‘Em pênûsa Dilîşan li erdê nahêlin’

Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya têkildarî nûçegihana ANAH’yê Dilîşan Îbîş a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hate qetilkirin daxuyaniyek weşand.

Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya têkildarî nûçegihana ANAH’yê Dilîşan Îbîş a Pêngava Bagera Cizîrê dişopan ku di encama êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Duh şev saet derdorî 18:30’an çeteyên DAIŞ’ê wesayîtên bombebarkirî di nava sivîlên ku hewl didina ji ber zilma çeteyan birevin xwe bigihînin cihên ewle yên di bin kontrola QSD’ê de teqand. Nûçegihana ANAH’yê Dilîşan Îbîş a ku li herêmê bûyerên li qadê dişopand di encama êrîşê de jiyana xwe ji dest da, dîsa nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemed birîndar bûne.

Dilşan jî weke hevalên xwe yên jin ên rojnamevan li ser xaka Rojava bi kameraya xwe û pênûsa xwe têkoşîn kir, zilma DAIŞ’ê nîşanî hemû cîhanê kir, her wiha qêrîna kêfxweşiyê ya jinên dihatin azadkirin bi kamereya xwe nîşanî hemû cîhanê da û kir bê mirin. Dilîşan jî weke Nûjiyan li ser xaka ku jiyan ji nû ve dibişkive bû dengê gelan.

Milîtarîstiya desthilatdariya mêr, zihniyeta faşîst çiqas hewldan bide  bila bide, em ê wêne û nivîsandina xwe ya ji bo sivîlên ku ji ber zilma DAIŞ’ê direvin û dengê wan yê azadiyê binîvîsin. Weke kû Dilîşan li xaka Dêra Zorê kirî.

Em weke Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamya soza ku me piştî Deniz Firat û Nûjiyan Erhan dayî nû dikin, em ê pênûsa Dilîşan li erdê ne hêlin û têkoşînê bidomînin. Mîrasa ku Gûrbetellî, Zeynep Erdem, Ayfer Serçe ku ji mere hêlayî berxwendan  bi soz û nûçeyên xwe li herêman bidomînin.

 Em ji hevpîşeyên xwe Rizgar Deniz û Hogir Mihemed ku li nexweşxaneyê tên derman kirin re şifayê dixwazin, ji malbatan Dilîşan û hevalên xebatkar re peyama sersaxiyê radigihînin.”