bi rengekî birîndar xwe gihande me.’’

Hevalên xwe yên dî ku haziriyê dikin hembêz dike û wêneyekî bîranînê digire. Ji bo ku bejna wê kurt e henekan lê dikin û ew jî dibêje, ‘’Heval di şer de bejna kurt baş e, dijmin hê tu nedîtî tu wan dibînî’’.

Belê, navê wê li ser e; ‘Berxwedana Serdemê’. Gelek jinên leheng ji nav berxwedanê derketin. Jîndar ku li ser girekî 3 rojan li ber xwe da, Viyan, ku ji bo cenazeyê hevrêyê xwe bistîne li eniyê bi tena serê xwe li ber xwe dayî…Çîroka hinan jê hemû  cîhanê bihîst yên hinan jê tenê hevrêyên wan ên li cem wan û Efrîniyan.

DIXWAZE BIBÊJE, NE XWE LÊ BERXWEDÊRAN..

Amara jî yek ji wan jinan e. Dijî, şer dike, bawer dike, pabendê bîranînan e û di eniyên pêş ên berxwedanê de ye. Her wiha hij ji axaftinê dike, xweş civat e û dixwaze bibêje. Ne xwe, dixwaze hevrêyên xwe yên şehîd ên jin  bibêje û dibêje, ‘’Ez ji heval Barîn hîn bûm ku ken rengekî berxwedanê ye û ji heval Avesta hîn Bûm ku berxwedan rengekî jiyanê ye.’’

Amara ji Efrînê ye, 2014’an 2014’an piştî ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bi ser Kobanê de anîn tevlî nav YPJ’ê dibe. Dibêje, ‘Wiha xuya nakim le 26 salî me’ dibêje bi cidîbûneke ku kenê xwe jî jê kêm nake.

Dema ku em dibêjin em dixwazin hevpeyvînekê bikin cihê xwe ew diyar dike û li nav zeviyeke şînahî de rûdine û dibêje, ‘’Ez pir ji şînahiyê hez dikim. Efrîn tev şînahî ye. Ev der xaka min e, ji bo vê jî bêhna wê ji bo min baş e.’’

Zêde behsa xwe nake. Mijarê dixwaze bîne sembola berxwedanê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê. Dixwaze behsa wan bike, jiyana xwe ya bi wan re. Dixwazin zêdetir werin naskirin û zanîn.

JI AVESTAYÊ HÎNÎ BERXWEDANÊ BÛM

Amara bi Avesta Xabûrê ku di rojên pêşî yên berxwedana Efrînê de li Bilbbilê çalakiyeke fedaî kiribû dest bi bîranînan dike, ‘’Ez berxwedanê, vînê ji wê hîn bûm. Ez demeke kurt pê re mam, lê ew qas bandor li ser min kir nayê gotin. Di jiyanê de tim bi tevger bû û vîna wê pir xurt bû. Hê nû tevlî YPJ’ê bûbû lê pir zû hîn dibûn. Dengê wê jî xweş bû. Dema ku moralê hevalekê nebû, dicû li cem wan rûdinişt û sirûd ji wan re digot. Her kes bi vîna wê ew nas dikir. Çi kesê ku pê re dijiya dizanîbû ku wê bibe xwedî çalakî û jiyaneke mezin. Ne jirêzê bû, dema ku mirov lê dinerî ev xuya dikir. Em pir kurt bi hev re man lê ez ji wê hîn bûm ku xwedî vîn bûm, berxwedan çiye ji wê hîn bûm. Niha jî ji eniya berxwedanê her ku guleyekê davêjim rûyê wê tê ber çav êmin, bi hêrseke meztir êrîşê dibim..’’

Her ku dibêje biryardariya li ser rûyê wê zêdetir dibe û tam wê demê balafir têne cihê ku em lê ne. Amara dibêje, ‘’Tenê xwe spartina vê teknîkê. Dema ku neçar dimînin ku ev werin pêşberî hev ditirsin û direvin’’ û dikene.

EZ HEMÛ XETÊN LI SER RÛYÊ BARÎNÊ DIZANIM

Piştî ku demekê sekinî vê carê gotin tê ser Barîn Kobanê ku li gundê Qurnê yê Bilbilê dewleta Tirk û çeteyên wê êrîş biribûn ser cenazeyê wê, ku Barîn Kobanê li dijî çeteyan êrîşeke fedaî kiribû. Amara dibêje, ‘’Em bi heval Barîn re pir man. Ez hemû xetên li ser rûyê wê zanim. Ken pir li jinan tê lê pirtir li heval Barîn dihat’ û bi coşiya li meydana şer behsa hevrêyên xwe dike.

 ‘Em bi hev re jiyan, bi hev re me şer kir. Herî pir kenê wê bandor li min kir. Dema ku min nû ew dîtî min gotibû hevalên cem xwe, ‘ev heval pir xweşik dikene’. Piştre  demekê min ew şopand ji dûr ve. Rast bibêjim, heta beriya ku wê nas bikim min fedî dikir bikenim. Min digot, ‘ez leşker im, divê nekenim’. Lê dema ku min ew nas kirî, ez hîn bûm ku şoreşger divê di her şertî de bikaribe bikene.’’

Ez bibêjim ez ken ji wê hîn bûm wê rast be. Bi coşiyeke mezin dihate eniyê û beriya xwe yên li cem xwe difikirî. Ji ber ku heval tenê mabûn hevalan xwestin ku ji qada lê ye derkeve lê dîsa derneket û ji bo ku cenazeyê hevalên şehîd bistîne çalakiya fedaî kir. Dema ku diçû çalakiyan bi kenê ser rûyê xwe hêz û moral dida me hemûyan..’’

Amara herî dawî gotinê tîne ser xebatkara çapemeniyê ya YPJ’ê Avrîn Mahsûm ku 30’ê Cotmehê dema ku dîmen tomar dikir li Raco birîndar bûbû û piştî 26 rojan gihaştibû yekîneya xwe û dibêje, ‘Herî dawî min hevpeyvîna xwe dabû wê, beriya ku biçe me xatir ji hev xwestibû.’’

Piştî civata ku dirêj dom kir, li ser rûyê Amara ku bi qilqilî haziriya xwe dikir kenê Barînê û biryardariya Avestayê xuya dike..

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka