'Divê jinên kedkar di vê pêvajoyê de zêdetir derkevin pêş'

'Divê jinên kedkar di vê pêvajoyê de zêdetir derkevin pêş'

Arzu Çerkezoglu  ku di dîroka Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger de (DÎSK) yekemîn sekretera giştî ya jine, diyar kir ku jinên din ava têkoşîna kedê de cih digirin divê di pêvajoya çareseriyê de zêdetir derkevin pêş û got: “Ji bo ku aştiyek rast derkeve pêş û biratiya gelan bê afirandin, peywirên girîng li pêş me ne.”

Çerkezoglu diyari ku ev pêvajoya ku nokteya çareseriya pirsigrêka kurd de çêdibin gelek girînge û wiha got: “Navê wê çi dibe bila bibe, ev pêvajoya gelê ku di encama têkoşîna azadû û têkoşîna kul i dijî kapîtalîzm, neo-lîberalîzmê de meşandiye, derketiye holê.

Çerkezoglu destnîşan kir ku bê guman her kes aştiyê dixwaze û wiha got: “Ger aştî, wekhevî, azadî û edelet îro bê vî welatî, teqez û teqez di encama têkoşîna hevpar a xizan û kedkaran de tê pêk were. Heta ku kedkar bi awayekî hevpar tênekoşin dê aştiyeke mayîn de neyê vî welatî. Desthilatdariya siyasî  ji bo ku vî şerî bidomîne her roj polîtîkayên şoven meşand û kedkar û gelan jî ji bo biratiya gelan pêk were têkoşîna mezin dan.”

Çerkezoglu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di her demên krîzê de, her wiha di her demê şer de herî zêde jin êşê dikişîne. Ji ber vê jî divê di vê pêvajoyê de jin însiyatîfê bigirin ser xwe.

Bi taybet jinên ku di têkoşîna kedê de cih digirin, divê di vê pêvajoyê de derkevin pêş. Ji bo ku aştiyeke mayînde û biratiya gelan peywirên girîng dikevin ser milê me. Em wek DÎSK û sendîkayên girêdayê wê xwe muxatabê vê dibînin. Em neçarin pêngavên girîng biavêjin.”