‘’Em rê nadin fermanên nû’

Jinên Şengalê li dijî hewildanên Pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê nerazibûnên xwe anin ziman û gotin: “Hikûmeta Kadimî dixwaze ku ewlehiya civakê xera bike lê em rênadin ku Asayiş û tevahî sazî û dezgehên me tine bikin.”

Dayê Şemê diyar kir tevgera leşkerên Hukumeta Kadimî ya di nava gund û bajêrên Şengalê de ji Peymana 9’ê Cotmehê ne dûr e û wiha got: “ Hatina leşkerên artêşa Kadimî bi peymana 9’ê Cotmehê ve girêdayiye. Rewşa Şengalê aram e lê bi hatina cêş ve aramiya Şengalê têk dibin û bi van kiryayan rê li fermanê re vedikin. Divê tevahî mezin û mîrên Êzidiyan bêdeng nemînin û ji hikûmeta Iraqê re bêjin bê ka bi çi sedemê bi sedan leşkerên xwe li Şengalê bicih kirine gelo hatine şer bikin? Artêşa hukûmeta Kadimî ji bo ku xwe li her devera Şengalê de bi cih bike ji gel re dibêjin ‘em ji bo parastina wek hatine.’ Lê gel rastiya wan dizane û li gorê wê tev digere.

Ji ber tevgerîna zêde ya artêşa Iraqê ya di nava gund û bajarên Şengalê de di 17’ê mehê de tirimbêlek ya xwendekaran qeza kir û di encamê de 2 ciwanan jiyana xwe ji destdan û 27 kes jî birindar bûn. Dayê Şemê ew bûyer jî bivan gotinan nirxand: “ Tevahî cihanê dît di 17’ê mehê de rexmê ku bûbûn sedema qezaya seyareya xwendekarên me car din jî di tirimbêlên xwe de dilan û şahî dikirin gelo yên vê yekê bikin ji bo tunekirina me hatine yan ji bo parastina me? Em tev listokên li ser Şengalê dizanin. Divê em rê nedin van listikan divê em li dijî van êrişan rawestin û rê ji fermanê re bigirin.”

Dayê Şemê di dawiya gotinên xwe de armanca peymana 9’ê cotmehê ya sala 2020’an jî nirxand û wiha got: “Herkes tifaqa nava hikûmeta Kadimî PDK’ê û dewleta Tirkiyê dizane ji xwe ve tifaqa ji bo 9’ê cotmehê ji bo gelê Êzidî avakirin lê dema em li kiryarên hikûmeta Kadimî û artêşa wê dibînin em digihin wê encamê ku ev tifak pêkanina fermaneke nûye. Ger hikûmeta Kadimî  xêra civaka Êzidî dixaze bila her roj rojnamevan û ciwanên me bê sedem negire li ser Şehîdên me dilan nekin û li cihê ciwanên me bigirin bila DAIŞ’î yên ferman bi ser mede anîn darizînin.”

 Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nurê Şengalî li ser kiryarên hikûmeta Kadimî bertekên xwe bi van gotinana anî ziman: “Hikûmeta Kadimî jî weke dewleta Tirk êrişê Civaka Êzidî dike. Her roj bi hecetekê tenê ji bo asayiş û hêzên Êzidxanê yên ku ewlehiya civaka xwe dikin tune bikin zextê li gel dikin em weke jinên Şengalê van kirina şermezar dikin û em wê tucar rênedin peyman û planên dijmin. Di salvegera Şehît Zerdeş de jî me xwest ku em peykerê wî li navenda Şengalê deynin lê nehiştin ev tev dide diyar kirin ku ji bo doman dina peymanê gavên nune em jî weke gelê Şengalê em ê ti carî rê ji van listokan re venekin, em xweş dizanin ku dixwazin  vîna civakê tune bikin lê em rênadin wan.”