Endama TJA’yê Bayram: Li hemberî netewe-dewletê em ê dakevin qadan

Çalakvana TJA’yê Halîme Bayram diyar kir ku di 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna Li Hemberî Şîddete Li Ser Jinê wê li hemberî avadaniya netewe-dewletê li qadan bin.

Çalakvana TJA’yê Halîme Bayram diyar kir tevî Meclîsên Jinan ên HDP’ê wê bi şîara ‘Li hemberî şîddeta dewleta mêran, şer û hejariyê em li her derê ne’ di 25’ê Mijdarê de li qadan bin.

Bayram diyar kir ku divê şîddeta li ser jinan wekî qirkirina jinan were pênasekirin û got “Li hemberî avadaniya netewe-dewletê em ê dakevin qadan û li hemberî pergala dewleta mêran jî em ê dengê xwe bilindtir bikin. Em dizanin di vê 25’ê Mijdarê de jî jin wê bi hêza xwe, xwe bi rêxistin bikin û li hemberî her cure zextan îtîraza xwe eşkere bikin. Têkoşîna jinan îtîraza xwe ya li hemberî pergala dewleta mêran diyar dike. Pergala serwer a mêran jî vî tiştî ji xwe re wekî gefekê dibîne. Di heman demê de tê xwestin bi rêya hejariyê jin werin terbiyekirin.

EM LI DIJÎ DEWLETA MÊRAN IN

Wê jin bi tu awayî li hemberî pergala serwer a jinan bêdeng nemîne. Ji ber ku her roj jin tên kuştin. Em dibînin dema jin vî tiştî qebûl nakin û dadikevin qadan, tê darizandin. Em ne bi tenê li dijî desthilatdara heyî li hemberî pergala mêrserwer jî dadikevinq adan. Fikra wan a siyasî çi dibe bila bibe, divê jin di warê zayendê de bigihêjin xalên hevpar. Li dinyayê êdî têkoşîna jinan didome û qet nasekine. Sedsala 21’ê wê bibe sedsela jinan. Netewe-dewlet a ku di sedsala 21’an de di krîzê de ye, têkoşîna jinan ji xwe re wekî astengiyekê dibîne. Dema em li Ewropa, Fas û Efganistanê, Tirkiye û Kurdistanê dinihêrin em dibînin ku xala hevpar a têkoşîna jinan, dîsa jin e. Li her dera dinyayê jin wisa nêzî hev dibin, ji ber vê jî netewe-dewlet jî li hemberî jinan êrişên xwe didomîne.”