'Em ê bi ruhê Sara li dijî faşîzmê li ber xwe bidin'
Serhat: Sala 2016'an ji bo jinê bû saleke têkoşîn û berxwedaneke mezin. Careke din eşkere bû ku rizgarkirina jinan û gelên me, avabûna sîstemeke azad û demokratîk bi têkoşînê dibe.
Serhat: Sala 2016'an ji bo jinê bû saleke têkoşîn û berxwedaneke mezin. Careke din eşkere bû ku rizgarkirina jinan û gelên me, avabûna sîstemeke azad û demokratîk bi têkoşînê dibe.
Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat sala 2016'an ji aliyê jinê ve ji ANF'ê re nirxand û bang li jinan kir, ku eniyeke enternasyonal ava bikin û li dijî şîdeta serweriya mêr xwe bi rêxistin bikin.
Ronahî Serhat destnîşan kir, ku sala 2016'an ji bo jinan bû saleke têkoşîn û berxwedaneke mezin û got, "Careke din eşkere bû ku rizgarkirina jinan û gelên me, avabûna sîstemeke azad û demokratîk bi têkoşînê dibe. Dema ku pêngavên şoreşgerî li ser bingeha rêxistinbûn, nêrîn û hişmendiya sosyalîst zêde bûn, hêzên dij bi şoreşger jî bi mekanîzmaya netewe dewlet ewçendî êrîş kirin. Ev êrîş bi rengekî bi rêk û pêk hatin kirin."
'ÊRÎŞ LI MNAEWIYATA CIVAKÊ TÊ KIRIN'
Serhat da xuyakirin, civakek bê jinê nabe û destnîşan kir, jin avaker û afirînerên nirxên civakî ye.
Serhat got, "Dîroka mirovahiyê bi jinê dest pê dike. Ev şêweyê êrîşê li dijî hemû nirxên dîrokî tê kirin. Jin bê qîmet tê hiştin, tê tinekirin û li nava malê tê girtin. Modernîteya kapîtalîst, di şexsê jinê de civakê jî heps dike. Hewl tê dayîn modeleke jinê ya girtî, serî tewandî, bêçare û koleya mêr bê afirandin. Modela AKP'ê jî li ser vê bingehê ava bûye. Lewma AKP êrîşeke îdeolojîk li jinan dike. Di nava netewe dewletên din de jî rewş bi vî rengî ye. Li Afganîstan, Misrê û li hemû welatên Ereb rewş bi vî regnî ye. Li dewletên Ewropayê jî heman rewş heye. Ji ber vê yekê ti nirxekî jinê nema ku mêr di nava vê salê de destê xwe dirêjî nekir. Hemû bernameyên medyayê li ser zayendî ye. Hewl didin ji aliyê exlaqî ve civakê hilweşînin. Ji bo nirxekî ku civak karibe xwe pê biparêze nemîne, hewl tê dayîn. Bi taybetî êrîş li manewiyata civakê tê kirin."
'RÊXISTINBÛN TÊ WATEYA BERXWEDANÊ'
Serhat anî ziman, sedsala 21'an dikare bibe serdemeke azadiya jinê û wiha dewam kir: "Haya jinê jê heye bê êrîşeke çawa lê tê kirin. Ya ku li dijî vê bê kirin, rêxistinbûna jinê ye. Rêxistinbûn tê wateya berxwedanê. Rêxistinbûn beriya her tiştî ye. Li her qada jiyanê lazim e jin rêxistinbûna xwe xurt bikin. Bi rêya vê yekê wê şîdet û pavşverûtiya mêr bê qelskirin. Ev yek jî wê avabûna qadên nû yên azad bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê pêwîstiya jinan bi hevgirtin û mezinkirina têkoşînê heye."
'FAŞÎZM TI CARÎ NIKARE VÎNA AZAD A JINÊ TESLÎM BIGIRE'
Endama Koordînasyona PJAK'ê Ronahî Serhat bal kişand ser hebûna hin organîzasyon û kombûnên jinan li gelemperiya cîhanê û got, "Bêguman ev têrê nakin. Ji ber vê yekê divê em sala 2017'an bikin sala komûna enternasyonal a jinên cîhanê li dijî faşîzmê. Di şerê parvekirinê yê Rojhilata Navîn de girîng e jin bi vîneke xurtir derkevin holê û bibin xwedî mafê gotinê. Em bawerin jin wê vê gotinê bi xurtî bêjin. Bêguman ev yek têkoşîn e. Lewma hûn nikarin xwedawendan bêdeng bikin. Hûn nikarin milîtanên azadiyê bêdeng bikin. Hûn nikarin yên êşa Dayika Taybet ji bîr nekirine bêdeng bikin. Hûn nikarin êşa Roboskî bêdeng bikin. Em jin dizanin bê çima berdêleke bi vî rengî didin. Ji ber vê yekê em bi biryar in êşa xwe veguherînin hêzê. Faşîzm wê ti carî nikaribe ruh û vîna azad a jinê teslîm bigire. Em ê bi xet û ruhê hevrêya xwe Sara, bi berxwedanê ku mîrateya me ya herî mezin e, sala 2017'an pêşwazî bikin."
'LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ENIYA NAVNETEWEYÎ Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ'
Serhat li dijî faşîzmê banga berxwedanê li jinan kir û destnîşan kir, dem hatiye jin jiyana xwe bi rê ve bibin.
Ronahî Serhat got, "Li gelemperiya cîhanê hin hewldanên bi vî rengî hene. Ji Latîn Amerîka heta welatên din ev yek rû dide. Ji ber vê yekê, li dijî faşîzmê divê eniyeke nû ya berxwedanê li qada navneteweyî û herêmî were birêxistinkirin. Plansaziyeke me ya di vî warî de heye. Weke jinên Kurd, mijareke din a ku divê em bi giranî li ser baxivin, yekîtiya neteweyî ye. Nîqaşa li ser sedemên yekîtî û hevgirtinê êdî ne pêwîst e. Jin hemû di dilê xwe de vê hîs dikin. Em bi aqil û hesta jinê piştast in. Ji ber vê yekê gelek kar hene divê em bikin. Me serî li ber paşverûtiya mêr netewand, em ê ti carî netewînin. Em ê bi sekna hevrê Sara li dijî faşîzmê, terora dewletê û şîdeta mêr têbikoşin."