'Ez bi bedewiya jinê dijîm'

Tevî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, tevlîbûnên nû yên li nava refên PKK'ê jî zêde dibin. Gerîla Kavenda Serhed guherîna jiyana xwe weke şoreşê bi nav kir.

Kavenda Serhed li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Sedema xwe ya ji bo tevlîbûna li nava refên gerîla vegot: "Ez li cihekî ku mafên jinan ji nedîtî ve dihat, dijiyam. Hebûna feodalîteyê, rê li ber gelek zor û zehmetiyan vedikir. Zarokên keç di emrekî biçûk de dizewicandin. Ev tê vê wateyê; dema tu bû 13-14 salî tu êdî ne zarok e, tu bûye keçek ciwan. Ji ber vê yekê zextên li nava civakê herî zêde li zarokên keç tên kirin. Jiyana min jî bi van zor û zehmetiyan derbas bû. Baş bi serdema zarokatiyê nizanim. Ji ber ku zarokên keç ji destpêkê ve meseleyeke namûsê ye. Neçar in her tim mîna mezinan tevbigerin. Dema hinekî emrê xwe çêbû, êdî dema wê ya zewacê tê. Em nikarîbûn ji malê derkevin. Nedibû ku jin bi mêr re baxive, her tim karê li malê dikir. Dema kêmasiyeke biçûk dikir, yekser lê dihat xistin. Ev rewş ji bo tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê derbas dibe. Me ev didît. Li aliyê din zexteke giran a dewletê jî li me dihat kirin. Li nava malê zexta malbatê, li dervre jî zexta dewletê. Ya min ê ev jiyan qebûl bikira û bibûya koleyek ji mêrekî re, ya jî min ê dest bi lêgerîna azadiyê bikira. Di vî warî de gelekî ketim nava hewldan û lêgerînan. Lê belê min bi rê û rêbazê nezanîbû. Piştre min heval nas kir.

'HETA KU MIN PKK NAS KIR, LI BER JINBÛYÎNA XWE RADIBÛM'

Ez difikirîm ku jiyana gerîlayên PKK'ê, hurmeta wan a l jinê, hezkirina wan gelekî cuda ye. Ew mirov bûn ku jin gelekî hêja didîtin. Piştî ku min ew nas kir, min dest bi xwendina Rêbertî kir. Bi wendina Rêbertî re mîna ku ruhê min ji nû ve dafire. Carna bi saetan ez li ser pirtûkan digiriyam. Ev girî giriyê kêfxweşiyê bû. Ev ferasetek bû ku bersiv dida qîrîna min, min fêhm dikiri û ji ber ku jin im ji min hez dikir. Yekemcar ji ber jinbûyîna xwe min ji xwe hez dikir. Beriya wê, ji ber îşkence, lêdan û zextê ez her tim li ber jinbûyîna xwe radibûm. Halbûkî jinbûyîn bedewî bû, jin jiyan bû. Ez ji PKK'ê hînî vê bûm. Ji Rêber Apo hînî vê bûm. Ev hestên min nayên vegotin. Ji xwe piştî wextekê min biryar da tevlî nava refên PKK'ê bibim."

'DI ASTA ŞOREŞÊ DE JIYANA MIN GUHERÎ'

Kavenda qala guhertina jiyana xwe ya li nava refên PKK'ê dike: "Piştî ku hatim serê çiyê, tevlî perwerdeyê bûm. Tevlî gelek perwerdeyên îdeolojîk bûm. Wekî din di gelek perwerdeya de em hîn bûn ku bi çi rengî li jiyana xwezayî vegerin. Her kêliya PKK'ê perwerde ye. ya rast piştî wextekê ez bi xwe hesiyam ku nû bûme. Di asta şoreşê de diguherîm. Eleqeya li vê derê weke jinekê ji bo min dihat nîşandan, min gelekî kêfxweş dikir. Dilsozî û hesta hevrêtiyê li vê derê gelekî xurt e. Jin gelekî dilsozê hev in, hev du xurt dikin. Lewma her roja vê jiyanê gelekî hêja ye. Tiliya te xwîn bibe, serê te hinekî bêşe, hemû hevrê tên yek bi yek bi te re eleqedar dibe, li rewşa te dipirse û heta tu baş bibe, bi te re ne. Dibînim ku hêja me. Ez li vê derê bedewiya jinbûnê dijîm. Bi dîtina min divê jinên li gelemperiya cîhanê PKK'ê nas bikin. Eger dixwazin cewhera xwe bibînin, yên ku vê bikin PKK û felsefeya Rêbertî ye. PKK'ê jiyana min guherand."