‘Em jin, em ê vê pergalê biherînin‘
Aktivîstên TJA'yê bi boneya 8'ê Adarê ji bo balê bikişîne ser xizanbûna jinan û krîza aborî, li bazarê bi quşxane û tawaeyan çalakiya dengderxistinê li dar xist.
Aktivîstên TJA'yê bi boneya 8'ê Adarê ji bo balê bikişîne ser xizanbûna jinan û krîza aborî, li bazarê bi quşxane û tawaeyan çalakiya dengderxistinê li dar xist.
Tevgera Jinên Azad, li Stenbolê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê kir. Aktivîstên TJA'yê di vê çarçoveyê de li navçeya Bagcilar a Stenbolê çûn bazara gel û ji bo balê bikişînin ser xizaniya jinan û krîza aborî bi quşxane û taweyan çalakiyeke dengderxistinê li dar xist.
‘EM Ê VÊ PERGALÊ BIGUHERÎNIN‘
Jinên ku tevî quşxane û taweyan çûn bazarê bertek nîşanî xizaniyê dan. Jinan got: "Ew li qesrê dijîn, hesabê fatûreyan nakin. Hesabê nanekî nakin, ji bo nan nakevin dorê, meraqeke wan a ku dê zarokên wan çawa debara xwe bikin tune ye. Em vê zilmê qebûl nakin. Ji me re dibêjin bi yê di destê xwe de îdare bikin. Em jin, em ê vê pergalê biguherînin. Quşxane vala ne. Hûn nikarin ji feqîran bistînin û bidin zengînan. Jin vê yekê qebûl nakin."
BANGAWAZÎ
Her wiha jinan ji bo "Hevdîtina Jinan a Mezin" ku dê di 6'ê Adarê de li Rihtim a Kadikoyê bê lidarxistin bang li jinan kirin.