'Ev welat, welatê komkujiyan e!'

Dayikên şemiyê, hefteya 717'emîn a çalakiya, ji bo Îsmaîl Bahçecî careke din li hev civiyan. Dayika Mûrat Yildiz ê destgîrkirî hatî windakirin Hanîfe Yildiz got, “Tirkiye welatê komkujian e!”

Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî pirsîn. Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz bang li Hevjîna Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan Emîne Erdogan kir û got: “Emîne Xatûn, te qet kurê xwe Bilal winda kir? Na, te winda nekir. Emîne û Bîlal li qesrê dijîn û li wir kolanan li me qedexe dikin.”

 Dayikên Şemiyê bi armanca winda bên ditin kujer bên darizandin di hefteya 717’an de xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan dîsa dayik asteng kirin û destûr nedan ku dayik li Qada Galatasayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Polisan beriya çalakiyê ketin û derketina kolanên diçin ÎHD'ê dorpêç kir. Tevi hemû astengiyan dayikan bi wêneyên zarokên xwe çûn li şaxa ÎHD'ê kom bûn û xwestin bimeşin Qada Galatasaryê. Piştî polîsan destûr nedan dayikan, vê carê dayikan li pêş deriyê ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan tîşortên ku wêneyên zarokên wan ên winda li ser heye li xwe kirin û daxuyanî dan. Vê hefteyê gelek parazvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Dayikên Şemiyê di çalakiya vê hefteyê de qûbeta Xwendekarê Çapemeniyê yê Zanîngeha Marmara Îsmail Bahçecî pirsîn û edalet xwestin.

 BIRAYÊ BAHÇECÎ: 24 SAL IN DI BÎRA MIN DE YE

 Di çalakiyê de birayê Îsmail Bahçecî Umut Bahçecî, bi pirsa "Zarokên we jî yên li Zanîngehê dixwînin hene. Ger ku li welatê xwe bê kuştin hûn wê çi hîs bikin? Wê hişê we derkeve ne wisa? 24 salin ji aqilê min dernakeve. Ji hişê dayika min dernakeve. Bavê min ji qehra wî mir. Me li welatê xwe birayê xwe winda kir. Bila ji me bipirsin çima hûn li vir rûdinên? Bila bêjin em wê êşa van mirovan çawa kêm bikin. Êşa me tevan yek e. Em hemû kesên li vir bûne wekî malbatekê. Herîn Mehmet Agar bigirin. Qatilê bariyê min e. Wî teslîmî darazê bikin. Ji xwe we canê min ji min stendiye. Çima hûn min digirin?

 Dayika Murat Yildiz Hanife Yildiz jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Em li vir kî ne? Koma polîsan li vir çi dike? Em li vir li xizmên xwe yên hatin windakirin digerin. Xwîna me ya li kolanan hişk nabe. Şîna me ya li malê xelas nabe. Her roj mirovên me tên kuştin. Hemû kesên li vir di çalakiyê de, temenê wan ji yên polîsan mezintir in. Hin ji wan li neviyên xwe û hin ji wan li zarokên xwe digerin. Lê polîs li benda fermanekê ne ku êrîşî me bikin. Em dibêjin biçin Tansu Çiller û Mehmet Agar darizînin.'

 'EV WELAT BÛYE WELATÊ KOMKUJIYÊ'

Yildiz, da zanîn ku ev welat bûye welatê komkujiyê û wiha pêde çû: "Ev deriyê li pişt me deriyê mafên mirovan e. Li ber vî derî mirov nayên windakirin. Wan naxin poşetan û winda nakin. Ez dayik im. We mafê min ê dayikê ji destê min girtiye. Ez hêza xwe ji wîcdan û mafê xwe yê dayikbûnê distînim. Lê hûn heza xwe ji çop û keça xwe distînin. Dibe hûn min biçûk bibînin. Wê dilê min pir mezin e."

 ‘TE QET BÎLAL WINDA KIR?’

 Yildiz, bang li hevjîna Serokomar Emîne Erdogan jî kir û wiha got: "Emîne Xanim te tu carî kurê xwe Bîlal winda kiriye? Te winda nekiriye. Bilal û Emîne li Qesrê ne. Em jî li kolanê ne. Ew li qesrê kolanê li me qedexe dikin. Kî pereyê van kolanan dideku tu van kolanan li me qedexe dike." Polîsan bertek nîşanî axaftinan da û gotin' Nekevin nava van axaftinan' Yildiz, bertek nîşanî polîsan da û got "Kes nikare Qadan li Hanife Yıldız qedexe bike." û bertekên xwe anîn ziman.

Piştre Xwişka Hasan Ocak Masîde Ocak daxuyanî da.

 ‘DESTGÎRKIRINA BAHÇECÎ HATE ÎNKARKIRIN’

Di hefteya 717’emîn de xwişka Hasan Ocak Medîne Ocak daxuyanî da û çîroka xwendekarê Zanîngeha Marmarayê ku beşa rojnamegeriyê dixwend, Îsmaîl Bahçecî parve kir. Ocak, anî ziman ku malbata Bahçecî 24 salin li vê qawê li aqûbeta kurê xwe digere û wiha got: "Xwendekarê Zanîngeha Marmarayê ku beşa rojnamegeriyê dixwend Îsmail Bahçecî, di heman demê de Serokê Federasyona Komeleyên Xwendekarên Tirkiye bû. Ji ber nasnameya xwe ya polîtîk bi dehan caran hat destgîr kirin. Di sala 1993'an de polîsan gelek caran li mala wan lêgerîn kir. Di 24'ê Kanûna 1994'an de kesek bi telefonê li malbata Bahçecî, geriyan û diyar kir ku Polîsan Îsmaîl destgîr kirin û birin Midûriyeat Polîsan. Bav Şehmus Bahçecî bi lez çû Midûriyeta Polîsan a Gayrettepe û serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê ya Stenbolê da. Lê destgîrkirina Îsmail înkar kirin û pişte 24 salin tu agahî ji îsmaîl nayê girtin.”

Ocak herî dawî destnîşan kir ku ew dest ji qada Galatasarayê bernadin û ew dîsa qada Galatasarayê dixwazin.