'Divê jin xwe li nava refên azadiyê bi rêxistin bikin'
YJA Star, di daxuyaniya xwe ya ji bo 8'ê Adarê de bang li hemû jinan kir ku xwe di nava refên têkoşîna azadiyê de bi rêxistin bikin.
YJA Star, di daxuyaniya xwe ya ji bo 8'ê Adarê de bang li hemû jinan kir ku xwe di nava refên têkoşîna azadiyê de bi rêxistin bikin.
Fermadariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya fermandariyê wiha ye:
"Em 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, ku veguheriye cejna berxwedan û azadiyê di serî de hevrêyê jinan Rêber APO ku bîrdoziya rizgariya jinê weke diyarî pêşkêş kir, tevahî hevrêyên jin ên azadîxwaz, ji bo azadî, wekhevî û jiyanekê bi edalet bafirînin bedel dane û gihane şahadetê, tevahî jinên bawer dikin ku jiyan bi ked dayînê weşik dibe û di oxira wê de li her derê, bê ku bisekinin, behna xwe bidin têdikoşin, pîroz dikin. Em tevahî şehîdên xwe yên jin, yên ku ji bo jiyanekê li dora jinê were avakirin, ji bo mirovahî di cîhanekê azad de bijîn têkoşiyan û bûne pêşengên şoreşa mirovahiyê bi rêzdarî bibîr tînin.
Jinan bi hezar salan li hember hişmendiya zilamê serdest û pergala ku ava kiriye li ber xwe daye, ji bo civaka exlaqî-polîtîk ya ku mirovahî heq kiriye bafirîne têkoşînên gelek mezin dane. Daxwaza jiyana wekhev, azad û xwe dispêre aştiya civakî ti carî dawî ne bûye. Ev berxwedanî ne li cihekê, ne jî di demekê de, li her derê û her dem hebûna xwe domandiye. Berxwedana jinê ya li New Yorkê jî yek ji vanaye û sembola herî girîng e. Îro li gelek cihên cîhanê jin dengê xwe zêdetir bilind dikin, ala berxwedaniyê bi serbilindî li asîmana de dihejînin. Bêguman Tevgera Azadiya Jinê ya Kurd, ku bûye artêş, partî û xwe bi pergal kiriye, di roja îro de xwedî pozîsyona ku pêşengtiyê ji tevahî tevgerên jin re dike. Jinên ku li her deverê Kurdistanê xwe rêxistin kirine, di Rojhilata Navîn de bûne hêviyê gelan.
Jinên Kurd her tim cihê xwe di nava cihên ku berxwedanî di asta jor de ye girtine, li gor ruhê demê tekoşîn dane meşandin. Faktora herê bi bandor ya hişt ku Şoreşa Rojava deng vedanên mezin bide jî şoreşa di pêşengtiya jin de pêşdiket bû. Di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de jin her tim li pêş bûn. Desthilatdariya faşîst AKP-Erdogan zanîne ku tevahî tekoşînên di rengê jin de pêşdikevin ji bo wan xetere ne. Lewma bê navber êrîş birine ser jinan û xwest, hemû jinên têkoşer ên ku ji bo wan astengiyê çêdikin, tolê ji wan hilîne. Desthilatdariya faşîst AKP-Erdogan, kujerê pitikên me yên di zikê dayika xwe de ne, bedenê dayikên me yên ku bi rojan di kuçan de bêruh mane, zarokên me ji bo ku xweşikbûna wan winda nebin di serinca de tê rakirin Solînan, dayika Taybet û Cemîleyan e. Rejîma AKP a ku di îşkence û hovitiyê de ti sînoran nas nake, çiqasî kirêt dibe ewqasî rûpoşa wê dikeve, xwe bi awayekî bê şûr winda dike, li hember berxwedaniya efsanewî ya jinên Kurd li Sûr, Cizîr, Şirnex, Gever, Silopiya, Nisêbin û Hezexê li bin ketiye. Erkê me yê herî bingehîn e li hember feraseta faşîst a ku hewil dide di şexsê jinên me de jiyana me bikuje, hesab bipirse.
Bûyerên ku li Kurdistanê bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê tê jiyan kirin, ji bo me jinan vê dide diyar kirin: jina ku parastina xwe ya cewherî pêşxistiye, xwe rêxistin kiriye jina ku herê zêde nêzî jiyana azade. Jina ku parastina xwe ya cewherî pêşxistiye, jina ku ji pergala zilamê serdest tolgirtiye. Ji ber vê pêwîste tevahî jin xwe li ser bingeha parastina cewherî rêxistinbikin. Parastina xwe ji bo jinan pêwîstiya herê jiyanî ye ji ber vê pêwîste tu carî radestê dewlet û zilam nekin. Ji bo Şengalekê nû neyê jiyan kirin ev di asta nebe nabe de ye. Pêdivî heye ku jin li ser vê bingehê xwe li her cihê rêxistin bikin.
Weke YJA Star ya ku hêza herî mezin a parastina cewherî ya jina ne em 8’ê Adar ê hên zêdetir xwe rêxistinkirinê re pêşwazî dikin. Amacê me yê herê bingehîn, bi coşa ku biharê afirandiye jiyanek xweştir û azad ji gelê me re û jinên me re pêşkeşkirin e. Ger ku îro jin li Kurdistanê, Rojhilata Navîn xwe îfade dikin û tekoşîna xwe rêvedibin, ev rastiya hêza parastina jin ya YJA Star afirandiye. Heya roja îro YJA Star bûye hêza tolgirtina jinên ku li ser mêtingerî hatiye kirin, tewsandinê re rûbirû mane, hatine qetilkirin, êrişên barbar û wehş re duçar mane, wê ji îro pêde jî bibe hêza tolgirtinê. Jinên ku di roja îro de ji YJA Star îlham digrin, xwe li her derê Kurdistanê li ser bingeha parastina rewa rêxistin dikin, ji bo jin û gelan bûye çavkaniya jiyanê û yê hêviyê. Li Rojava YPJ, Bakur YPS JIN, Rojhilat HPJ û li Şengalê YJŞ xwe rêxistin kirine, cardin rêxistina jinên yekbûyî ya ku bi ruhê enternasyonel beşdarê şoreşa Kurdistanê bûne tekoşîna tevahî jinan silav dikin.
Weke YJA Star, carek din jî em tevahî şehîdên jin yên şoreşê bi rêzdarî bibîr tînin. Carekê din, tevahî jinên ku bi ruhê berxwedaniya 8’ê Adarê xwe rêxistindikin û hewildidin civakbûyîna azad vegûherînin heqîqetê roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin. Bi baweriya siberojên ku wê bi bihara jin ê re azad bibe, bangawaziya me li tevahî jinan ji bo di refên tekoşînê de xwe rêxistinbikin beşdarê nava refên gerîla bibin."