Di rojên destpêkê yên salê de jî komkujiya jinan dewam kir

Di rojên destpêkê yên sala nû de jî komkujî û êrişên li dijî jinan dewam kir. Herî kêm 6 jin hatin kuştin.

Bûyerên komkujî û tundiya li dijî jinê ya li Tirkiyeyê, bi şewbê re gihîştin asteke metirsîdar. Têkoşîna li dijî van êrişan jî bênavber dewam dike.

Li gorî daneyên sala 2020'î yên Platforma 'Em ê pêşî li kuştina jinan bigirin', di nava salê de 300 jin hatin qetilkirin, 171 jin jî bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên Jinnewsê yên têkildarî mijarê, di sala 2020'î de herî kêm 332 jin û 33 zarok hatin kuştin, 110 jin bi rengekî bi guman mirin û destdirêjî li 49 zarokan hate kirin.

Di çar rojên destpêkê yên sala 2021'ê de herî kêm 6 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin.

Li navçeya Yildirimê ya Bûrsayê roja 1'ê Çileyê Selma Taşkomur ji aliyê Fahrî K. ê pê re dijiya, bi çekê hate kuştin.

Li Kirşehîrê 2'ê Çileyê jina bi navê Î.V. li mala xwe bi çekê kuştî hate dîtin.

Li Bodrûmê 3'ê Çileyê Krîstîna Novytska li mala xwe kuştî hate dîtin.

Li Spartayê 3'ê Çileyê Gulsum Dogan li qadeke çiyayî kuştî hate dîtin.

Li Mamak a Enqereyê Sevgî Tekîn îro ji aliyê Gokha Agtaş ê kete mala wê ve hate kuştin.

Li Çorûmê jî îro kesê bi navê Polat Hatal, Aslihan Dal qetil kir.