Efrîn li ber xwe dide

Efrîn li ber xwe dide

Pevçûnên ku 25’ê Gulanê bi êrîşkirina komên çete li ser gundên girêdayî bajarokê Şêrava ya Efrînê destpêkirin, belavî gundên girêdayî nahyeya Şerayê jî bûn. Lê belê şeklek cûda yê êrîşê jî pêkanîna ambargo jî hêdî hêdî bandora xwe nîşan dide. Yê herî zêde ji ambargoyê bandor dibin û hîs dikin jinin. Jinan da diyarkirin ku, herî zêde di aliyê tupên gazê, sotemenî, mamaya zarokan û tengasiyên şîr dikêşin. Lê belê jinan destnîşan kir ku, “hewil didin bi ambargoyê berxwedana me bişkênin” û diyarkirin ku, tu hêz berxwedana wan nikarin bişkênin.

‘DIXWAZIN BI XWARINÊ TERBIYE BIKIN’

Derket holê ku êrîşên li dijî Efrînê tê kirin netenê çekdariye, di roja duwem ya pevçûnan de rêyên Azaz û Dartazê yên tên Efrînê hatin girtin. Bi girtina van riyan tê armanckirin ku, sotemenî, sebze, mamaya zaroka, şîr û malzemeyên weke vana yên têne Efrînê bêne astengkirin. Weke din jî komên çete dane diyarkirin ku, ambargoyê li ser Efrînê pêktînin.

Ji ber ambargoya ku nêzî 20 roje didome, li Efrîn û derdorên wê tengasiyên nan derkete holê. Gelê ku li bajarok û gundan jiyan dikin, li ser sac nan çêdikin bi vî awayî çareserî dîtine. Lê belê li Efrînê cih cih tengasiya nan didome.

Dayîka Sultan ku li Cindiresê li mala xwe nan dipêje û hewil dide tengasiyê derbaz bike, hewil didin bi ambargoyê vîna wana bişkênin. Dayîka Sultan da diyarkirin ku, “Dil xwe de dê bi vê pêkanînê vîna me bişkênin, dê me muhtacî xwe bikin. Pêkanînên li vir têne kirin, weke yên Erdogan li Bakûrê Kurdistanê pêktîne ye. ev pêkanîn didin diyarkirin ku, Tirkiye çiqas di nava van êrîşan de cih digirin.” Dayîka Sultan ard bi aşên av û dest dihêrin, nanê xwe jî li ser sêlê çêdikin, hewil didin zarokên xwe têr bikin.

dAyîka Sultan destnîşan kir ku, rejima Baas hewil dide wana muhtacî firinên xwe bike, hewil dide kontrolê li ser vîna wan bike û wiha berdewam kir: “Nekarîn vê bikin, niha jî ev çete dixwazin heman rêbazê bikar bînin. Ew jî sernakevin. Ji ber ku ger em nekarin ard bibînin nan çêbikin jî, bi savar û birincê zarokên xwe têr dikîn. Gelek şukur heya niha tengaviyek wisan rû nedaye. Hêjan em ard dibînin nan bipêjin.”

Dayîka Sultan anî ziman ku, pêwîste Kurdistaniyên çar perçeyên Kurdistanê û Kurdên li Ewropa jiyan dikin, kurdên Rojava ji bîr nekin. Dayîka Sultan got: “Şoreşa me şoreşa çar perçeyên Kurdistanê ne. Niha dixwazin şoreşa mebixeniqînin. Pêwîste gelê me li her derê rabe ser xwe û destûrê nede vê yekê. Em bizanin ku ew li gel me ne, hêza me ya berxwedanê zêdetir dike. Ji ber ku ruhê şoreşê li her derê hemane.”

‘TENGAVIYA MAMA Û ŞÎRÊ ZAROKAN DESTPÊ KIRIN’

Sevran Osman Xelîl ya 65 salî jî da diyarkirin ku, ew qas malzemeyên gelê Efrînê heye ku pêwîstiyên wan pêşwazî bike.

Xelîl diyarkir ku, “Tenê pirsgirêka me, madeyê xam yê di destê me de nebûna binesaziya wê ye.” Dayîka Sevran destnîşan kir ku, ji ber vê sedemê pêwîstî bi madeyên xwarinê yên ji derve heye. Dayîka Sevran bilêv kir ku, “Em yên mezin û gehiştî ji her tiştê re amade ne. Lê dema ku kar tê zarokan em hinekê tengaviyan dikêşin. Ji niha ve ji bo peydakirina mama û şîrê zarokan tengaviyan destpêkir. Destpêkê pêwîste em vê derbaz bikin. Pêwîste gelê me yê li parçeyên din û li dervey welat di van mijaran de hinek tiştan bike.”

