Dilekî şoreşger ê bû fedayî: Rojbîn Ereb -2

Rojbîn Ereb, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin, çalakiya fedayî pêk anî.

Hevalek Rojbîn Ereb, ku zûdeyî ew nas dikir û bi hev re tevlî nava refên têkoşînê bû, di rojnivîsa xwe de qala wê kir...

"Ne Rojbîn bû, navê wê Savra bû, me bi navê Savra Ereb bang lê dikir.

Li pêşberî hevalên jin min timî şerm dikir. Li pêşberî hevala Savra jî bi heman rengî bûm. Piştî demeke dirêj min hevala Savra dît. Ji bo bi min re sohbetê bike, car carna pirsan li min dike. Ez jî bi şerm bersivê didim wê û hewl didim xwe vegirim.

...sohbeta li ber êgir û bi çayê wê rojê qediya bû û roja nû dest pê kiribû.

Êlekê xwe yê zer li xwe kiribû, rexta xwe li bejna xwe pêçandibû û li derdorê diçû û dihat. Hevalan mudaxle lê dikir, lê wê guh nedida kesî...

Hevala Rojbîn gelekî kêfxweş bû bû. Mîna ku wê biçe cejnê bi coş, kêfxweş û bê sebir bû. Li pêşberî vê rewşê ez matmayî ma bûm...

Bi henekên xwe, di wê rewşê de jî dixwest hevalên wê bikene, xemgîn nebe.

Carna diçû cem hevalê mayînan çêdike û alîkarî didayê. Bal dikişand ser kêmasiyên di çêkirina bombeyan de. Dihat cem hevalan, bi hesret û hezkirineke mezin li wan dinêrî û ew di nava dilê xwe de hildigirt.

Ji bo her kêliya wê rojê bi kar bîne rûnedinişt; xwarin çêdikir, çay çêdikir, bi hevalan re sohbet dikir. Mîna şîretekê li her gotinê guhdarî dikir. Ez jî gelekî dêşiyam, lê min nedida nîşandan. Min her gotina wê li hişê xwe dineqişand.

'NE MIRIN, JI NÛ VE VEJÎN'

Lê wê, ji bo salan di nava rojên dawî yên bi hevalan re derbas dike bi cih bike, ji bo her kêliyê bijî her tişt dikir. Dilezand. Mîna ku balafirek li benda wê bû, ji bo rabe. Ji bo wê her tişt watedar bû. Di nava hesreta wateya roja dawî de bû. Carekê bi tenê jî gotina 'mirinê' ji devê wê derneket.

Digot, 'Ez ê vê carê hê bi rengekî azad ji dayik bibim. Tiştekî ku ji dest bidim, nîne. Lê belê ya ku qezenç bikim, dîrok e. Xwegihandina mirovbûn û kêfxweşiya vê yekê ye. Divê ez di destpêkê de vê çalakiyê bikim'. Ez li ser kevirekî dûr rûniştîbûm û min lê temaşe dikir.

'DEMA ÇÛYÎNÊ HATIBÛ'

Ji bo kontrol bike bê bombe temam in an na, ji cem me rabû. Radihişte wan, lê dinêrî, kontrol dikir, datanî û hîn dibû bê çawa dikare biteqîne. Piştî demeke kurt, hemû amadekarî qediyan û dema çûyînê hatibû.

Rojeke bi kelecan, tijî êş û rojeke ku min qet nedixwest biqede, zû qediya bû. Min hê jî ji bûyerên diqewimî, yên biqewimin bawer nedikir, nedixwest bawer bikim. Hat cem min û wiha digot:

"Dixwazim tu zanibe, ev çalakî ji bo min ne mirin e; ji nû ve vejîn e, ji nû ve jiyan e. Li hevrê Zîlan bifikire. Li hevrê Bêrîtan bifikire. Ez dixwazim bibim mîna wan. Gelekî bedew e ku bibim milîtaneke Serok Apo ya bi rûmetî jiya ye û bi rûmetî dimire. Tu qet li ber xwe nekeve, hîn gelek roj hene ku em ê parve bikin. Ez nebim jî, em du mirov in ku em ketine ser heman rêyê. Rojekê bêguman ji aliyê fîzîkî ve em ê ji hev qut bibin. Lê belê nêrîna me û ruhê me, wê her tim me bi hev re bihêlin...'

