Di meha Hezîranê de 39 jin hatin qetilkirin

Platforma ‘Em ê cînayetên li ser jinan rawestînin’ binpêkirinên mafan ên li ser jin û zarokan ên di meha Hezîranê de bi raporekê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Hezîranê de 39 jin hatine qetilkirin û li ser 24 zarokan îstîsmara zayendî hatiye kirin.

Platforma ‘Em ê cînayetên li ser jinan rawestînin’, rapora meha Hezîranê ya cînayetên li ser  jinan eşkere kir. Platformê di raporê de diyar kir ku di vê mehê de 39 jin hatin kuştin, îstîsmara zarokan jî didome û li ser 22 jinan jî îstîsmara zayendî hatiye kirin. Platformê da zanîn ku ji ber rê li pêş tundiyê nayê girtin û gav nayên avêtin her ku diçe tundiya li ser jinê zêde dibe. Platformê anî ziman ku di vê mehê de 18 jin çima hatin kuştine nehatiye tespîtkirin û faîlê 14 jinan jî ne diyar in. Platformê da zanîn ku dema jin ji aliyê kê ve û çima tên kuştin li gorî wê faîl jî nayên darizandin û lêpirsîn jî nayê kirin."

Platformê di raporê de destnîşan kir ku hikûmetê dîsa mijara xesandinê xistiye rojevê û wiha got: “Xesandin û îdam li dijî mafê jiyanê yê mirovan e. Serlêdana rêbazên li dijî mafên mirovan ne çareserî ye. Ji bo çareseriyê divê zagon û cezayên heyî têkeve meriyetê û rastî cezayê heyî bên. Jin li gorî meha Gulanê di Hezîranê de zêdetir hatin kuştin. Di Hezîranê de 39 jin hatin kuştin. Di vê mehê de 9 jin mirina wan bi şik û guman e. 18 jin mirina wan nehat tespîtkirin. Her ku tundî zêde dibe û nayê cezakirin ev bêtir zêde dibe. Di vê mehê de li ser 22 jinan îstîsmara zayendî hatiye kirin. Di heman demê de li gorî nûçeyên di çapemeniyê de li ser 24 zarokan îstîsmara zayendî hatiye kirin û hejmara rastîn ji vêya zêdetir e.”