Di kongreya Avestayê de biryara meclîsbûnê hate dayîn

Di kongreya Komeleya Jinên Kurd a li Viyanayê de biryara meclîsbûnê hate dayîn.

Li Avûstûryayê li Viyanayê Komeleya Jinên Kurd a Avestayê kongreya xwe ya 10’emîn a asayî li dar xist. Di kongreyê de biryara meclîsbûnê hate dayîn.

Piştî hilbijartina rêveberiya dîwanê ya kongreyê, pêvajoya siyasî ya dawîn hate nirxandin û piştre jî giştînameya TJK’ê hate xwendin û nirxandin.

‘LI ESASÊ HÊZA XWESER A JINÊ..’

Di rapora çalakiyan de hate diyarkirin ku astek hatiye diyarkirin û divê di warên îrade, bawerî û bîrbûnê de kûrbûnek were kirin. Hat diyarkirin ku li ser esasê hêza xweser a jinê divê xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were derketin.

MECLÎSBÛN

Komeleya Avestayê ya ku 10 sal in bi awayê komunê xebatên xwe didomîne, di vê kongreya xwe de biryara meclîsbûnê da. Komîsyonên Perwerdehî, Civakî, PYD-JIN, Rêxistinkirin, Têkiliyên Karê Derve û Meclîsa Jinan hate avakirin a ku ji 31 kesan pêk tê.

Kongre bi sloganên ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.