Emîn: Ku jin bibin yek ti hêz nikare li pêş wan xwe bigire
Endama RJAK’ê Sêvê Emîn diyar kir ku jin bibin yek wê arîşeyên xwe çareser bikin, bêhtir bi ser bikevin û pêşiya tundiyê bigirin.
Endama RJAK’ê Sêvê Emîn diyar kir ku jin bibin yek wê arîşeyên xwe çareser bikin, bêhtir bi ser bikevin û pêşiya tundiyê bigirin.
Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) Sêvê Emîn bi wesîleya sala nû, têkoşîna jinê ji ANF'ê re nirxand.
Emîn bal kişande ser rewşa Başûrê Kurdistanê û diyar, 2016’an li Başûrê Kurdistanê di mijara mafê jinan û azadiya jinan de gelek binpêkirin çêbûn. Emîn da xuyakirin, ku herî pir mafê jinan hatiye binpêkirin û got; "’Ê ku vê dike mêr bi xwe ye. Her çendî di hêla siyasî û leşkerî de destketiyên me çêbûbin jî ji bo ev destketî werin têk birin zext hatin kirin. Ev mijar ji bo me girîng e û divê em li ser rawestin. Kuştinên jinan, tundiya li ser wan weke ku qeza be dinixumînin û bi vî awayî dixwazin ser hovîtiyê bigirin. Bi vî awayî dixwazin bûyerên bi vî rengî di tariyê de bimînin."
'EM LI BENDA SÎSTEMÊ NEMÎNIN, RÊXISTINIYA XWE AVA BIKIN'
Endama RJAK’ê Sêvê Emîn bi berdewamî diyar kir, tundiya li jinê nîşaneya krîza civakî ye û ji bo ku jin li dijî vê tundiyê raweste pêdiviya wê bi perspektîfa rêxistinî heye. Emîn anî ziman, ji ber ku tenê hêza rêxistinbûyî ya jinê dikare pêşî li vê tundiyê bigire.
Emîn bi berdewamî got: "Hêzên ewlekariyê xizmetê ji sîstemê re dikin; wê ewlekariya jinê ti carî nestînin. Ji ber ku tundî ji hêla desthilatdariyê ve tê kirin, tundiya li jinê çima wê lêkolîn bikin?.. Ji ber ku ya ku tundiyê li ser jinê dike sîstem bi xwe ye. Ji bo vê jî li şûna ku em ji sîstemê tiştekî hêvî dikin divê em rêxistiniya xwe ava bikin."
'MALÊN KU JI HÊLA ZAYENDÎ VE JINÊ ISTÎSMAR DIKIN, TÊNE ORGANÎZEKIRIN'
Emîn bi berdewamî bal kişande ser tundiya li jinê ya li Başûrê Kurdistanê û got, "Bi vê rewşa dawî ya ku derketiye holê, rengê tundiya li jinê jî guheriye. Niha li Başûrê Kurdistanê malên giştî û taybet hatin vekirin. Malên ku ji hêla zayendî ve jinan îstîsmar dikin têne organîzkirin. Divê civaka me destûra vî tiştî nede. Berpirsê van hemû rewşan hikûmet e. Bi hincetên cihê jinan dibine wan malan. Tundiya li ser jinê tenê bi êşkence, tecawizê û kuştinê pêk nayê; di nav civakê de bi rêbazên cihê li ser jinê tundî tê kirin. Sînora ku zilamserweriyê li ber jinê daniye tundiya herî giran e. Tundiya li ser jinê te divê bil ali mal be te divê bila li civakê be, berdewam dike."
'KRÎZA BAŞÛR KRÎZA DESTHILATDARIYÊ YE'
Emîn li ser krîza Başûrê Kurdistanê jî got, krîz ali Başûrê Kurdistanê civakê tengezar dike û li hemû qadên jiyanê li dijî vê rewşê çalakî têne lidarxistin û bi berdewamî got, "Ev krîz krîza desthilatdariyê ye, krîza tinekirina civakê; êdî jiyana civakê hatiye şehtkirin. Di vê krîzê de a ku herî pir jê hîkar dibe û ziyan digihijiyê jin bi xwe ye. Arîşe ne tenê ew e ku hin maf werin bidestxistin an jî ne meaş e; mesele ew e ku sîstema zilam serweriyê jinê dike kole. Ji bo vê jî di serî de jin dibine qurbanê vê krîzê. Ev siyaset herî pir li ser jinê tê kirin. Dibe kus edeme ku ji bo jinan serî li rêyên dî bidin. Civaka bi xwe jî bi sersarî li jinê dinere. Ji bo jinên ku têne kuştin tiştek nayê kirin."
'HEKE JIN BIBIN YEK TI HÊZ NIKARE LI PÊŞ HÊZA JINÊ RAWESTE'
Emîn herî dawî diyar kir ew hêvî dikin sala 2017’an ji bo jinan bibe sala azadiyê û diyar kir ku ew weke RJAK’ê sond dixwin xwedî li mîrasa hevrêyên xwe yên jin bin ku li Başûrê Kurdistanê bi lehengî têdikoşin û wiha bang li rêxistinên jinan kir; "Ez bang li hemû rêxistinên jinan dikim; di bin banê partî û rêxistinê de têkoşîna azadiya jinê bi pêş nakeve. Ev ê tenê xizmetê ji sîstema zilamserweriyê re bike. Jin divê têkoşînê dijî vê bikin. Naxwe nikarin azadiya xwe ji bin zexta sîstema zilamserweriyê derxînin. Her wiha girîng e ku di xebatên netewî de rengê jinê hebe. Heke jin di xebatên netewî de cih negirin, li ser siberoja wî welatî nikarin bibin xweyî gotin. Ji bo vê jî divê hemû jinên Kurdistanê yekîtiya xwe deynin û bi hev re ji bo azadiya xwe têbikoşin. Heke em jin xwe birêxistin bikin, bibin yek ti hêz li pêş hêza jinê wê nikaribe raweste."