BI DÎMEN

'Em bi ruhekî mezin ê seferberiyê pêşwaziya biharê bikin'

Nûnerên Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger (TYJŞ) destnîşan kirin, ku hêza jinê ya rêxistinbûyî dikare hemû şêweyên faşîzmê têk bibe.

Nûnerên Yekîtiya Komunarên Jinê, Partiya Maoîst Komunîst, Rêxistina Jinên Komunîst a MLKP'ê, Partiya Azad a Jinê ya Kurdistanê (PAJK), THKP-C/MLSPB, ku pêkhateyên Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger in, ji ANF'ê re axivîn. Nûneran gotin, ew bi şiyara "Rêxistinbûna jinê wê faşîzmê têk bibe" li hev civiyan e.

'JI BO AVAKIRINA ŞOREŞEKE NÛ EM BI HEV RE NE'

Ji Partiya Maoîst Komunîst-MKP Berna Unsal di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên cîhanê pîroz kir. Unsal bal kişand ser talan, mêtîngerî û komkujiyên artêşa Tirk a faşîst a bi pêşengiya AKP'ê û hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî bindestan tê kirin û got, "Rewşa siyasî ya ku li Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Rojhilata Navîn derketiye holê, ku rojane tê guhertin, pêwîstiyê bi ceribandina şêweyên cuda yên têkoşînê dibîne û bilindkirina şerê şoreşgerî ferz dike. Em li vê derê ne, ji bo hemû sîstemên bi serdestiya mêr hilweşîn û weke jin û bindestan şoreşeke nû ava bikin."

Berna Unsal da xuyakirin, ku weke jinên Maoîst haya wan ji girîngiya stratejîk a têkoşîna yekbûyî heye û got, "Em bang li hemû jinan dikin, ku di nava tevgera şoreşger a yekbûyî de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Em bi hemû rengan, bi lehiya kelecanê û bi ruhekî mezin ê seferberiyê pêşwaziya biharê bikin. Em bi şiyara 'jin ber bi desthilatdariyê ve, jin ber bi rêveberiyê ve' xwe bi rêxistin bikin, şer bikin û bi ser bikevin. Di destê me de ye ku em çarenûsa xwe diyar bikin."

'AZADÎ BI YEKÎTIYA JINAN DIBE'

Ji Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Rizgar jî di destpêka axaftina xwe de 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hemû şehîdên şoreşê yên ji bo azadiyê şer kirin û li hemû hevrêyên xwe yên jin ên li hemberî serdestiya mêr li ber xwe didin, pîroz kir.

Ronahî Rizgar da xuyakirin, ku têkoşîna azadiya jinê roj bi roj mezintir û xurtir dibe û got, "Jin bi şiyara 'rêxistinbûna jinê wê faşîzmê têk bibe' li hev dicivin. Azadî bi yekîtiya jinê dibe. Sîstema kapîtalîst bi êrîşên li dijî jinê re her roj êrîşî civakê dike. Ev êrîşên li dijî civakê, bi hevgirtina kolektîf a jinan dikarin bên beralîkirin. TYJŞ jî li ser vê bingehê ava bû. Ji ber vê yekê divê jin hemû xwe di nava vê yekîtiyê de bibînin. TYJŞ bi mîrateya jinên bi sedan salan li ber xwe dan, têkoşiyan, ked û berdêl dan, xwe bi rêxistin kiriye."

Rizgar diyar kir, jin çiqasî karibe nasnameya xwe biparêze, xwedî li xwe derkeve, wê civak jî ewqasî azad bibe û got, "Ji ber vê yekê divê ne tenê li dijî sîstemê, lazim e jin li hemberî zîhniyeta heyî serdest jî têbikoşe. Ev yek bersiva herî watedar a ji bo 8'ê Adarê ye.

'EM Ê LI DIJÎ HER ÇEPERA SERDESTIYA MÊR ŞER BIKIN'

Nûnera Yekîtiya Komunarên Jinê Zeynep Azîz anî ziman ev yekîtî û hevgirtina jinan, mîrateya têkoşîna berxwedanê ya sedan salan a jinan e û got, "Bi hêza ji vê mîrateyê digirin re em ê li dijî serdestiya mêr têbikoşin û serdestan têk bibin."

Zeynep Azîz da xuyakirin, ku faşîzma AKP'ê herî zêde êrîşî jinan dike û got, "Em ê destûrê nedin vê yekê. Em ê têbikoşin. Ev hê destpêk e. Em ê bi pratîka xwe re têkoşînê geş bikin."

'8'Ê ADARÊ NÎŞANEYA BERXWEDANÊ YE, DIVÊ LI HER ROJÊ BELAV BIBE'

Ji PAJK'ê Jiyan Canfeda destnîşan kir, ku yekîtî û rêxistinbûna têkoşînê gelekî girîng û watedar e. Canfeda got, "Em vê kombûn û hevgirtina jinan weke serketineke mezin dibînin. Têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan her tim bi ser ketiye û her tim êrîşên mêr beralî kiriye. Ev hevgirtin bersiva herî mezin a li faşîzmê ye. Xwedîderketina jinan a li çanda berxwedanê ye." Canfeda destnîşan kir, ku divê jin li her qada jiyanê xwe bi rêxistin bike û bi vî rengî dikare xwe û civakê azad bike.

'PÊWÎSTE TÊKOŞÎNA JINA TI CARÎ PARÇEBÛYÎ NEBE'

Endameke din a PAJK'ê Dîcle Gever anî ziman, ku divê jin rêbazên xweparastina rewa tenê weke rêxistinbûna çekdarî nebînin û got, "Bêguman rêbaza leşkerî yek ji rêbazên bingehîn ên xweparastinê ye. Lê tevî vê yekê li qada siyasî-civakî rêxistinbûneke xurt divê. Pêwîste têkoşîna jinan ti carî parçebûyî nebe. Her tim li her derê pêwîstî bi sekneke rêxistinbûyî heye. Îro li her derê êrîş li dijî jinan tê kirin. Jin bi hêza xwe dikarin pêşî li van êrîşan bigirin. Pêwîste rêbaza bingehîn a parastinê jî rêxistinbûn be."

'BI TYJŞ BERSIV JI MEHA ADARÊ RE HAT DAYÎN, KU BI KOMKUJIYAN DAGIRTÎ YE'

Nûnera THKP-C/MLSPB Şafak Kizildere destnîşan kir, ku sala 2017'an destpêka sala têkoşîneke nû ye û diyar kir, ragihandina TYJŞ di meha Adarê de rasthatinek nîne.

Kizildere got, "Meha Adarê destpêka têkoşîna berfireh a li dijî êrîşên faşîst e. Meha Adarê meha berxwedanên mezin e. Di nava têkoşîna dîrokî de cihekî taybet ê meha Adarê heye."

Kizildere darbeya leşkerî, komkujiyên Gazî, Umraniye û Komkujiya Zanîngeha Stenbolê, Komkujiya Helebçeyê, Komkujiya Kizildereyê bibîr xist û got, "faşîzm îro jî bi heman tundiyê êrîş dike. Çavkaniya faşîzmê yek e. Li dijî vê yekê, em jî daxwaza xwe ya wekhevî, azadî û jiyaneke însanî mezin dikin."

Kizildere da xuyakirin, ku weke TYJŞ ew bi biryar in di şerê rewa û mafdar de bi rola pêşnegiyê rabin û got, "Bi pêşengiya jinê wê şoreş pêk were û ev herikîna dîrokê wê nikaribe bê guhertin."