'Divê ji bo jinên ku têne kuştin seferberî were ragihandin'

Serokwekîla Koma HDP’ê Filîz Kerestecîoglu di hevdîtinên bûdçeyê de li ser babeta jinê axivî. Kerestecîoglu her wiha li dijî ‘alerjiya ji Kurdistanê’ ya AKP’ê helwest nîşan da.

Serokwekîla Koma HDP’ê Filîz Kerestecîoglu di hevdîtinên bûdçeyê yên Meclîsê de axivî.

Kerestecîogu hijmara parlamenterên jin ên sala 2002’an û 2015’an da ber hev û got 2002’an li Meclîsê 24, 2015’an 97 parlamenterên jin hebûn û ya ku ev rêje zêde kirî partiya wan HDP ye.

‘HIKÛMET NE JI BO JINAN LÊ JI BO ŞER DIXEBITE’

Kerestecîoglu di axaftinan xwe de got hikûmeta AKP’ê ne ji bo jinan lê ji bo şer dixebite. Kerestecîoglu diyar kir bi biryarnameyan 26 hezar jin ji kar hatine avêtin, 30 nûçegihanên jin hatine binçavkirin û 16 nûçegihanên jin niha girtî ne û Wezareta Bepirsê Polîtîkayên Sosyal û Malbatê derbarê van geşedanan ti daxuyaniyeke nedaye, berovajî bi her daxuyaniya xwe destek daye hikûmetê.

Kerestecîoglu bi berdewamî bal kişande ser xebatên jinan ên partiya xwe û got, wan hewl daye ku gotina tevgera jinê ji destpêkê ve bibin meclîsê, Hevşaredara Şaredariya Mezin a Amedê Gulten Kişanak û gelek hevşaredaran li Tirkiyê cara pêşî Seroktiya Daîreyê ya Jinan ava kirine, ji bo jinan bûdçeyeke baş veqetandine u her wiha bernameyên taybet danin lê di serî hevseroka wan Fîgen Yuksekdag, 5 parlamenterên jin û 27 hevşaredarên jin, bi hezaran endamên wan ji hêla hikûmeta AKP’ê ve hatine girtin.

Kerestecîoglu got diviya niha jinan li ser bûdçeyê gotinên xwe bigotana lê mixabin bi rengekî vekirî xuya dike ku hikûmet bûdçe ne ji bo jinan lê ji bo şer veqetandiye.

Kerestecîoglu diyar kir ji bo Wezareta Bervaniyê, Karê Navxweyî, Fermandariya Giştî ya Jandarma, Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, Fermandariya Ewlehiyê ya Peravê 100 milyar TL hatine veqetandin lê ji bo WezareTta Polîtîkayên Malbat û Sosyalê ji Bûdçeya Navendî tenê 4 ji 100’î hatiye veqetandin.

‘DIVIYA SEFERBERÎ BIHATA RAGIHANDIN’

Kerestecîoglu got, ‘’Li welatekî ku ev qas jin lê têne kuştin diviya seferberî bihata ragihandin’ lê berevajî vê, jinên ku ji bo gihil bikin diçine qereqolan têne kuştin.

Kerestecîoglu got li dijî tundiyê, sûcên zatendî divê kesên pispor werin peywirdarkirin û got, sedema sereke ya tundiyê newekheviya jin û mêran e.

‘KURDISTAN DABEŞ NAKE!’

Kerestecîoglu li ser helwesta AKP’yiyan a ji ber ku Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr ji Kurdistanê re gotî ‘Kurdistan’ jî got, ‘’Îro li vê meclîsê ti kesekî ku dixwaze ev welat dabeş bibe nîn e. A ku wê welatekî dabeş bike ne pênaseyên dîrokî, cografî, nasname lê tundî û cihêkarî ye.’’