Evîn a Rojavayî li cihê lê hatibû qetilkirin hate bibîranîn

Koçbera Kurd a Rojavayî Evîn Ekrem Elî ya ku duh li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin, hate bibîranîn.

Bi sedan kesên li kampa koçberên Kurda Kavrîoyê hatin ba hev, ji bo Evîn Ekrem merasîmeke ya bîranînê pêk anîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê pêk hat. Piştre Salîha Roj axivî û bal kişand ku di nava civakê de jin weke zimetkarê zarok û rola namûsê lê tê ferzkirin û got: “Jin ne xizmekarê zarok û namûs e. Jin ên nîva cîhanê pêk tîne û li aliyê din yê nîva din tîne dinê ye. Namûs ji bo me azadiya me ye. Heta dawiyê ji bo azadiya jinê em ê têbikoşin.”

Welatiyeke din a bi anvê Rûşen jî got: “Li gelek deverên cîhanê her rojê bi hincetên cihê jin ji aliyê mêr ve tê qetilkirin. Sedem çi dibe bila bibe, em qetilkirina jinan qebûl nakin, asayî nabînin. Qetilkirina jinê tê wateya qetilkirina jiyanê.

Piştî axaftinên hatin kirin û şûnde bi sedan kes ber bi cihê ku Evîn lê hatibû qetilkirin meşek bêdeng lidar xistin. Li cihê Evîn lê hate qetilkirin find hatin pêxistin û qurnefîl hatin danîn

Bîranîn bi ‘jin, jiyan, azadî’ bi dawî dibe.

Evîn Ekrem Elî ya berî 2 salan çûbû Yewnanistan a xwediyê 4 zarokan, li qata jor a avahiya polîsan ku weke koçber li bajarê Lavrîoyê dijiya ji aliyê hevjînê xwe Behzat Elî ve hate qetilkirin.