Dogû: Dijminatiya li Kurdan wê têk biçe

Endama Konseya KJK’ê Çîgdem Dogû anî ziman ku netewe dewleta Tirk a li ser dijminahiya li Kurdan bilind dibe wê di sedsala 21’an de ji ber dijminahiya xwe bi teqez têk biçe.

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogû diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser Efrînê re careke din dijminatiya xwe ya li Kurdan raxistiye pêş çavan û got, "Dewleta Tirk sedsala 20'an dijiminahî li  Kurdan kir. Dibe ku vê dijminatiyê bi wan dabe qezençkirin, lê belê wê sedsala 21'ê weke berê derbas nebe. Wê ev sedsal bibe sedsala têkçûna dijminên Kurdan. Di serî de dewleta Tirk û hevkariya Erdogan û Bahçelî wê mezin winda bike."

Dogû anî ziman ku Efrîn ne tenê herêmek, ne mekaneke tenê bi sînorên xwe ve sînordar e û wiha got: "Efrîn îro Şoreşa Rojava ye. Başûrê Kurdisanê ye, Silêmanî, Hewlêr e. Rojhilatê Kurdistanê ye, Ûrmiye, Mihabad e. Efrîn Bakurê Kurdistanê ye, Amed, Wan û Êlih e. Efrîn êdî Tirkiye ye, Stenbol, Îzmîr û Enqere ye. Efrîn êdî Kurdek li ku be li wir e. Gelê me yên li Rûsya û Ewropa ye. Vîna wan e."

WÊ BI TEQEZ BIBE VÎETNAM

Çîgdem Dogû destnîşan kir ku divê dewleta Tirk xwe bi mezinkirin û nepixandina bomberdûmane nexapîne û anî ziman, ku Efrînî, tevahiya gelê Kurd û şoreşgerên Tirkiyeyî wê qezenç bikin. Dogû bibîr xist ku bi teqez ev şer wê bibe Vîetnama dewleta Tirk û wê dawî li desthilatdariya Erdogan bîne. Dogû wiha pê de çû: "Bi xwe fermana mirina xwe da. Ne teknolojî, vîna gelan wê şer bike û bi ser bikeve."

TEVGERA AZADIYA JINÊ LI GEL WAN E

Dogû bibîr xist ku bi berxwedan û xwedîderketineke mezin berxwedana Kobanê li Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê rê li ber bûyerên mezin vekir û wê berxwedana Efrînê rê li ber xwedîderketineke hê mezintir veke. Dogû wiha nirxand: "Em di vê mijarê de ji xwe bawer in. Weke Tevgera Azadiya Jinê di vê têkoşînê de li gel wan in, bi hev re ne." Dogû anî ziman ku di wê hêviyê de ne her kes bi berpirs, hestyar û bi wijdan nêzîk bibin.

'WÊ ŞOREŞA TIRKIYE BI SER BIKEVE'

Dogû got: "Serketinên li Efrînê wê bibe serketina şoreşa Tirkiyeyê jî" û wiha pê de çû: "Divê çi ji destê kê bê, bike. Divê em têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî mezin bikin û faşîzmê tar û mar bikin. Divê em hevkariya AKP'ê û MHP'ê li Efrînê têk bibin."

Çîgdem Dogû bang li hemû şoreşger, raya giştî ya demokratîk û gelê Kurdistanê yê welatparêz û bi taybet li jin û ciwanan kir û got: "Divê li Bakurê Kurdistan û her devera Tirkiyeyê rabin ser piyan, têkevin nava liv û tevgerê û bi teqez bersivê bide vê faşîzmê. Bi hinceta 'destûrê nadin' nabe ku tiştek neyê kirin. Têkoşîna şoreşê, têkoşîna ciwanan ti carî bi destûran nebûye. Ev têkoşîn meşrû ye, ne tiştekî bi destûra faşîzmê bibe ye. Divê hemû ciwan kolanan dagir bikin, li kolanan çalakiyan geş bikin. Divê bi taybetî jinên ciwan li dijî faşîzmê rabin ser piyan û bersivê bidin faşîzmê. Divê hê bêhtir jin têkoşînê geş bikin."

BI KÊRÎ BINDESTAN NAYÊ

Endama Koordînasyona KJK'ê Çîgdem Dogû bang li bindestên li Tirkiyeyê kir û got: "Karker, kedkar, gundî, hejar, bêkes û karkerên Tirkiyeyê, di vî şerî de ti fêdeya xwe nîne. Divê rabin ser xwe û ji bo dawîkirina şer têkoşînê xurt bikin. Em di wê baweriyê de ne ku we şoreşger, raya giştî ya demokratîk bi berprisyar û hestyarî tevbigerin. Ji xwe li Efrînê hêzên şoreşger şer dikin. Ew jî wê li vir şer û têkoşîna vînê bikin. Weke li Kobanê pêk hat, xeta fedayî ya ku Arînan, Gelhatan, Partîzanan û Sarayan derxistin holê, wê teqez Efrînê bi ser bixîne."