Di meha Tebaxê de 23’ê jê bi guman 50 jin hatin qetilkirin

KCDP ya ku rapora kuştina jinan a meha Tebaxê eşkere kir, diyar kir ku 27 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 23 jin jî bi şêweyek bi guman mirî hatine dîtin.

Platfroma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) ê diyar kir ku 27 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin û 23 jin jî bi guman mirî hatine dîtin.

Di raporê de diyar kirin ku ji 27 jinan 16 jê sedemê kuştina wan ne hatiye zanîn û ev hate gotin: “4 jê bi hênceta aborî, 7 jê bi xwestina berdanê, redkirina lihevkirinê, peywendî redkirin û dema xwestina di derbarê jiyana xwe de biryar bidin hatine kuştin.”

Di meha Tebaxê de ji 27 jinên hatin qetilkirin 8 jê ji aliyê hevjinê xwe ve, 6 jê ji aliyê heskiriyê xwe ve, 4 jê ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, 4 jê ji aliyê nasên xwe ve, 2 jê ji aliyê xizmên xwe ve, 1 jê ji aliyê bavê xwe ve, 1 jê ji aliyê birayê xwe ve û 1 jê ji aliyê kûrê xwe ve hatine kuştin.

Her wiha di raporê de wiha hate gotin; “Ji jinan 15 jê li mala xwe, 5 jê li nava kolanê, 3 jê li zeviyê, 1 di wesayîtê de, 1 li cihê kar, 1 jî li herêmea civakî hatibû kuştin. Jinek jî ne hate zanîn ku li kûderê hatiye kuştin.

Vê mehê ji sedî 56 jin li malên xwe, ji sedî 19 jî li kolanan. 14 jê bi çekan, 7 jê bi kêran, 3 jê bi xeniqandinê, 2 jê bi lêdanê û 1 jî bi şewitandinê hatine kuştin.”