‘’Erdogan ê ku tu wî pîroz dikî kujerê gelê me ye’’
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrik li dijî gotinên Barzanî ku Erdogan pîroz kiribû bi gotinên tund helwest nîşan da.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrik li dijî gotinên Barzanî ku Erdogan pîroz kiribû bi gotinên tund helwest nîşan da.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk ji Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî re got: Erdogan ê ku ne DYE û YE lê tu pîroz dikî, bêyî ku cihêtiyê bixe navbera gerîla û pêşmerge Kurdan dikuje. Te hay jê heye ku xizmetê çi ji re dikî?
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Zilar Stêrk diyar kir, divê hebûna mêtingeriya dewleta Tirk a li hemû parçeyên Kurdistanê, ku xwe li dijminatiya Kurdan ava kiriye were lêpirsîn û got, li şûna vê nîqaşkirina hebûna gerîla xeflet e. Stêrk diyar kir têkoşîna Kurdan a ji bo statûyê, ji bo parastina destkeftinê xwe û ya ji bo xilasbûna ji nîrê mêtinger, ji bo dewleta Tirk weke kêşeyeke ontolojîk e û got lîdertiya PDK’ê ku hevkariya xwe ya aniye asta sûcdarbûnê divê êdî vê rastiyê bibîne û li dijî gelê Kurdistanê pozîsyona xwe biguherîne.
Stêrk pêvajoya ku dewleta Tirk êrîşa hewayî bi ser Şengal û Qereçoxê de anî, armanca êrîşê, berfirehiya wê, helwesta lîdertiya PDK’ê ji ANF’ê re vegot.
DIJÛNA LI PÊŞMERGEYÊN KURD JÎ DIKIN
Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Stêrk diyar kir bi fermana dewleta Tirk a di rêveberiya Erdogan de, çeteyên di bin banê PDK’ê de 3’yê Adarê bi ser Şengalê de berdane, lê bİ helwesta civaka Êzîdî û hêzên wan û helwesta tevahiya Kurdan a civakî pêşxistina vê êrîşê hatiye sekinandin û got, di êrîşa balafirên Tirk de hêzên Pêşmerge yên ku li Şengalê bi cih bûbûn jî bûne hedef. Li gel ku şehîd û birîndar hene jî, beriya ku dewleta Tirk daxuyaniyeke fermî bide gotina PDK’ê ya bi rengê ‘’bi şaşîtî çêbûye’ Stêrk weke xelfetê bi nav kir û got, ‘’Li şûna ku hesab bipirse, ji ber xwe ve dibêje ‘’şaşîtî bûye’ û bi vê hewl dide ku vê êrîşa faşîstî ya bi dijminatiya Kurdan a TC’ê paqij derxîne, ev kêmkirineke mezin e li Pêşmergeyên Kurd ên ku şehîd bûne. Hêza Pêşmerge ya binamûs divê vê qebûl neke.’’
Stêrk diyar kir mêtingeriya Tirk ku xwe dispêrê nîjatperestiyê, li ser dijminatiya Kurdan xwe ava kiriye û ji bo wê ti ferqa Gerîla û Pêşmerge nîn e û wiha domand: ‘’Binerin, mêtingeriya Tirk tevahiya zivistanê li hemû deverên Bakurê Kurdistanê operasyon kirin. Li Amed, Dersim, Xerzan, Botan û Serhedê bê navber êrîş anî. Hin herêmên diyar ên Rojava dagir kir. Her roj bi topan li Kantona Efrînê dixe. Her roj bi balafiran li Qadên Parastina Medya û gundên Başûrê Kurdistanê dixe.
Di van 3 rojên dawî de li qadên Besta, Kato, Amedê yên Bakurê Kurdistanê; li Başûrê Kurdistanê, li Amediye, Sêgirê, Lewcê, Bikrûska, Zergeleyê; Li Rojava Dêrik û herêma Qereçoxê û li Şengalê bi hevdemî bombeyên hewayî dike. Di van hemû operasyonan de şervanên YPG-YPJ, YBŞ-YJŞ, Pêşmerge û HPG-YJ-Starê û Kurdan li van deveran dijîn kirin hedef. Dewleta Tirk ti ferqa Kurdên Bakur, Başûr, Rojava, Şengalê nake. Ji ber ku di damarê me hemûyan de xwîna Kurdan heye.’’
TI LÛKSA KURDAN NÎN E KU WERE LÎSTIKÊ
Zilar Stêrk diyar kir divê Pêşmergeyên kul i Şengalê li dijî gelê Êzîdî hatine bicihkirin, hêzên Kurd ên Başûr û hemû Kurdên li hemû parçeyên Kurdistanê divê vê rastiyê baş bibînin û divê neyên lîstikê û got: ‘’Ti lûksa hêzên Kurdan ên siyasî, leşkerî nîn e ku werin lîstikê. Hemû divê hêzên xwe bikin yek û li dijî van hêzên mêtinger rawestin.’’
LI SER PÎROZKIRINA BARZANÎ A ERDOGAN
Zilar Stêrk li ser pîrozakirina Barzanî a Erdogan got: ‘’Bi destê dewletê ku ev 2 sal in li dijî Kurdan şerekî tund didin, encamên manîpulekirî a referandûmê ku bi zorê hate ferzkirin li Kurdistanê û li nîvê Tirkiyê nayê qebûlkirin. Gelê Tirkiyê ji roja hilbijartinêve li kuçeyan e û vê encama neheq protesto dike. AGÎT’ê rapora xwe weşand û got di van hilbijartinan de dek û dolab, neqanûnîtî hatine kirin. Ti welatekî Ewropayê bi fermî Erdogan pîroz nekiriye. DYE jî nazik nêzî vê mijarê dibe. Li gel ku ev qas tişt hişkere li ber çavan e jî ne pêkan e ku mirov fêhm bike bê ka Barzanî çawa li Erdoganê faşîst geriyaye û ew pîroz kiriye. Dema ku ew li Erdogan digere û wî pîroz dike, balafirên şer ên Erdogan gundên Başûrê Kurdistanê, gundên Rojava û Şengalê bombe dike. Her wiha hêzên wan ên ku wan li Şengalê bi cih kirin jî dibine hedef. Nexweşxaneya wî ya li Duhokê niha bi Pêşmergeyên Kurd tije ye ku bi balafirên şer ên dewleta Tirk birîndar bûne. Ti hêleke vê ya ku xizmetê ji êqil re dike nîn e.’’
PDK BELESEBEP HEWL DIDE KU XWE PÊ ÇÊBIKE
Zilar Stêrk diyar kir di serdema dawî ya Barzanî de bi taktîkî alaya Kurdistana Federe hatiye libakirin, dîmenên vê jî bi xweşikî nehatine dayin û tenê bi bertengî hatine dayin û got, ‘’bal kişandin ser wê tabûya ku Kurd nikarin bibin xwedî alayekê’’. Stêrk diyar kir mêtingeriya Tirk nikare ragire ku Kurd xwedî alayekê bin û ev di demeke kurt de diyar bûye. Stêrk got: ‘’Binerin, bi biryara Meclîsa Kerkûkê dema ku heman ala hate hildan, di cih de ultumaton dan û gotin, ‘’zû wê alayê daxînin.’’
Bi ser de Erdogan ew heqê gotina eletewş bi xwe re dît û got, ‘’Kerkûk ne bajarê Kurd e, bajarê Tirk .’’ Ji bo vê jî PDK belesebep xwe bi dewleta Tirk û şefê Qesrê yê nû çêdike ku bi ti rengî ti tiştekî li ser navê Kurdbûnê qebûl nakin.
DIVÊ HEBÛNA TIRKAN A LI BAŞÛR WERE LÊPIRSÎN
Stêrk bal kişande ser çapemeniya PDK’ê ku çawa mijarê dixebitîne, beravajî dike û ev weke pêveke şerê psîkolojîk e, divê Kurd li vê baldar bin û wiha got: ‘’Heke li holê tiştek hebe ku divê were lêpirsîn, ew jî siyaseta PDK’ê ye ku li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdan bi faşîzma AKP’ê re dimeşîne’’ û bi domdarî got: ‘’Mijara sereke ku divê Kurd lêpirsîna wêb ikin hebûna leşkerî û îstîxbarî ya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ye. Êrîşên wê yên her roj ên bi ser Başûrê Kurdistanê de ne.’’
KURD LI KÛ BIN PKK JÎ WÊ LI WIR BE
Stêrk diyar kir lê PDK li şûna ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûr bîne rojevê, tim hebûna PKK’ê ya li Başûr dike rojev û wiha got: ‘’PKK, gelê me yê Başûr jî di nav de ji bo hemû heqê Kurdan û azadiya wan şer dike. PKK rêxistineke Kurd e, wê ne li Kurdistanê be lê li kû be? Heqê herî meşrû û peywirek e ku PKK, rêxistina Kurd, li kûderê Kurd hebin li wir be û li her devera Kurdistanê be.’’
DIVÊ KOALÎSYON XWEDÎ HELWESTA ZELAL BE
Stêrk diyar kir dewleta Tirk ranagerê ku bi pêşengiya YGPê QSD, bi Koalîsyona Navdewletî ya bi lîdertiya DYE’yê Pêngava Xezeba Firatê bikin û Reqqa a di bin dagirkeriya Tirk de were rizgarkirin. Stêrk wiha got: ‘’Erdogan û hikûmeta AKP’ê ne rehet in. Ji ber ku naxwazin DAIŞ biqede. Sedema dî jî ya van êrîşên dawî hewldana xilaskirina çeteyên DAIŞ’ê yên qelsbûyî ye û li ber tinebûnê ye. Dixwaze bike ku DAIŞ a ku QSD’ê li Reqqayê dorpêç kiriye hilmekê bistîne. Ji hêlekê ve operasyona xilaskirina çeteyên DAIŞ’ê bû. Koalîsyona Navnetewî ya ku QSD’ê destek dike û bi ser DAIŞ’ê de diçe jî divê xwedî helwesteke xurt, zelal, vekirî be.’’
Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Zilar Stêrk bal kişande ser bangên Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, Hevserokatiya Kongra Gel, KNK’ê û got: ‘’Divê gelê Kurd li her deverê dakeve qadan û helwesta xwe nîşan bide. Divê ti Kurd van êrîşên faşîst qebûl neke. Ji van êrîşên ku li ser dijminatiya li Kurdan ava bûyî divê ti Kurd xwe bêrî nebîne. Em bang li hemû Kurdan dikin ku bi hişmendî û giyanekî hevpar li dijî van êrîşên faşîst li ber xwe bidin. Her wiha em dixwazin vê jî bibêjin; ji ber ku ev êrîş ji hêla dewleta Tirk ve hatiye kirin, her kesê li Tirkiyê têkildar dike. Li dijî em bang li hemû kesan dikin ku ji faşîzmê re dibêjin NA, bibin xwedî helwest.’’