'Em ê dev ji polîs Uysaler ku fihûşê dida kirin neqerin'

Jinên ku li danişîna polîsa Ercan Uysaler hazir bûn, ku qeyûm ew peywirdar kiribû û zor li jinan dikir ku fihûşê bikin, gotin,''Uysaler tê parastin. Em ê dev jê neqerin.''

Jinên beşdarî danişîna doza polîs Ercan Uysaler bûn, ku Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ew wekî midûr, tayînî şaredariyê kir  û bi zorê xebatkarên jin xistin nava tora fihûşê, piştî danişînê daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku ew destûr nadin ku Uysaler û kesên wekî wî bê ceza bimînin. 

 
Danişîna doza polîs Ercan Uysaler ê di dema Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê  tev li karê fihûşê bû hat dîtin. Polîs Uysaler xebatkara şaredariyê ya bi navê D.S., bi zorê xistibû tora fihûqê. Piştre di raya giştî de deng vedabû. Danişîna doza polîs Uysaler li 1’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Mêrdînê hat dîtin. Danişîna doza Uysaler ê. Jinên tev li danişînê bûn piştî danişînê li pêş Edliyeya Mêrdînê daxuyanî dan. Endamên Meclisa Jinan a HDP'ê, Nûnerên Komeleya Jinan a Rosa, Komîsyona Şopandina Mafê Jinan a Baroya Amedê û Endamên Platforma Jinan a Mêrdînê tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Odeya Tabiban a Mêrdînê Derya Etem, diyar kirin ku wan doza Uysaler şopand û wiha got: "Me dît ku parêzerên bersûc raste rast sûc rewa dikin. Em wekî jin sala par jî me li heman cihî daxuyanî dabû. Sala par Dadgeha Herêmî ya Dîlokê polîsê tevgera taybet B.K., ê îstîsmarî jinê kiribû beraet kir. Me ev biryar qebûl nekiribû. Em tu carî vê yekê qebûl nakin."
 
Endama Platforma Jinan a Şahmaranê Gulizar Îpek  jî anî ziman ku şaredarî bi xizmeta ji bo gel peyvirdar in û wiha got: "Bûyerek bi vî rengî wîcdanê civakê hejand. Em weki saziyên jinan em ê her dem li dijî îstîsmara zayendî û tacîza zayendî rawestin û têbikoşin. Parêzerên Uysaler xwestin dosya wî veşêrin. Xwestin bi sûcê îstîsmara hêsan bê darizandin. Sûc rewa dikin. Em ê şopdarê vê yekê bin. 
 
Parlamentera HDP'ê Pero Dundar jî anî ziman ku polîs Uysaler tê parastin û wiha got: "Qeyûm navê dizî û tacîzê ye. Heta ku Uysaler û yên wekî wî bên cezakirin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."