Dema çû got, 'Tiştekî bi tenê heye ku ji dest didim. Ew jî; qutbûna ji vê jiyana bedew, qutbûna ji hevrêyên xwe ye. Lê belê ji bo min xwegihandina herî mezin wê ji niha û pê ve dest pê bike'.

Xatirxwestin bi tilîliyan çêbû. Hemû hemû çepik ji bo wê bûn. Her digot, 'em ê hev bibînin, em ê hev bibînin'. Di dawiya dawî de destê xwe ji hemû hevalan re bilind kir, silav da hemû hevalan û dest bi meşê kir.

Bêyî ku karibe çalakiya xwe pêk bîne vegeriya...

Rojek piştî vegerê, ji ber leşkerên derketin operasyonê gelekî nêzî me bûn, ji bo pêşî li rîska şer bê girtin, me xwe vekişandibûn gundê Zoma Cafer Mate.

Wê çaxê, ji ber rewşa lezgîn û awarte, ji ber ku me nizanîbû kî wê li ku bi cih bibe, berî em xatir ji hev bixwazin, heta cihekî em bi hev re çûn. Bi baweriya 'em ê careke din hev bibînin' me xatir ji hev nexwest û em ji hev qut bûn...

Lê belê rewş li gorî planê nebû. Leşkerên derketin operasyonê, di êvara wê rojê de xwe vekişandibûn. Li ser vê yekê hevala Rojbîn jî heta danê sibehê sekinî û berî bibe êvar ji bo çalakiya xwe lidar bixe, lezandibû.

Refên hevalan ên ji Cîlo xwe berdida jêrê, li ber çavê min ket. Min yek bi yek ew jimart û navê wan bilêv kir. Ji min hebû ku yek ji wan ew e. Min got, 'ew e, vaye tê. Xuya ye çalakî careke din hatiye sekinandin'. Kom û mirovên hêdî hêdî nêz dibûn, mîna xeyalekî bûn. Min bi dûrbînê li şexsê ku zelal nekir bê kî ye, li ser gir temaşe kir. Min xwest bi baldarî lê binêrim.

Min kevirek danî binê dûrbînê û bi vî rengî nehişt biheje. Bivê nevê gumaneke kete dilê min. Gelo ya tê ew e? Demeke dirêj min lê temaşe kir, lê tê dernexist. Kêm ma bû kom bigihêje cem me û ez hîn li cihê xwe bûm. Min endamên komê yek bi yek nas dikir, lê min ew nedidît...

'BI BAYÊ CÎLO ÇÛ BÛ'

Bi bayê Cîlo çû bû. Ez jî bi rengekî neçar li nuqteyê vegeriyam. Dema çûm cem hevalê Kendal, bi ken ji min re got, 'Meraqan neke, me ew neşand çalakiyê. Derbasî aliyê Çarçela bû. Ji wî alî ve ew xwestin. Dixwest bihata vê derê, lê diviyabû bi lez biçûya. Û silavê xwe ji te re hebû'.

'LI DIJÎ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBERTÎ BÛ BÛ FEDAYÎ'

Di nûçeyên êvarê yên BBC de hat ragihandin, ku Serok Apo hatiye kirin û ev yek mîna fîşekekê li dilê min ket...

Nûçeyan li ser çalakiya xwekujî ya li Geverê, ku di encamê de çar leşker mirin, heft jî birîndar bûn, bi tilîlî, qîrîn û dirûşman hatibû pêşwazîkirin. Hevala Rojbîn wezîfeya xwe bi rengekî hêjayî kesayetiya xwe bi cih anî, berî her kesî tevgeriya û bersiv da komplokeran...

Di navbera gelên Kurd û Ereb de bû bû pirek.