'Di şexsê Sara de êrişî modela Rêbertî kirin'

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî got, "Rêberê me di şexsê hevala Sara de xwest modela jin a azad ava bike û ev yek bi ser xist. Di şexsê Sara de xwestin ku jin a azad tune bikin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî di salvegera Komkujiya Parîsê de ku ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin, tevlî Medya Haber TV bû û li ser mijarê axivî.

Elîf Ronahî sê jinên Kurd ên şoreşger Sara, Ronahî û Rojbîn bi bîr anî, hêzên komploger ku li paytexta Fransayê Parîsê ev komkujî kirin şermezar kir û têkilî Rojbîn û Ronahî got, "Herdu hevrêyên me jî di wan salan de ku bi karîger, bi coş a ciwaniyê, bi rengekî xurt têdikoşiyan hatin qetilkirin. Şehîdbûna van hevalan tesîreke mezin li gelê me û neteweyên cuda yên ew nas dikirin, kir. Ji ber vê em dikarin bibêjin, em zanin ku ciwan ji bo têkoşîna van du hevalan geş bikin û bi pêş ve bibin bi rengekî xurt li Ewropayê têdikoşin û xwedî lê derdikevin."

Ronahî bi dewamî bi bîr xist Sakîne Cansiz (Sara) hê salên pêşî yên têkoşînê di kongreya damezirandêr a PKK’ê de cihê xwe girtiye, li her qadên têkoşînê hebûye, dema ku hatî girtin li dijî dijmin bi hebûna xwe têkoşiyaye û got, "Bi hemû hêza xwe xwe danî holê, bi pratîka xwe li dijî dijmin serhildan daye destpêkirin. Şaş e ku mirov heval Sara tenê bi pêvajoya zindanê binirxîne û pênase bike. Heval Sara helbet bi berxwedana xwe ya li zindanê, li dijî dijmin, li dijî faşîstan û faşîzmê ketiye ser zimanan. Gelê Kurd jî û gelên din jî vê dibînin. Hemû jinên cîhanê, jinên berxwedêr jî bi vê zanin."

Ronahî wiha domand: "Heval Sara ji bo gelê xwe tê çi maneyê, ev pir girîng e. Ji bo jinan çi îfade dike ev pir girîng e. Rastiya gelê li ber qirkirinê dîtiye, komkujiya Dersimê jiya ye, ji malbat û derdora xwe li vê guhdar kiriye û hêrsa vê pê re hebûya. Hê ji zaroktiya xwe ve ye serhildêr e, li dijî şaşiyan û tiştên ku rast nabîne rabûye, tim bi lêgerîneke xurt bûye û di nav vê lêgerînê de bi zanebûn tevlî nav tevgera PKK’ê bûye, bûye hevrêyeke me ya jin a pêşeng.  Tevlî kongreyê bûye û piştre di geşbûna tevgera jinê de hîmên pêşî datîne. Rêbertiya me ji bo wê got, 'Jiyana Sara têkoşîna azadiya jinê ye'."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî derheqê Sara wiha got: "Rêxistina pêşî ya xebatên azadiyê rêxistiniya wê koma pêşî ya jinê ye ku heval Sara ev danîye. Rêxistiniya vê koma pêşî hîmê tevgera jinê ye. Heval Sara li gorî îdeolojiya Rizgariya Jinê jiyaye, rêgezên rizgariya jinê bi xwe re jiyanî kiriye. Dilsoza gel bû, welatparêziya wê li asta herî jor bû, xwedî vîn û ramaneke azad bû. Li hemû qadên jiyanê rêxistinî bû û giranî dida xebatên rêxistiniyê. Li her qada jiyanê têdikoşiya. Bi nerîna xwe ya şoreşger, sosyalist a jinê bi hişmenidya xwe ya estetîkî ya geş rasteqîniya Sara tim li holê bû."

Ronahî got, "Zemanê biyolojîk ê jiyanê heye lê zemanê maneyê bedawî ye. Hevrêyeke wiha ye ku bêdawîbûn bi xwe re bi ser xistiye û afirandiye Dema geşbûna artêşbûna jinê, dema ku artêşbûna jinê hatî ragihandin heval Sara li Botanê bû. Li Botanê di artêşbûna jinê de, di hêla leşkerî, civakî, perwerdehî de, di hêla îdeolojîk de bi nêzîkatiyeke giştî bû û di geşbûna giştî de bi roleke pêşeng bû.  Ne ku tenê di geşbûna tevgera pêşî ya jinê de, di rêxistiniya komên pêşî de xwedî rol bû. Di geşbûna artêşa jinê de û di danîna kongreya pêşî ya tevgera jinê de di komîteya amadekar de bû, li dîwan û rêveberiyê bû. Di geşbûna têkoşîna jinê û giştî de her kêlî li her deverê pêşeng bû. Heval Sara xwedî helwesteke yekere bû, kesayateke gerdûnî bi xwe re çêkiribû, bi têkoşîna ku dayî ji sînoran wêdetir çûbû, xwedî awireke gerdûnî ya têkoşînê bû û di kesayata xwe de ev dabû rûniştandin, pêşengiya vê kir."

