Êrîşî xwendekarên standa 8’ê Adarê vekirin hate kirin
Rêveberiya Kampusa Bomontî ya Zanîngeha Hûnerê Ciwanekarî ya Mîmar Sînan (MSGSU), xwe li standa ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate vekirin, ranegirt.
Rêveberiya Kampusa Bomontî ya Zanîngeha Hûnerê Ciwanekarî ya Mîmar Sînan (MSGSU), xwe li standa ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hate vekirin, ranegirt.
Rêveberıyê, ferman da hêzên ewlekariya tabet êrîşî standa ku xwendekarên jin ên zanîngehê vekiribûn bikin.
Zanîngeha MSGSU’yê, tehemûla dengê jinan a 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê nekir. Bi fermana sekreterê fakulteyê hêzên taybet ên ewlekariyê êrîş birin ser standa ku ji aliyê jinên li zanîngehê di saet 16:00’an vedan kirin, standa ku ji bo biranîna Leyla Dogan a li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, ji bo Dîlek Dogan a li Kuçuk Armutluyê ji aliyê polîsên tîmên taybet ve hate qetilkirin û Hatîce Ezgî Sadet ku di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû hate vedan û wêneyên wan hatibûn daliqadin, hate qetandin, dest danîn ser pankartan. Li dijî van pêkanînên kêfî jinên li zanîngehê bi dirûşman êrîş protestokirin.