Di sedsala jinan de di navbera du 25’ê Mijdaran de çi diguhere?

Ji Kurdistanê heya Hindistanê, ji Îranê heya Tirkiyeyê, ji Efrîqayê heya Tirkiyeyê jin li seranserê cîhanê di nava piştgiriyeke mezin de ne û şîara vê piştgiriyê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye ku ji aliyê hevrêyê jinan Rêber Apo ve hatiye afirandin.

Di roja îroyîn de êdî ji aliyê gelek aliyan ve tê qebûlkirin ku sedsala 21’emîn sedsala jinan e. Gelek rewşenbîr û siyasetmedar jî di nav de piraniya civakê dibêje ku ev sedsal ji her tiştî zêdetir wê bibe sedsaleke wisa ku jin û têkoşîna jina azad wê mohra xwe li binê vê sedsalê bide. Di dema temamkirina çarêka sedsala jinan de di asta têkoşînan jinan a nava salekê de û di destkeftiyên vê têkoşînê de çi diguhere?

Dibe ku têkildarî encamên teqez ên têkoşînê me hê jî tabloyeke baş bi dest nexistiye. Em dikarin bibêjin ku ne dawî li qirkirina jinan hatiye û ne jî ked û mafên jinan hatine dayîn. Ne pêşiya biçûkdîtinê ne jî bikaranînan jinan a weke amûreke reklamê hatiye sekinandin. Dibe ku me hê jî cezayên ku heq kirine nedabe kujerên Narîn û Rojînan lê belê ev rastiyeke teqez e ku derbeya ku li jinavçûyîna pergala mêran a serwer hatî xistin, dewleta ku herî zêde nûnertiya pergala serweriya mêran dike, bi awayekî veşartî rûdixîne. Ji Kurdistanê heya Hindistanê, ji Îranê heya Tirkiyeyê, ji Efrîqayê heya Tirkiyeyê jin li seranserê cîhanê di nava piştgiriyeke mezin de ne û şîara vê piştgiriyê dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ ye ku ji aliyê hevrêyê jinan Rêber Apo ve hatiye afirandin.

Îro jineke Belûcî navê Zîlan Kurd li xwe dike û li hemberî dagirkeriya welatê xwe rêya Zîlana Xwedawend dişopîne. Îro li Îran, Hindistan, Efrîqa, Emerîka û hemû Ewropayê jin li hemberî qetilkirineke jinan bi hev re radibin ser piyan û bi berzkirina dirûşmeya ‘’Jin, Jiyan, Azadî’’ bi ser pergala mêran de dimeşin. Her çend dereng jî mabe îro li seranserê cîhanê nîqaşên Jineolojiyê (zanista jinan) tên kirin û kûrkirin. Û ev pêla şoreşa jinan a girîng a li seranserê cîhanê, teqez li gel pêngava xwe rizgarkirina ji pergalê ya Rêber Apo di nava PKK’ê de û bi taybet jî li gel mîlîtanên jin dayî destpêkirin, pêş dikeve.

JIN Û MÊRÊN AZAD, DI ŞEXSÊ FEDAIYÊN RÊBER APO DE TÊN AFIRANDIN

‘’Rizgariya ji pergalê’’ bûye navê zîhniyeta ku rê li ber arêşbûna mezin a jinan vekiriye û ev yek rê û rêbaza ideolojiya rizgariya jinan e. Atêşbûna jinan a di nava PKK’ê de xwe dispêre beriya sedsala jinan û hema bibêjin dikeve sala xwe ya 36’an. Di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Li Dijî Tundiya Ser Jinan de ya ku divê herî zêde were lêkolînkirin jî asta artêşbûna jinan e.

Li şûna ravekirina dûr û dirêj mînakeke biçûk wê mijarê zelaltir bike. di sê salên dawîn de girêdayî xeta Zîlana Xwedawend ji aliyê mîlîtanên fedaî ve sê çalakiyên fedaiyane hatin lidarxistin. Li Mêrsînê di sala 2022’yan de du xwedawend bi cesareteke gelekî mezin bi ser faşîzm û pergala mêran de di terzê Zîlan de meşiyan. Her wiha çalakiyan wan di heman demê de tabloya hilweşîna serweriya mêran a li hemberî çanda xwedewandan bû. Di sala 2023’yan de du şervanên azadiyê yên bi gotinên dilsoziya xwe yên ji bo Zîlanê berê xwe dane fedaîbûnê, vê carê jî bi çalakiyeke fedaî ya li hemberî navenda dewleta mêrparêz peyama ku mêrên girêdayî çanda xwedewendan tu carî teslîmî pergala hîlebaz nabin û berovajî wê yekê girêdayî xeta lehengiyê wê tim li hemberî dijminên mirovahiyê bibin çalakgerên herî mezin, hate dayîn.

Û di sala 2024’an de vê carê jî Asyaya ku li ser xeta Zîlan xwe gihandî asta xwedawendbûnê û Rojgerê milîtanê pêşeng ê idelojiya civaka exlaqî û polîtîk a Rêber Apo, bi hev re dimeşin bi ser navenda feraseta dewletê ya 5 hezar salan a ku lê makîneyên kuştinê yên dawî tên hilberandin de meşiyan. Helbet encam, bandor û peyamên çalakiyê gelekî berfireh in lê belê tabloyeke wisa hate afirandin ku têde mizgîniya ku jin û mêrên azad derdikeveholê tê dayîn. Ev portre dibe portreya serkeftina şoreşa civakî û şoreşa jinan a têkoşîna Rêber Apo ya 46 salan.

Têkoşîna azadiya jinan a ku her sal bi geşadeneke nû pêş dikeve, şervanên fedaî yên YJA Star û HPG’ê ne tenê bi sekna xwe li nêzî serkeftinê dibin, di heman demê de her sal li hemberî pergala serwer a mêran serkeftineke din bi dest dixin. Ev fedaî dibin mezintirîn abîdeyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Li Dijî Tundiya Ser Jinan.