‘Divê jin yekîtiya xwe ava bikin û xwe bi rêxistin bikin’

Gerilayên HPJ’ê Viyan Birûsk û Roza Amara diyar kirindivê jin li her qadê derkevin û gotin: “Berî her tiştî divê jin yekîtiya xwe ava bikin û xwe bi rêxistin bikin.''

Gerîlayên Hêzên Parastina Jin a Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) Viyan Birûsk û Roza Amara ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji ANF’ê re axivîn.

‘DIVÊ JIN DI FERQA HÊZA XWE DE BIN’

Gerîlaya HPJ’ê Viyan Birûsk, destpêka axaftina xwe de 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li tevahî jinên ku di hemû qadên jiyanê de li ber xwe didin pîroz kir û got: “Timî bi hêvî ne ku jinên îro di sedsala 21’an de li ber xwe didin, wê li hemû qadên jiyanê ala berxwedanê bilind bikin. Divê her jinek di ferqa hêza xwe de be û li dijî pergala desthiladar serî hilde. Rêber Apo rêya azadiyê nîşanî tevahiya jinan da. Rêber Apo dibêje, ‘Ne tene 8’ê Adarê, hemû roj roja jinê ye’. Ji ber vê yekê jî îro pir zelal diyar dibe ku tevahî jinên Cîhanê ji bo gihandina azadiyê, fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo xwe bingehê azadiyê digrin. Bi vê baweriyê wê 8’ê Adara îsal, sala 2022’an bibe sala azadiya jinê. Ji bo ku ev yek bi serkeftî û di demek nêz de were bi dest xistin, pêwîste ku jin li her qadekê tekoşîna xwe bilind bikin. Jinên mamoste, hemşîre û her wiha her jina ku di her qadekê de cih digre, pêwîst e ku bi rola xwe rabin, li ber xwe bidin û xwe bi rêxistin bikin.”

‘DIVÊ JIN YEKÎTIYA XWE AVA BIKIN’

Gerîla Birûsk anî ziman ku divê jin li her qadê derkevin qadê û wiha pê de çû: “Berî her tiştî divê jin yekîtiya xwe ava bikin û xwe bi rêxistin bikin. Tenê jin bi rêxistinbûyînê dikare hişmendiya baviksalarî ya ku ev pênc hezar sal e li ser jinê ferz dike birûxîn e û azadiya xwe bi dest bixe. Ji bo ku jin bikaribe vê yekê pêk bîne, pêwîste ku di serî de li nirxên xwe yên xwedawendiyê xwedî derkeve û bi vî rengî têkoşîn bike. Bi vê hêz û baweriyê em bawerin ku jin dikare careke din rola xwe ya pêşengî bi dest bixe, xwe û civaka xwe azad bike. Li ser vê bingehê em carek din 8’ê Adarê li tevahiya jinên ku li ber xwe didin pîroz dikin.”

‘SALA SERKEFTINA JINÊ YE’

Gerîlaya HPJ’ê Roza Amara jî jinên kedkar ên bi awayek hovane hatin şewitandin bîranî û wiha axivî: “Divê her jinek vê yekê di kûrahiya dilê xwe de hîs bike, gelo ev şewat çima çêbû? Di sedsala borî de jinên ku xwestin li keda xwe xwedî derkevin û bibin zimanê keda xwe, bi awayek hovane hatin şewitandin. Li ser vî bingehî van jinan ji me re pêşengî kirin û bûn sembola sedsalê. Wan jinên kedkar û berxwedêr bi berxwedana xwe hiştin ku wek jin bikevin ferqa koletiya xwe. Ev sedsalek bû. Lê di vê sedsala ku em têde derbas dibin, jina ku ketiya ferqa koletiya xwe rastî lêdan, tacîz, tecawiz, şîdet û bê dengkirinê tê û jina ku keda wê tê xwarin, êdî di ferqa van pêkanînan de ye bê ka têne çi wateyê. Ev jina ku ketiya ferqa van kiryaran, bi berxwedana xwe ve wê sedsala 21’an, sala 2022’an bike sala azadî û serkeftina jinê.”

‘DIVÊ JIN DAKEVIN QADAN’

Gerîla Amara, bang li tevahî jinan kir ku bi hemû hêza xwe li hebûn û azadiya xwe xwedî derkevin û bi van gotinan dawî kir: “Ev şoreşa ku pêk bê, çi bi dansekê, deng, rengek, meş, çalaki, çi jî bi şer, tilîlî û rêxistinkirinekê dibe wê bikaribe xwedî li hebûna xwe derkeve û azadiya xwe bi dest bixe. Dema ku jin karî xwedî li hebûn û nirxê xwe derkeve, wê demê wê bikaribe xwedî li mirovahiyê derkeve. Li ser vî bingehî pêwîste ku di 8’ê Adarê her jinek dakeve qadan û xwedî li mafên xwe derkeve. Divê her jinek li hemberî pergala xwînxwar a ku jin û civakê kole dike û xwezayê talan dike bibe xwedî helwest. Divê roja têkoşînê de deng û rengê xwe nîşan bide.”