Du roj piştî zewacê hat qetilkirin
Li navçeya Karataya Konyayê jinek ji aliyê hevserê xwe ve bi kêrê hat qetilkirin.
Li navçeya Karataya Konyayê jinek ji aliyê hevserê xwe ve bi kêrê hat qetilkirin.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin jina bi navê Kezîban Demîr ji aliyê Mûrat Demîrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.
Hat diyarkirin ku qatil amûreke tûj bi kar aniye. Hate hînbûn ku Kezîban Demîr 2 roj berê zewicî.
Her wiha hat ragihandin ku qeyda Mûrat Demîr ya ji sûcê "birîndarkirina bi qestî" li gel polîsan heye. Tawanbarê qetilkirinê hat destgîrkirin.
Li gorî Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin, di meha Hezîranê de 31 cînayetên jinan qewimî ye, 22 jin jî bi awayeke bi guman hatine qetilkirin. Di meha Gulanê de 35 jin, di Nîsanê de 24, di Adarê de 24, di Sibatê de 23 û di meha Çile de herî kêm 26 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin.