‘Em ê hesabê jinên hatine qetilkirin bi xweparastinê re bipirsin’

TJA'yê têkildarî qetilkirina Zelîha Ozkaplan a ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû, protesto kir û peyama xweparastin û mezinkirina rêxistinbûnê da.

DAXUYANIYA TJA'YÊ

Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Zelîha Ozkaplan (25) ku dayika 3 zarokan bû û di 18’ê Gulanê de li Cizîr a Şirnexê ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû Haydar Ozkaplan ve hate qetilkirin, li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Cizîrê daxuyanî da.

‘DESTHILATDARÎ KOMKUJIYÊN JINAN REWA DIKE’

Daxuyanî ji aliyê aktîvîsta TJA'yê Sema Erene ve hat xwendin. Erene, diyar kir ku di encama polîtîkayên hiqûqî yên hikûmetê de qetlîamên li dijî jinan tên rewakirin û wiha got: “Ji ber polîtîkayên desthilatdariya  AKP-MHP’ê, tundiya li ser jinan a li Tirkiyeyê gav bi gav zêdetir dibe. Desthilatdariya heyî zexta xwe ya li ser jinan girantir dike, cînayet û destdirêjiya li dijî jinan zêdetir dibe û kujer nayên cezakirin.”

 Bi domdarî Erene anî ziman ku ew ê hesabê jinên hatine qetilkirin bipirsin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê di çarçoveya têkoşîna xwe ya ‘Jin, jiyan, azadî’ de hesabê van cînayetan bipirsin. Dayika Zeliha ji aliyê zilamê pêre hatiye zewicandin hate qetilkirin. Em ê vê sedsalê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bikin sedsala jinê, mafê xwe yê rêxistinbûna civakî û xweparastinê pêş bixin. Em dibêjin ku em ê hesabê Zelîha û jinên hatine qetilkirin bipirsîn.”