Dayîka Sevran aşkera kir ku, siyaset û polîtîkaya ku Kurd birêve bibin dê bikarin êrîş û ambargoyên bi vî awayî bişkênin. Dayîka Sevran dibêje “Ez dayîka şehîdekê/î me” û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez dizanim ev êrîş çawa û bi kîjan planan destpêkir. Êrîş netenê çekdarî ne, di heman demê de êrîş bi awayê siyasî û polîtîk jî hene. Ev êrîş ji aliyê hikumeta herêm Başûrê Kurdistanê ve hatin destpêkirin û didin domandin. Destpêkê pêwîste li hemberî wan bikevin nava tekoşînekê. Eger ev bişkê, vale bêderxistin, ambargo jî, her cûre êrîş jî dê vale derbikevin.”

‘EM ROJÊN SEFERBERIYÊ JIYAN DIKIN’

Melek Mihemed Alûş bi gotina “Em rojên seferberiyê jiyan dikin. Şevê gel ji bo biçe şer li ber Meclisa Gel ya Efrînê kombibû” dest bi xaftina xwe kir û wiha berdewam kir, “Ev jî nîşan dide ku em çiqasî ji bo parastina Efrînê bibiryarin.”

Alûş destnîşan dike ku, rejima Baasê nekarî vîna gelê Kurd bişkêne, dê ev çete jî nekarin bişkênin. Alûş anî ziman ku, di van demên dawî de ji ber ambargoyê tengaviyên tupên gazê, sotemenî û dermanan dikişînin. Alûş diyarkir ku, dê di milê xwarinê de çi tengasiyan jiyan nekin û wiha berdewam kir: “Ji ber ku ger em nan peyda nekin jî, em dê savarê bikelînin bidin zarokên xwe. Em dê pirsgirêkên tupên gazê jî derbaz bikin, darên me hene em dê bi agir xwarin û nanê xwe bipêjin. Ji aliyê sebze de jî kêm maye bostanên me çêbibin. Êdî di wê mijarê de jî dê zêde tengavî çênebin. Tenê tengaviya me mamaya zarokan û dermanin. Teqez pêwîste ev ji derve bên. Tişta ku gelê me bike dê anîna van be.”

Alûş destnîşan dike ku, girtina derî xala destpêka van êrîşan bû û yê serê vê planê dikişîne jî Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê ye. Alûş bertekên hişk nîşanî daxuyaniyên serokatiya rêveberiya herêmê yên piştî girtina derî da û wiha berdewam kir: “Eger li tevayî Rojava ne be jî li Efrînê yeketiyek me heye. Ev yeketî hatiye avakirin. Tenê yek partî ji dervey vê yeketiyê ye. ji xwe hemû tevilheviyan jî ev partî dike. Niha ev partî dibin siha Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê de ye. Ev rewş piştrast dike ku ew di nava vê planê de ne. Pirsgirêk ne yeketiya di nava partiyan de ye, pirsgirêk Kurd bûyîne. Leyîstoka ku ew dileyîzin nêzîkbûna wan ya li meseleya Kurde.”

‘EM BIXWE DÊ BIÇIN BIZORÊ SÎNOR BIDIN VEKIRIN’

Şaziye Îbrahîm jî diyarkir ku, yekem sedemên bigehîn yên ku kêm be jî ambargoyê bandoriya xwe nîşanda, girtina deriyê sînor ji aliyê rêveberiya herêma başûrê Kurdistanê ye û ev tişt anîn ziman: “Ji bo rêveberiya herêma başûrê Kurdistanê deriyê sînor vebike em tu bangawaziyan nakin. Li şûna bangê em dibêjîn wî sînorî veke. Eger hûn venekin, em dayîk dê bikevin ser rê û deriyê sînor vekin.”

Îbrahîm bilêv dike ku, ew zarokên xwe yên li dijî êrîşan jiyana xwe ji dest didin bi tîlîliyan vedişêrin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dayîka vê şoreşê em in. Em ev şoreş afirand. Ji ber ku zarokên me anîn vê cîhanê, ev şoreş pêkanîn. Ne ambargoyên aborî û siyasî, ne jî êrîşên çekdarî nikarin zirarê bidin şoreşa me.”