Dilekî şoreşger ku ji bo Rêbertî bû fedayî: Rojbîn Ereb

Rojbîn Ereb, ji bo jiyana Rêbertî ku bi jiyana gel re bû ye, yek ji wan kesan bû ku di nava mirinê de jiyan afirand. Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Geverê çalakiya fedayî pêk anî û tevlî nava karwanê şehîdên azadiyê bû.

Gelê Kurd, li dijî komploya navneteweyî ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin', bi ruhekî fedayî berxwedan geş kir. Berxwedana fedayî ya heta wê rojê, bi ruhekî nû yê fedayî zexm bû. Êş çi dibe bila bibe, ya ku hebûna gelê Kurd parast û ji bo azadiyê vîn, hêz û biryardariya berxwedanê nîşan da, bi vî rengî derket holê.

Eger îro kes nikarin bi Kurdan û Kurd tevî her tiştî jî li ber xwe didin, rola berxwedan û şehîdên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin, gelekî mezin e. 

Gerîlaya PKK'ê Rojbîn Ereb, di 17'ê Mijdara 1998'an de bû yek ji wan kesan ku bi çalakiya fedayî bersiv da komploya li dijî Ocalan.

ROJBÎN EREB KÎ YE?

Di sala 1972'an de weke zaroka malbateke Ereb a li Beyrûdê ji dayik bû. Tenê çar salan li Beyrûdê ma.

Piştî ku kekê wê tevlî nava Rêxistina Rizgariya Fîlîstînê bû û ji ber nakokiyên eşîrî, malbatê di destpêkê de berê xwe da Mêrdînê û 6 mehan li vir ma. Piştre derbasî Skenderûnê bû. Rojbîn Ereb û malbata wê, ku 4 salan li Beyrûdê man, li vê derê jî bi zimanê xwe yê dayikê, yanî bi Erebî axivî.

Rojbîn Ereb li Skenderûn a Hatayê perwerde dît û di dema destpêka dibistanê de bi gotinekê jî bi Tirkî nizane. Piştre hînî Tirkî dibe. Di dema xwendinê de, hêzên şoreşger welatparêz bandorê li Rojbîn dike û Rojbîn Ereb di sala 1993'an de tevlî nava refên PKK'ê dibe.

Di destpêkê de li Botanê tevlî nava gerîla dibe. Salên ewilî ji bo wê dibe salên naskirina azadiyê, rastiya welêt û şer.

Di nava sala 1995'an de tê Qada Rêbertî û heta dawiya sala 1996'an li vir dimîne. Tevlî gelek perwerdeyên Rêbertî dibe. Rêbertî bi cewhera wê hesiya û hê bi xurtî ew perwerde kir. Di nava jinên ku ev perwerde dîtine de, hêza ji nû ve vejînê bi xurtî tê dîtin.

Kesayetiya wê ya pak û paqij dibe sedem ku ji dil bi armanca azadiya jinên Kurd û gelemperiya Rojhilata Navîn ve bê girêdan.

Û BÛ FEDAYÎ

Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Geverê, li dijî leşkerên Tirk çalakiya fedayî pêk anî û bi vî rengî hêrsa xwe ya li dijî komploya navneteweyî nîşanî dijmin da.

Rojbîn Ereb yek ji wan kesan bû ku di nava mirinê de jiyan afirand. Di 17'ê Mijdara 1998'an de li Geverê çalakiya fedayî pêk anî û tevlî nava karwanê şehîdên azadiyê bû.

NAMEYA WÊ YA DAWÎ

Rojbîn Ereb ji gelekî cuda bû, lê belê rewşa gelekî din ji dil ve hîs kiribû.

Baweriya xwe bi rohaniya îdeolojiya ku pê dilsoz bû, anî, ku vê îdeolojiyê rêya azadiyê nîşan dida. Ew ne Kurd bû, lê ji Rojhilata Navîn bû.

Weke jineke Ereb tevlîbûna wê li nava refên Tevgera Apoyî, di heman demê de rabûna li ber rastiya parçebûyî ya gelên Rojhilata Navîn bi taybetî rabûna li ber ewşa jinên li Rojhilata navîn bû.

Bûyîna ji gelekî cuda, ji bo wê sedema pêkanîna yekîtiya gelan bû.

Nameya dawî ya Rojbîn Ere bi vî rengî ye:

"Jiyan bêyî jinê nabe. Dîroka destpêkê, jiyana destpêkê ji aliyê jinê ve hatin afirandin. Yên ku herî zêde bi axê re dilsoz e, bê sînor dildiberîne û parve dike, jin e.

