'Em ê rastiyan her tim binivîsînin'
Nûçegihanên jin ên ku ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin cem hev, çûne ber avahiya mohrkirî ya rojanmeya Ozgur Gundemê û soza ‘nivîsîna rastiyan’ dan.
Nûçegihanên jin ên ku ji ber 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê hatin cem hev, çûne ber avahiya mohrkirî ya rojanmeya Ozgur Gundemê û soza ‘nivîsîna rastiyan’ dan.
Xebatkarên rojnameya Şûjin, Demokratîk Modernîte, Ozgurlukçu Demokrasî, Dîhaberê 8’ê Adarê li taşê hatin cem hev. Nûçegihanan destek dane Grêva Jinan a Navnetewî ya ku li 50 welatî pêk tê, mesaja têkoşîna hevpar dan.
Piştre nûçegihan çûne cem bînahaiya Ozgur Gundemê ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnan de hatibû girtin. Li ser navê Însîyatîva Nûçegihanên Azad Gunay Aksoy axivî û got: ‘’Di vê bînahiyê de keda wan nûçegihanan hebû ku hatibûn kuştin. Di rojeke wiha de bibîranîna wan, li ser stûyê me deynek e.’’
Gunay Aksoy behsa Nûjiyan Erhan kir ku di êrîşa hêzên çekdar ên bi ser PDK’ê yê yên li ser bajaroka Xanesorê ya Şengalê dişopand û got: ‘’Me dengê jinên Şengalê ji nûçegihanên jin ên li wir bihîst. Ji bo ku ti nûçegihan neyê kuştin em ê têbikoşin. Em li vir careke dî girtinan şermezar dikin. Çapemeniya azad wê nivîsîna rastiyan berdewam bike.’’
Piştî daxuyaniyê nûçegihanên jin li ber bînahiya rojnameya Ozgur Gundemê ya mohrkirî wêneyê bîranînê girtin.