'Em 8'ê Adarê diyarî jinên berxwedêr ên li Efrînê dikin'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî 9'ê Adarê nirxand û diyar kir ku wan 8'ê Adara 2018'an diyarî jinên li refên herî pêş ên berxwedana Efrînê cih digirin kirine.

Endama Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Bêrîtan Cûdî, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tevlî bernameyeke taybet  a Stêrk TV bû. Cûdî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê nirxand û got, wan 8'ê Adara îsal diyarî dayik û jinên şoreşger ên di berxwedana Efrînê de li refên herî pêş in, kirine.

Cûdî 8'ê Adarê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku hevrêtî ji jinan re kiriye û li tevahiya jinên cîhanê bi taybetî li jinên berxwedêr pîroz kir û jinên şoreşger ên di têkoşîna azadiyê ya Kurd de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

'BERXWEDANA EFRÎNÊ PÊŞENGIYA JINÊN KURD CAREKE DIN RAXISTE PÊŞ ÇAVAN'

Cûdî bal kişand ser têkoşîna li Efrînê ya bi pêşengiya jinê li dijî êrîşên dewleta Tirk tê kirin û got, "Çawa ku bi berxwedana Kobanê re rewatiya vê dozê nîşanî tevahiya mirovahiyê hate kirin, di şexsê Efrînê de rûyê rast ê faşîzmê kifş dibe û mirovên nêzî me nînin jî, bi hestên Kurdayetiyê jî be ruhekî neteweyî diafirîne. Ev yek wê kongreya neteweyî ya jinan hê bi pêş ve bibe. Berxwedana jinê pêşengiya jinên Kurd careke din raxiste pêş çavan. Eger jin xwe neparêze, bi rêxistin nekin û tênekoşin wê mexdûr bibin. Yên ku îro li ber faşîzmê radibin jinên Kurd in. Van jinên Kurd bala jinên enternasyonal kişandin û bi pêşengiya jinên Kurd xwestin ku ji têkoşîna mafdar re bibin bersiv."

'DIVÊ EM BI HEV RE LI BER FAŞÎZMA ERDOGAN RABIN'

Endama Koordînasyona PAJK'ê Bêrîtan Cûdî destnîşan kir ku divê ew bi hev re li ber faşîzma Tayyîp Erdogan rabin û herî dawî got, "Di vê sîstemê de ku berxwedan nebe parastina nasnameya jinê jî nabe û ji bilî berxwedanê şensekî din ji jinan re nehatiye hiştin, divê em 8'ê Adarê bi ruhê berxwedanê pêşwazî bikin. Li ser bingeha dirûşma 'bi ruhê berxwedanê ber bi azadiyê ve' em ji hemû jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin re serketinê dixwazin."