’Em ê 25'ê Mijdarê ji bo şikandina tecrîdê û azadiyê li qadan bin'
Jinan di çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de axivîn û diyar kirin ku Rêber Apo û azadiya jinê ji hev ne qut in û gotin, "Di 25'ê Mijdarê de em ê tecrîdê bişkînin û azad bibin."
Jinan di çalakiyên di çarçoveya 25’ê Mijdarê de axivîn û diyar kirin ku Rêber Apo û azadiya jinê ji hev ne qut in û gotin, "Di 25'ê Mijdarê de em ê tecrîdê bişkînin û azad bibin."
25’Ê MIJDARÊ
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin.
AMED
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 25’ê Mijdarê ji bo jinên girtî li ber Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da. Aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Jiyana azad wê bi jinên azad pêk bê" hat vekirin û dirûşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin. Li ser navê jinan daxuyanî ji aliyê Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Yeter Erel Tuma ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Têkoşîna me di çar dîwaran de nayê girtin. Digel ku dewletên serdest ên mêr, ji afirandinên dîrokî yên jinan bigire heta destkeftiyên wan ên îroyîn, her cure nirxan hedef digirin, em jin dê bi cudahiyên xwe xeteke hevpar a têkoşînê bimeşînin. Bi hezaran sal e em bêdeng namînin, îro jî bêdeng namînin û sibe jî bêdeng nabin. Têkoşîna azadiya jinê ne tenê ji bo jinan, ji bo azadiya civakî û edaletê jî pêwîst e. Ji ber ku pergalên serdest ên mêr tundiyê li ser jinan ferz dikin, em jin jî bi hevgirtina hêrs û tecrûbeyên têkoşînê bi hêztir li ber xwe bidin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.
RIHA
Platforma Jinan a Rihayê û şaredariya Hewagê, ji bo jin û zarokên ku hatin qetilkirin şitil danîn. Çalakiya ku li ser rêya Çatak a Şaredariya Hewagê hat lidarxistin de gelek jin tevlî bû. Beriya şitil danînê daxuyaniyek hat dayîn û banga mezinkirina rêxistinbûna jinan hat kirin. Şitil bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" hatin danîn. Dûre wêneyên jin û zarokên ku hatine qetilkirin li şitilan hatin daliqandin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
ÎZMÎR
Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Şaxa Îzmîrê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de li avahiya komeleyê civîna jinan li dar xist. Di civîna ku gelek jin lê amade bûn de hevseroka DAD’ê ya Şaxa Îzmîrê Nebat Çelîk bertek nîşanî destserkirina şaredariyên Dersîm û Pulurê da û got, “Bi qeyûman vîna Elewiyan hat destserkirin, em vê yekê qebûl nakin. Weke ku Seyîd Riza gotiye, em ê serî li ber wan netewînin.”
Rêvebera DAD'ê ya Şaxa Îzmîrê Fadîme Dapakli ji anî ziman ku jin li her qadê bi newekhevî, cudakarî û tundiyê re rû bi rû ne û got, "25'ê Mijdarê roja berxwedana ji bo mafên jinan, azadî û wekheviyê ye. Êdî dem hatiye ku em ji bo wekhevî û edaletê bi hev re dengê xwe bilind bikin.”
BÊDLÎS
Bi pêşengiya TJA’yê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê daxuyanî hat dayîn. Nûnerên partî û saziyan û gelek jin tevlî daxuyaniya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya navçeyê hat lidarxistin bûn.
Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundiya mêr-dewlet Jin, jiyan azadî" hat vekirin û dovîzên "Jin, jiyan e, jiyanê nekûje", "Jin şoreşê pêk tîne" û "Jin jiyan azadî" hatin hildan.
Aktîvîsta TJA’yê Bêrîvan Canbey diyar kir ku yekane çareseriya hemû jin û gelan avakirina modernîteya demokratîk e û got, “Îro hêza çareseriyê li girtîgeha girava Îmraliyê di tecrîdê de ye. Polîtîkayên tecrîdê ji Îmraliyê destpê dike li hemû şaneyên civakê belav bûye. Yên ku herî zêde ji tecrîdê bandor bûne dîsa jin in. Em azadiya jinê di şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin. Di 25'ê Mijdarê de weke jin em ê tecrîdê bişkînin û azad bibin."
WAN
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Wanê têkildarî destserkirina vînê û 25'ê Mijdarê daxuyanî dan. Dayika Aştiyê Perîşan Aslan di çalakiya li avahiya DEM Partiyê ya Wanê hat lidarxistin de axivî, diyar kir ku desthilat zilmê li gelê Kurd dike û got, “Em laçikên xwe yên spî banga aştiyê dikin. Divê êdî ev zilm bi dawî bibe. Niha jî qeyûm tayîn kirine. Şaredarî yên me ne û em ê rê nedin ku wan desteser bikin.”
Dayika Aştiyê Zekiye Kaya jî got, “Ev ax axa me ye. Qeyûm talan û wêranî ye. Em pergala qeyûman qebûl nakin. Pêwîste her kes li dijî qeyûman têbikoşe."