Di hilbijartina Amerîkayê de jin bi ser ketin

Di hilbijartina li DYA’yê hate kirin de, jin di rêjeyek zêde de derbasî Kongeyê bûn.

Hê encamên dawî yên hilbijartina ku roja Sêşemê hatibû kirin eşkere nebûyî, li gorî texmînan bi kêmanî 100 jin tevlî Meclîsa Nûneran bûne. Rekora beriya vê ji sedî 85 bû. Her wiha 22 jin ji bo Senatoyê hatin hilbijartin.

Hêza jinê, beriya 20 mehan li dijî Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp li gelemperiya DYA’yê bi milyonan herikîbûn qadan û bi ‘Meşa Jinê’ destpê kiribûn.

Beriya salekê di pêşengtiya dijberên Trûmp de tevgera ‘#MeToo’ derketibû holê.

Tevahiya jinan hema bêje ji demokratan hate hilbijartin. Ji jinên ku hatine hilbijartin ji sêyan yek cara yekem e tevlî siyasetê dibin, di nav de gelek ji komên pêkhateyên etnîkî, olî û zayendî cih digirin.

Ji van li eyaleta Masschûsettsê jina reşik a bi navê Ayanna Pressley ji bo Kongreyê hate hilbijartin. Li Mînnesota yê jî Îlhan Omer, li Mîchîganê jî Rashîda Tlaîd jinên Misilman ên yekem ji bo Kongreyê hatine hilbijartin. Li Kansasê parêzer Sharîce Davîds ya ku bi awayekî vekîrî homoseksueliyê diparêze, dîsa li eyaleta New Mexîcomê Deb Haaland jî weke jina yekem a Çermsor tevlî Kongreyê bû. Alexandrîa Ocasîs Cortez a bi eslê xwe ji Hîspanîk a ji New Yorkê ku 29 salî ye weke jina herî ciwan di kongreyê de bal kişand, Abbay Fînkenaûer a bi çend mehan ji wê mezitir jî ji eyaleta Lowayê weke jina yekem tevlî kongerê dibe.

Her çendî di wekîltiyê de jin rekorê neşikênin jî, li eyaletên Lowa, Dakta Başûr û Maîneyê cara yekem e ku jin ji bo walîtiyê tên hilbijartin.