'Em ê bi ruhê berxwedana jinên Efrînê têkoşînê geş bikin'

Endama Fermandariya Navendî ya YJA STAR'ê Leyla Amed got, li dijî dagirkeriyê wê bi ruhê berxwedana jinên Efrînê têkoşînê geş bikin.

Endama Fermandariya Navendî ya  YJA STAR'ê Leyla Amed, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê ji ANF'ê re axivî. Amed diyar kir ku wê weke YJA STAR'ê li hemberê dagirkeriyê têkoşînê bilindtir bikin. Amed destpêka di axaftina xwe de got: "Ez roja 8’ê Adarê li jinên kedkar, jinên ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê û li tevahiya Kurdistanê di çeperan de şer dikin, li jinên Rojhilata Navîn,  jinên Kurdistanê pîroz dikin. Her wiha yê ku em anîn van rojên azad li Rêber Apo û hemû hevalên di girtîgehan de li ber xwe didin bi taybetî jî li jinên di zindanan de têdikoşin pîroz dikim û silav û rêzên xwe dişînin."

Leyla Amed da daxuyakirin ku 8’ê Adarê roja mirovatiyê ye û got, "Rêber APO digot '8’ê Adarê ne tenê rojek e, em ê hemû rojan bikin 8’ê Adarê'. Ji ber ku roja 8’ê Adarê rabûna li ber desthilatdairyê ye."

AKP JI CIVAKA EFRÎNÊ DITIRSE

Amed got ku zîhniyeta li New Yorkê 129 jin şewitandin û zihniyeta desthilatdariya AKP heman tişt e û wiha dewam kir: "Li New Yorkê 129 jin hatin şewitandin. Îro li Efrînê hovîtiyek tê kirin.  AKP û desthilatdariya hovane îro li Efrînê li dayikên Kurd hovîtiyê dikin. Bi hezaran jin li dijî vê dagirkeriyê şer dikin." Amed bi bîr xist ku 8'ê Adara îsla diyarî berxwedna jinên li Efrînê hatiye kirin û destnîşan kir ku berxwedana Efrînê berxwedna rûmetê ye. Amed got, "Îro li Efrînê bi pêşengiya Avesta Xabûr û Barînan berxwedaneke mezin heye.  Ev berxwedan wê li gleemperiya cîhanê bibe berxwedana rûmetê."

EFRÎN LI DIJÎ HOVÎTIYÊ LI BER XWE DIDE

Amed bal kişand ser teybetmendiyên civaka Efrînê û got, Efrîn cihekî xwezayî ye û pir netewe dikarin bi awayeke hevbeş bi hev re bijîn.  Amed got: "Li Efrînê neteweyên cuda bi hev re dijîn. Îro jî şerê gelê şoreşgerî tê kirin. Desthilatdariya AKP'ê nikare xwe li vê rabigire. Wek xeterî dît. Ji ber ku eger pergala modernîteya demokratîk ava dibe wê AKP li bin bikeve. AKP ji jinên azad ditirse. Ji wekhevbûyînê ditirse.  Îro jinên Kurd li Efrînê hem li nava civakê hem jî li nava leşkerî û qada siyasî li ber xwe didin."

'KELEHÊN GELAN TÊK NAÇIN'

Amed diyar kir ku berxwedana Efrînê ku bi pêşengtiya jin tê kirin ti carî li bin nakeve û  wek YJA STAR'ê jî ew ê heta dawiyê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê geş bikin. Amed axaftina wiha domand:  "Gotinekê bi vî rengî heye.  Dibêjin 'tevahî kelehên artêşan têk diçin, lê kelehên gelan têk naçin'. Îro li Efrînê jî keleh gelan heye. Bi pêşengiya jinan ev keleha gelan li ber xwe dide. Rêber Apo dibêje 'bi jina azad wê civakek azad bibe'.  Îro bi berxwedana ku li Efrînê tê kirin wê civakek azad bê afirandin."

XWEDÎDERKETINA LI EFRÎNÊ XWEDÎDERKETINA LI MIROVATIYÊ YE

Amed di dawiya axaftinên xwe de got ku 8'ê Adarê bi taybetî bi pêşengtiya berxwedana Efrînê wê were pêşwazîkirin û wiha dewam kir, "Jinên Efrînê bi vê berxwedanê wê bi ser bikevin.  Wê bi pêşengtiya jinan çanda modernîteya demokratîk bi ser bikeve. Çanda desthilatdar a modernîteya kapîtalîst wê têk biçe. Em dixwazin li ser vî esasî bang li hemû jinên li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bikin ku xwedî li berxwedana Efrînê derkevin. Xwedîderketina li Efrînê xwedîderketina li mirovatiyê ye. Ev merhele merheleya mirovatiyê ye. Em ê bi pêşengiya jinên Kurd ku li ber xwe didin wek jinên YJA STAR'ê ji bo bîranîna wan têkoşînê hîn geştir bikin. Wê ev sal bibe sala azadiya Rêber Apo, bibe sala azadiya gelê Kurd."