Ji ber ku ev kêfxweşî ya hilberîneran e, jinê kêfxweşî anî ser rûyê erdê. Ji ber ku di her tiştî de keda wê heye, her wiha ji dayik dike, edalet cewhera wê ye. Parvekirina wê ya bê sînor, ji ber hezkirina wê ya ji mirovan e. Cewhera wê temamiya bedewiyan e. Lê di roja îro de ev hemû di nava tarîtiya dîrokê de hatine nixumandin.

Rewşeke welê hat afirandin, ku hemû nebaşî xistin stuyê jinê. Kirin ku jin ji xwe dûr bikeve, bibe xerıbê xwe û nizanibe çawa dijî. Bêguman ev sekn, sekneke serdestan e. Lê belêt evî van hemûyan, Serok Apo bêyî ku ew pê bihesin, em hişyar kir.

Ji nava me ya herî baş, ya di nava xelfetê de bû. Ji bo em hişyar bibin gelekî hewl da. Hêza ziman, hêza dil da me. Em gihand rastiya me bi xwe. Me gihand dîroka me. Di navbera me û azadiyê de têkiliyeke xurt a nebe nabe afirand. Tevî vê yekê hevrêtiya bi jinê re di nava me de ava kir.

Û ev yek îro gihîştiye wê astê, ku kî çi dibêje bila bêje, ev yek xebatek wê mohra xwe li sedan salan bixe. Ne zehmet e ku mirov fêhm bikin; êdî em ketine serdemeke ku ji bilî azadiyê çareya xwe nîne, ji bilî pêşveçûnê vegera xwe nîne. Ez jî gelekî bi coş û kêfxweş im ji ber ku di nava vî karî de me û bi jinê re me. Dixwazim vê yekê heta bi hetayê parve bikim.

Îdeolojiya jinên Kurd, hemû jinên cîhanê û rêxistina vê yekê YAJK, bi asta xwe ya heyî re roj bi roj berpirsyariyên girantir datîne ser milê me. Hêza şerê li dijî koledariyê û serdestan, ji me dixwaze.

Pêwîstî pê heye ku li dijî sîstemên heyî, em bibin xwedî wê hêzê ku xwe bigihînin sîstemeke jinê. Ya herî girîng jî em ji pratîsyenî û taktîsyeniya vê bawer bikin. Ji ber vê yekê jî hemû pirsgirêkên me yên şer û jiyanê di zikhev de ne. Li şûna birêvebirina wan de, girîng e em bibin xwedî helwesteke alternatîf. Û em jin, hêza cîgir a vî şer û jiyanê nîne. Em bingeha wê ne.

Sîstema jinê alternatîfek e. Kişandina ber bi rastiyê ve ye. Halbûkî nêzîkatiyên me yên seranser, xemsariya me zerarê dide vî karê dîrokî. Jinên PKK'yî ji bo mirovên li gelemperiya cîhanê di nava lêgerîna sîstemekê de ne. Ev yek hewldana rizgarkirina jinên cîhanê ye. Îdeolojiya vê yekê jî ji aliyê Serok Apo ve hatiye danîn.

Ya ku dikeve ser milê me, bicihanîna vê ye. Ev ne zehmet e, ya zehmet, koledarî ye. Ji ber vê yekê, rizgariya me ji vê rewşê xeyal nîne, rêyeke zelal e. Her çend gotina koledariyê tenê ji bo jinê hatiye bikaranîn jî, mêr jî bi qasî jinê kole ye. Lewma rizgariya mêr a ji koledariyê, bi qasî ya jinê lezgîn e.

Ev yek jî dîsa bi azadiya jinê dibe. Ji ber vê yekê, ji bo mêr ji vê rewşa têkçûyî rizgar bikin, divê em bi lez xwe xurt bikin û azad bibin. Gotina 'ji ber ku jin bi rola xwe ranabe, mêr dest ji serdestiyê bernade' ya Serok Apo, sekna heyî ya mêr û berpirsyariyên jinê radixe pêş çavan.

Eger gerîla nikare bi rola xwe rabe û Rêbertî jî ji ber vê yekê bi tenê dimîne, divê em xemsarî û qelsiya xwe ya jinan di vir de bibînin. Wezîfeya me ya herî mezin e ku em bi jinê gerîla bixin nava tevgerê û Rêberê xwe ji tenêtiyê rizgar bikin.

Armanca bingehîn a hebûna me ew e ku em ji mirovê mezin ê di nava tenêtiya dîrokî de me re bû hevrê û rê nîşanî me da, em jî bibin hevrê."