Encamnameya Konferansa Jinê ya HDP’ê

Meclîsa Jinan a HDP’ê encamnameya konferansa xwe eşkere kir.

Meclîsa Jinan a Partiya Gelan a Demokratîk HDP’ê di 2’ê Sibatê de  bi şiyara “Têkoşîna me wê li hember tecrîda Îmraliyê mezin bibe” pêk hat û encamname îro hate eşkerekirin.

Di daxuyaniya encamnameyê de hat diyarkirin ku wê jin rê nedin dijminahiya li hemberî jinan û her wiha berxwedana li Efrînê hate silavkirin.

Encamnameya konferansa ku bi tevlîbûna jinên li hember her awayê zextê li her derê welat li ber xwe didin, wiha ye:

‘LI HEMBER TIFAQA FAŞÎST EM Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN’

* Em ê têkoşîna xwe li hember tifaqa AKP-MHP’ê, rejîma rewşa awarte, KHK’an, tasfiyeya parlamentoyê, zagonên qesrê bilind bikin.

* Em encamên qeyrana aboriya bazara neolîberalîzmê napejirînin. Em li dijî polîtîkayên xizaniyê û bekariyê ne, em qebûl nakin ku keda me bikin metayeke bêwle û arzan. Em ê di berxwedana kedê de cih bigirin, piştgiriyê bidinê û bilind bikin.

* Em ê weke jinên av, ax, xwezayê diparêzin li dijî sîstema dîrok-çandê, xweza û hawîrdorê talan dike li her derê têbikoşin.

‘EM RÊ NADIN DIJMINAHIYA LI HEMBERÎ JINÊ’

* Em ê destûr nedin ku mafê jinê ji destê wê bêne girtin û rê nedin mudaxaleyên dijminahiya jinê dikin. Em pergala serdest a mêr a êrîşî azadiya jinê dike, careke din red dikin.  Em ê li hember serdestiya mêr a ku bi sûretê dewletê êrîşî me dike,  bi hêza yekpare ya jinê têbikoşin.

* Em mafê jinê yê parastina cewherî nas dikin, parastina cewherî ya herî bihêz hêza jinê ya yekpare ye û em diyar dikin ku em ê piştgiriya bi hev re bilind bikin.

* Em careke din bi bîr dixin ku em ê li hember gotinên bi nefret ên li dijî LGBT’yiyan, li hember tundiya fizîkî, derûnî û kuştinên nefretê têbikoşin.

* Em ê dest ji têkoşîna li dijî îstîsmara li ser zarokan û êrîşên zayendî bernedin. Destkeftiyên jinan ên bi têkoşînê bi dest xistine, heta ku dîsa bi zagonan bê parastin têbikoşin û em destûr nadin ku jin bê parastin bimînin.

RAKIRINA TECRÎDÊ

* Pêkanîna tecrîtê ya li ser Rêzdar Abdullah Ocalan ku bi pergalî pêk tînin, hewl didin li hemû girtîgeh û civakê belav bikin. Desthilatdariya siyasî bi avakirina sazîbûyîna faşîzmê, hewl dide bi pergala tecrîtê ya şerê li dijî gelan kûr bike. Em dibêjin teqez divê tecrît bê rakirin derfetên azadî, ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan bên sererast kirin. Em ê têkoşîna xwe ya jinê bi rojeva ji bo tecrîd ji holê rabe mezin bikin.

*Pêkanîna kincên yektîpî di heman demê parçeyekê yektîpkirina civakê ye. Em girtiyên ku li dijî vê pêkanînê li ber xwe didin, silav dikin. Em ê li dijî vê zilma faşîzane ya li girtîgehan, di nava têkoşînê de bin.

*Em bang li jinan dikin ku di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe enternasyonal mezintir bikin. Têkoşîna jinên ji Chîapasê heya Rojava, ji Berlînê ya Tahranê, ji New Yorkê heya Stenbolê û ji Amedê heya Efrînê têkoşîna me hemû jinan e.

‘BI BIRYARDARIYEKE MEZIN EM Ê 8’Ê ADARÊ PÊŞWAZÎ BIKIN’

*Em ê weke Meclîsa Jinên HDP’ê, bi bawerî û biryardariyek mezin 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Bi hêza yekîtiya jinê em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Xeta me ya berxwedanê li dijî sazîbûyîna faşîzmê ye. Xeta me rêya azadiya jinê, wekhevî û ‘Jiyana Nû ye.’”