Ronahî bi dewamî destnîşan kir ku ji komkujiya Parîsê armanc jina azad e û got, "Di şexsê heval Sara de hate xwestin ku jina azad tine bikin. Têkoşîna xwe ya li zindanê jî wiha ye. Di salên din ên têkoşînê de jî tim bû hedefa dijmin, faşîzmê. Ji ber ku Rêbertiya me di şexsê heval Sara de tîpa jina azad, modêla ina azad ava bike û ev bi ser jî xist. Heval Sara hay ji vê hebû û li dijî dijmin berxwedaniyeke mezin kir. Heke heval Sara ew berxwedanî nekira, li vir têk biçûya, serê xwe bitewanda, li bara dijmin bi paş ve gav bavêje di şexsê heval Sara de wê tevgera jina azad û ev kesayat ku dihate xwestin di şexsê heval Sara de bihata serxistin têk biçûya."

Di nirxandina xwe de Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî bal kişande hêla sosyalist a Sakîne Cansiz û got, "Heval Sara miroveke sosyalist bû, her wiha jineke dîpolomat bû û têkiliyeke xwe ya geş bi gelê xwe re hebû, li dijî dijmin di eniya şer de bû, li dijî paşverûyan li ber xwe dide û têkoşîna kûder hewce bikira li wir bû. Bi şehîdbûna heval Sara, Ronahî û Rojbîn re jinên cîhanê jî bi rengekî xurt li wan xwedî derketin. Salên piştre gelek rêxistinên jinan ên Emerîkaya Latîn, tevgerên jinan ên Hindîstanê heval Sara ji bo xwe weke rêberên manewî yên ijn qebûl kirin. Di kongreyên xwe de wiha pênase kirin. Ev gerdûnîbûna heval Sara, xislet û helwesta wê ya gerdûnî nîşan dide."

Ronahî bi berdewamî bal kişande ser hevkariya dewleta Tirk û Fransa, bi bîr xist sala 2007’an dema ku Nîcolas Sarkozy Serokkomar bû di demeke kurt de di navbeyna Tirkiyê û Frasayê de li dijî PKK’ê hevkariya ewlehiyê hatiye îmzekirin û got, ‘’Li aliyê dî jî çi dema ku Rêbertiya me li Imraliyê pêvajoyekê dide destpêkirin, çi dema ku pêvajoyeke çareseriyê, demokratîk dide destpêkirin êrîşê tînin ser gelê Kurd û gerîlayê Kurd. Pêvajoyeke wiha bû ku sala 2013’an Rêbertiya me dixwest bi dewleta Tirk re bide destpêkirin û geş bike. Dema ku bi Rêbertiya me re hevdîtinan dest pê kir li Parîsê li dijî sê hevrêyên me yên jin ev komplo hate kirin."

Ronahî bi domdarî got, "Ne dewleta Tirk tenê ev kiriye, hêzên ku çareseriya pirsa Kurd,çareseriya demokratîk naxwazin ev jî di nav de ne. Ev hêz jî Gladîoya navnetewî ne. Dema ku pirsa Kurd çareser bû, planên wan ên li ser Rojhilata Navîn û Kurdan pûç bibin. Ji bo ku planên wan pûç nebin divê tim di navbeyna Tirkiyê û Kurdan de şer hebe, zexteke li ser Tirkiyê û dorpêça qirkirinê ya li ser Kurdan divê bidome. Ji ber vê jî planeke hevpar a Gladîo û dewleta Tirk e. Dema ku komkujî bûyî Erdogan navê heval Sakîne jî da û got, 'Me Sakîne Cansiz ji dewletên Ewropayê xwest lê nedan. Ji ber vê jî rewşeke wiha derkete holê'. Ev tê çi maneyê? Me xwest û wan neda û piştre me li hev kir û me ev komkujî kir."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî hevkariya dewleta Tirk û Fransayê destnîşan kir û got, "Ev kirineke hevpar a navendê Gladîoyê ye ku îstîxbarata dewleta Tirk û Fransayê ye ku li nav dewletên cihê de, herdu dewletan de rêxistinî bûne. Komplo bi hevkariya wan hatiye kirin.Heke ne wiha bûye pêkan bû ku ev dernexistina holê? Heke ev dernexistina holê ev ji ber hevkariya wan e."

Ronahî Operasyona Şoreşgera a Sakîne Cansiz a li MÎT’ê bi bîr xist, ku du serokên daîreya MÎT’a Tirk hatin girtin û got, "Van mirovan agahî dan. Diyar kirin ku îstîxbarata dewleta Tirk ev kriye û dema ku vê dikin bi hevkariya îstîxbaratên dewletên din ev dibe û bêyî agahî û hevkariya wan ev ne pêkan e. Ev komploya navnetewî ne komployeke jirêzê ye. Wextê wê jî ne rasthatinî ye. Destwerdanek li pêvajoya nû bû ku Rêbertiya me dabû destpêkirin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Elîf Ronahî herî dawî bang kir û got, "Di sala nû de têkoşîna li dijî komkujiyê û di şertên azad de gihaştina bi Rêbertî re wê bibe bersiva herî xurt li dijî an komkujiyan. Îsal 9’ê Çile li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelê me divê li cihê ku komkujî û komplo lê hatî kirin divê kom bibin. Divê li vir mirov li têkoşîna xwe û têkoşîna hevrêyên xwe xwedî derkeve. Careke dî divê dengê berxwedanê li cîhanê belav bikin."