‘Divê hêza xweparastinê ya jinan hebe’

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş diyar kir ku tevgerên jinan ji bo parastina xwe divê hêza xwe ya cewherî ava bikin û got ku ji bo parastina cewherî jî divê rêxistinbûn hebe.

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş diyar kir ku gelek tevgerên jinan ên cîhanî Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê weke femînîstên Kurd dibînin û got: “Difikirin ku me li ser bingehê dijberiya mêr jintî pêş xistiye û têkoşîna me di bin siya têkoşîna neteweyî de maye. Helbet em armanc dikin ku sîstema qirker û tecawizkar ji holê rakin, lê diyalektîka têkoşîna me diyalektîkek pozîtîf û çêker e.”

Endama Koordînasyona PAJK’ê Şîmal Ulkem Guneş di bernameya Xwebûn a di Jin TV de bersiva pirsên rojnamevan Arjîn Baysal da.

Rêber Apo wek rêgeza çaremîn a bîrdoziya rizgariya jinê têkoşeriyê diyar kir. Hûn dikarin kêmek di wateya têgeh de ji me re vekin. Tevgera Jin çawa pênase dike?

5 rêgezên me yên bîrdoziya rizgariya jinê heye. Ji xwe bernameya we ev demeke li ser vê mijarê radiweste. Ya yekem welatparezî bû. Me hingî jî diyar kir, di nava civaka bê welat û bê ax de jin nikare civakbûnê pêş bixe an jî azad bibe. Divê li ser koka xwe bijî. Rêgeza duyemîn fikir û îradeya azad bû. Jixwe ger jin di fikir de xwe rizgar nekiribe wê her timî mehkûmî koledariyê bibe. Ya sêyem rêxistinbûn e. Ev rêgez ji bo jinê nebe nabe ye. Destpêkê rêxistinbûna jinê hatiye belavkirin. Piştre hatiye xistin. Ya çaremîn jî têkoşerî ye. Di aliyê etîmolojîk de ‘mûcadele’ di Qûr’anê de jî wek sûre derbas dibe. Koka peyvê erebî ye. Hem sûre hem jî peyva mûcadele tê wateya ‘jina ku mafê xwe digere’. Tiştekî pir balkêş nîne. Têkoşînî mûcadele, mafê jin parastin, hemû di bin sîwanekî de kom dibe. Ew Îslama ku îro di bin serweriya zilam û pergala serdest de, di bin navê ol de qirkirina jina rewa dike dibînin ku di pirtûka xwe ya pîroz de sûreyek çawa dihewîne.

Hemû mijarên me yên Xwebûnê ji xwe mijarên girêdayî têkoşînê ne. Jiyana me jinan jî jixwe ji kêliya ji dayîk dibin heta jiyana xwe ji dest didin bi têkoşînên dijwar re didomin. Çima Rêber Apo bi taybetî weke rêgezek jî danî pêşiya jinan?

Di gerdûnê de tu tiştek bê têkoşîn nameşe. Ger jin ne di nava têkoşînê de be ne dikare xwe biparêze, ne dikare nasnameya xwe biparêze û ne jî dikare cudabûna xwe biparêze. Lê têkoşîna em behs dikin, ne ew e ku ya bi hêz ser dikeve, ya lewaz jî bin dikeve. Ne ew pergala serdest e. Di xwezayê de, di mantiqê de mirov de her tim di nav çalakî û tevgerê de xwe çêkirin, avakirin heye. Heya 50 sal berê jî jina Kurd nedigot ez Kurd im. Wek makîneyek, bê reng, bê deng bû. Hemû çalakiyên wê li gorî mêr hatibû eyarkirin. Bi derketina Rêber Apo re şoreşa Kurdistanê jî di qerektera jin de pêş dikeve. Îro em binêrin jin gihişt çi astê. Lê ji bo vê me çiqas berdelên giran dan. Hê jî ev têkoşîn didome.

We got mafê parastinê ye. Lê em pergalê binêrin. Pergal, têkoşînê tenê wek serî rakirin dibîne. Wek ku armanc tenê hilweşandin e. Lewma jî tiştekî xirab, nebaş nîşan didin. Lê wek Tevgera Jin armancekî we cuda heye. Hûn li hemberî her tiştên dijî wan derdikevin alternatîf jî pêş dixin?

Heta sedsala 20’an têkoşînên dihatin dayîn, desthilatdarî teqez dikir hedef û dixist bin kontrola xwe. Herkes ji bo bibe desthilat têdikoşiya. Piştî sosyalîzma pêkhatî gelek alî ketin nav fikar û buhranê. Ev jî hêviyê gel, jin û ciwanan şikand. Lewma Rêber Apo dema sosyalîzma pêkhatî didahûrîne, li ser tevgerên jin, kesayetên jin jî nîqaşên teorîk, îdeolojîk pêş dixe. Ev xitîmîna sosyalîzma pêkhatî rexne dike. Li gorî armanca me wê têkoşîna me çawa dinirxand. Lewma piştî sala 1999’an dema Rêber Apo dîl hat girtin mûdaxeleyeke îdeolojîk pêş xist. 

