'Em ji bo parastina gel hene'
Gerîlaya YJA Starê Gerîla Bêrîvan, destnîşan kir ku têkoşîna gerîla parastina gel e û got, "Em êrîşên li ser gel qebûl nakin û li hemberî wan bêdeng namînin."
Gerîlaya YJA Starê Gerîla Bêrîvan, destnîşan kir ku têkoşîna gerîla parastina gel e û got, "Em êrîşên li ser gel qebûl nakin û li hemberî wan bêdeng namînin."
Gerîlaya YJA Starê Gerîla Bêrîvan, diyar kir ku ti êrîş nikare gelê Kurd ji Rêbertî û gerîla dûr bixe û destnîşan kir ku gel her tim rûmeta xwe parastiye.
Gerîlaya YJA Starê Bêrîvan li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku pergala êşkenceya Îmraliyê li tevahî Kurdistanê li dijî gelê Kurd belav bûye û veguheriye qirkirineke plankirî û got ku ji bo bêhêzkirina gelê Kurd hemû êrîşên bêexlaqî dewam dikin. Bêrîvan, da xuyakirin ku ew di pêvajoyeke krîtîk û dîrokî re derbas dibin û got, “Dijmin ji ber ku nikare encamê bi dest bixe, çekên kîmyewî û taktîk nukleerî bikar tîne; li dijî gel jî bi êrîşên qirkirina siyasî û şerê taybet re hewl dide li tevahiya civakê belav bike.”
‘GELÊ ME RÛMETA XWE DIPARÊZE’
Bêrîvan, destnîşan kir ku gelê Kurd di ferqa rastiya dijmin û sedema êrîşan de ye û ji ber vê polîtîk bûye û lewra li dijî êrîşan li ber xwe dide û wiha dewam kir: “Gel her tim li kêleka gerîla bû. Ji ber vê jî ti atmosfera tirsê nikare gelan ji Rêber Apo û gerîla dûr bixe. Gelê me li hemberî vê bêexlaqiyê her tim rûmeta xwe parastiye. Di navenda têkoşîna gerîla de rewşa Rêber Apo diyarker e. Rêber Apo ji bo me her tim navend e. Em dizanin; Eger êrîşên li dijî Rêber Apo bên şikandin, em dikarin behsa azadiya gelê xwe bikin. Her kes bi vê yekê dizane. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya azadiya gelê Kurd. Serkeftin dema ku têkoşîna gerîla û gel bi hev re û bi yekdengî were meşandin dibe. Li qadên şer rewşa dijminê me diyar e. Tevî ku şerê xwe dispêre şerê teknîkê jî, nekarî berxwedana gerîla bişkîne, berovajiya wê têk çû. Dijminê ku vîna wî hatiye şikandin, tirsê çêdike û bi polîtîkayên şerê taybet êrîşî gelê me dike û hewl dide gerîla bi tenê bihêle."
Gerîlaya YJA Starê Gerîla Bêrîvan, anî ziman ku bingeha têkoşîna gerîla parastina gel e û got: “Em ê ti êrîşa li dijî gel qebûl nekin û bêdeng namînin. Gerîla dilsozê gel, welat û Rêberê xwe ye. Sekna gelê me ya xurt jî bi rûmet e. Em soz didin ku em ê tolê hilînin.”