Gelek kes me nas nakin, tevgera jin nas nakin. Me wek komûnîst û sosyalîstên klasîk dinirxînin. Wek ku armanca me dewlet ava kirin, pê re artêşek avakirin e. Tevgerên jin jî, Tevegra Azadiya Jinên Kurdistanê weke femînîstên Kurdan dibînin. Wek ku em jintîtî pêş dixin, li ser esasê dijbertiya mêr têkoşîna xwe pêş dixin, ev jî di bin siya têkoşîna netewî de dimîne û hwd. Bi vî şêwazî pir ji ber tevgera me pênase dikin. Rast e em li hemberî ya dijber alternatîfek pêş dixin, lê ne ji bo em tine bikin. Helbet armanca me pergala qirker, tecawûzkar ji holê rakirin e. Lê di diyalektîka têkoşîna me de tunekirina hebûnan nîne. Diyalektîka me pozîtîf e, çêker e, avaker e. Tiştên ku ji bo civakê qet feydaya xwe tine ye wan dideyne aliyekî, tiştên baş jî derdixe pêş. 

Di vê sedsala dawî de jî bi sedan têkoşînên jinan çêbûn. Dema em hemûyan tînin gel hev dibînin ku ji hev pir qût in. An jî li cihekî wek îsyan, li cihekî wek dem demkî derdikeve. Li gorî we ev şêwazên têkoşînê têrker in?

Bala xwe bidin, ji sala 2010’an heta roja me ya îro li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê rabûneke pir hêja ya jinan heye. Herî dawî jî serhildanên ‘Jin Jiyan Azadî’ mînaka herî berbiçav e. Hêvî, hêz û îlhama xwe ji gerîlayên Kurdistanê û şoreşa Rojava girtin. Rast e çalakiyên jinan dem dem wek raperînan derdikevin. Di rojên weke 25’ê Mijdarê û 8’ê Adarê de hêj bêhtir bi awayekî girseyî derdikevin holê. Lê her çiqas pirsgirêka jinan kiribin rojev û pergala mêr kirine nîqaşê jî, encama niha ew e ku aliyek ji bo mafê hiqûqî têdikoşe, aliyek ji bo di nav pergalê hîn xurttir cih bigre têdikoşe, aliyek ji bo aboriyê bêhtir bixe destê xwe têdikoşe, aliyek jî bi rastî li hemberî şerê cîhanê ya sêyemîn xwe weke alternatîf dibîne. Dixwaze bi rengê jinê cîhanê rizgar bike, xweşik bike.

Rast e têkoşîn tê meşandin lê dîsa jî encamên ku em dixwazin nikarin bidest bixin. Hûn vê yekê bi çi ve girê didin?

Stratejiya parastina rewa lewaz bû. Erê jin pir bi wêrek in, fedakar in, kedkar in. Lê çawa Komûna Parîsê ji ber ku parastina xwe ya rewa de lewaz bû û zêde li ser piya nema ez dibêjim di têkoşîna jinan de jî ev kêmasî heye. Tevgerên jin ji bo xwe biparêzin, tevgera xwe biparêzin, divê hêzên xwe yên xweparastinê jî ava bikin. Gelek hêzên mêtinger û hegemon ji bo pergala xwe biparêzin di nav xwe de hêzên parastinê çêdikin. Mînak NATO, AGÎT (Teşkîlata ewlekarî û hevkarî ya Ewropayê)û hwd. Pergalên hegemon temenê xwe herî zêde bi şer dirêj dikin. Şer nebe, pîşesaziya çekan pêş nakeve; şer nebe demografya li gorî berjewendiya pergalê nikare bên şixûlandin; şer nebe birçîbûn pêş nakeve, şer nebe li dijî nirxên jinan êrîş jî pêşnakeve. Lê şer her tiştî tine dike. Niha dewleta Tirk li dijî hêza me çekên kîmyewî-nûkleer bikar tîne. Hem hewl dide gerîla tune bike, hem xweza tune dike, hem welat tune dike û hem jî hewl dide tirsê ava bike. Tirs dibe fermandarê her tiştekî. Xweparastin û têkoşîn dibe tiştekî pir jiyanî.

Eger yek ji aliyên ku kêm dimîne xweparastin be, aliyê din jî hatina gel hev a jinan xwe nerêxistin kirine…

Helbet ji bo xweparastin pêş bikeve, divê rêxistnbûn jî pêş bikeve. Di serdemek wiha de ku jinê weke meta tê dîtin, helbet divê em van hemûyan nîqaş bikin. Lê wek ku tu pirsgirêkên me yên ewlekariyê nîne, em tenê hevdu re nîqaş bikin jî, zêde cihê xwe nagire. Rast e, girîng e lê ne di asta yekemîn de ye. Pêşniyara min ji bo hemû jinan, divê em rêxistinbûna xwe pêş bixin, em bi hev re bi wate ne û bi nirx in. Em wek Tevgera Azadiya Jin dikarin pêşengî bikin. Ji ber ku em xwedî îdîa ne, xwedî proje û bîrdoziyek in. Rêbazên me yên çareseriyê, xwerêvebirina jin, xweseriya jinê, hêzên xweparastina jin, tifaqên di navbera jinan de heye. Em çima li hemberî vê pergalê, eniyeke jinan ava nekin? Em çima koalîsyoneke jinan ava nekin?

Gavên van tên avêtin. Divê em vê jî bibînin. Mesela li Rojhilata Navîn di şexsê şoreşa Rojava de yekîtiya jinên Kurd, Ereb, Sûryan dibînin. Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb tên gel hev.

Lê bala xwe bidin, li ser wan çiqas êrîş hene. Herî zêde êrîşî tevegrên birêxistinkirî dikin. Li Rojhilata Navîn 24 saet bi awayekî sîstematîk êrîşî Tevgera Azadiya Kurd û herî zêde jî Tevgera Jina Azad dikin. Hemû milîtan û rêveberên wê, di nav lîsteyên sor de ne, li bajaran li çiyayan di hedef de ne. Ji ber ku weke metirsiyeke mezin tên dîtin. Tunebûna xwe di hebûna me de dibînin. Gelê Filîstên dixwaze, weke xwe li ser axa xwe bijî. Lê hemû cîhan li hemberî Filîstînê bûn yek, Filîstinê parçe parçe kirin.

Jinên Efganistanê jî ji aliyekî ve di bin hegemonyaya Emerîka, ji aliyê din ve di bin desthilatiya Talîban de man. Lê di navbera Tevgera we de danûstandinî û nîqaş çêbûn. Ev jî mînakeke baş e.

Em têkoşîna jinên Efganistanê, silav dikin. Em heta dawî, li gel wan in. Ji xwe beriya demekî, me ji bo jinên Efganistanê û Êzidî pêngavek dabû destpêkirin. Helbet tenê bi pêngavekî çareser nabe. Çalakî û xebatên afirîner divê pêk werin. Divê em wek çûka Sîmûrg bi hev re têbikoşin.

Di nirxandinên we de ev derdikeve pêş. Pirsgirêka jinê ew e ku pirsgirêkên xwe baş analîz nakin û rewşa bindestiya xwe nabînin. Di têkoşîn û rêxistinbûnê de dixitimin. Armanceke jinan heye ku vê sedsalê bikin sedsala jinê. Hûn weke jin, çi armancî datînin pêşiya xwe? 

Divê em pirsgirêka zayend, jinê bikin pirsgirêka yekem. Divê em rêxistinbûna xwe xurttir bikin. Divê em pergala xwe konfederal-xweser pêş bixin. Sekneke weke ku jin bê manîfesto ne û bê îdeolojî ne, heye. Carinan jin wiha nîqaş dikin. Ez vê yekê zêde rast nabînim. Em dikarin di çarçoveya paradîgmaya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê de, di çarçoveya hevpeyamana civakî de manîfestoya jinan nîqaş bikin. Rast e xitimînek tê jiyîn, lê ev tenê di eniyekî de tê jiyîn. Em dikarin xwe ji vê xilas bikin.

Ger em behsa têkoşîna jinan bikin divê em behsa du têkoşerên jin Sakîne Cansîz û Evîn Goyî bikin. Em deyndarî têkoşîna wan in. Hûn di salvegera şehadetên wan de dikarin çi bêjin?

Ez her du hevrêyên me û her wiha hevrê Rojbîn û Ronahî bibîr tînim. Em ê armanc û xwesteka wan teqez bi cih bînin. Ji xwe Hevrê Sara damezrînereke Partiya me ye. 40 sal zêdetir di nav Tevgera Azad de têkoşiya. Hêzên serdest hêrî zêde, jinên ji bo xwe wek metirsî dibîne hedef digre. Hevrê Sara û Evîn jî pêşnegên vî gelî bûn. Hevrê Evîn ji dilê Botanê derketibû, temenek dirêj di nav rêxistina me de derbas kiribû. Bi taybetî hatin hedef girtin. Em nizanin kî kir, çawa kir, lê di encam de hêzên tarî ne. Ji aliyê mêr ve hatine rêxistin kirin. Di encama operasyoneke hevpar a MÎT’ê de hatine kirin. Em her du komployên Parîsê, şermezar dikin. Dibêjim komplo, ji ber ku Rêber Apo weke komplo pênase kiribû. Di şexsê her du hevrêyan de, em hemû jinên têkoşer bibîr tînim.